Hesen Silêvanî
Veguhetin: Mesûd xelef
Muzîk, her tiştî ji bîra min dibe,
tenê çavên te têne.
Darikê harê kemanê,
bi serxweşî
li ser bîbîkên çavên te,
dileyizit.
Awaz dizên û tu ji dûr ve,
destê xwe bilind dikî û,
dibêjî:
Dîno ne xendqe!!
Ez dê pirça te ya liber,
lêva bay berday,
bi sê tilên xwe badim,
tu dê li xwe zivirî û,
navtenga te, dê di destên min de,
xav be…
Kemal NECIM
Û destên min yên tije pirs
(Ji Helbestvanê Min Yê Hêja Ehmedê Huseynî Re)
Çaxê ku bi sawêr bûm
gelî awirên behitî..!
Di destên min de çend pirsên mizawir
çendên din yên bêtebat û kûvî
dilê min ji rê dibirin
û hişê min diajotin guneh û gumanan…!
***
Çaxê ku bi sawêr bûm
Gelî , hûn,
yên matmayî…!
min gunehên hiş disipartine xwê û şewatê…
û…
Şêrzad Zeynelabidîn
Gava ku yar ji min dûr di bît
Dil parçe parçe hûr di bît
Derya xema hêş kûr di bît
Ma hêşta dil maye gelo ?
Mahêşta dil dê girnijît ?
An tu di bêy carek dê vejît ?
Ji nav singê min di helpeqijît
Ma hêşta dil maye gelo ?
Piştî mi dîtîn ax û ox
Sed Enfal û term û klox
Gaveka…
Azer Osê
Bêyî ku ji nêz ve,
te bi nasim,
te çira şeva xwe,
û xunava lêvên xwe,
dibînim
li pê te,
wekî çemê te
diçim,
tê de
Şepolan tev derbas dikim
dilê xwe , di kêlîka hatina te de,
û bîstikên evîna min de,
hêlîna te dihêlim.
Di wan kêlîkan de,
di rê de,
ez rêwî dibim
rêwiyê peyva te dibim
wekî pinpinîkê…
Demhat Dêrikî
Ji wê şeva te di navbera destê min de ez birîm şeva xwe
û di wê şevê de xak li benda barîna dilovaniya barana evînê dikir nale nal
Çend peyvên qedexekirî ji sêdaran gihan felatê û bûn stêrk li asîmanê semaya me?
Çend wêne bi wênekêşa çavê me kirin feryad û wêneyên şeva me ya bê guneh…
Hoşeng OSÊ
Berketiyê dara tirî.. Hingî kolanên Amûdê bêriya te kirine, sûnda te xwarine, ku dê te bidin ber gezean.
Berketiyê bîra hewşê.. Hîvrona şevêrkên havînê çiqas li ber te diketin, dema te pişta xwe da peyvê.
Her tişt hîna li şûna xwe ne. Kenên me.. Qerbalixa me.. Ked û xweydana eniya me.. Rêwîtiya me a Beyrûtê.. Fotografê…
Azer Osê
xwe mîna xwe dibêjim
û bi tenha,
xwînvexwarina êşê,
para xwe dihêlim.
Xeyalê xwe,
mîna helbesta xwe û ezmanê heşîn,
ji lekeyên heyî paqij dikim.
Li pê hezkirinê ez diçim
û pê hevalê dilê xwe dibim.
Li xwe digerim,
xwe û çavên din
bedenên din,
yên min……….. mîna bê dibin
û wê bibin
dixwînim
wan!!!
ji xwe, û şevên xwe re
dikim yar.
27.01.2010
Demhat Dêrikî
Derî veke stêrka min!
Hemû deriyên dembûrî di pêşwazîkirina dilê min de bigre
Û bi wî kirasê rengsorî ku bêhna Qamişlokê jê tê
Min di eşqa welatê çavê xwe de hembêz bike.
Min hembêz bike…bi wî agirê bi hesreta hilweşîna çar dîwarin
Bi hesreta azadiya peyv û hevokan
Min di nava ramûsanên şeva xwe de bibe dilê xwe yê…
Hilbîn Muhemed Baqir
(Diyariye bo ew çirayê ku şevên min ron kirî)
Ey temenê mirina dayîkê!
Di kîjan robarê bi pêlên sor
Pîtên navê te fir dibin
(w, e, l, a, t) ekê heldibjêrim
Mijara eşqê ez dîn kirim
Beramber sucdeyekê bo biçemînim
Hemû demên jivandariyê
Kulilkên hinarî li ser tiblên te diwerînim
Şev jî kefîlê bê gunehiyê
Duhî li benda te pîyasên êvariya dimeşiyam
Di…
Bavê helbest
Ji Bavê şino re
Ma gelo çawa nûçe ji min re hat, çima wisa hate bê destûr, derbasî jiyna me ya camî bû, dilan dişkîne, çi bixwaze diperçiqîne, ger mirov bide ser riyeke taybet, pêrî perwanekê bê, jê bipirse ariya zindanê li kû dimîne, li ku tê veşartin dema ku kilît xwe dikuje, emê matmayî…