Gotar

Rêber Hebûn

Ma em li pêş sawêrbûna civakê ne, ma em dikarin bêjin ku civak ew sawêreke di hişên me de, ma hebûnek jêre heye?!
Em nîşanên takekesî bi gelek tiştan ve dibînin , li pêş me biservediçin, mirov li dijî wan derdikeve, tevî ku me civakê mîna hêzekê bi rêya mirovê takekes dîtibû, qet çênabe em…

 
Konê Reş

Berî 4 salan Semîra Mistefa qutabiya (Zanîngeha Rojava/ Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî), teza xwe li dor min bi navê: (Min Konê Reş Evîndarekî Welat Dît), pêşkêşî mamosteyên xwe di Zanîngehê de kir û bi pileyeke baş teza wê hat pejirandin. Sala derbasbûyî 2022, Sîlva Şêxê jî ev teza xwe bi navê: (Çîroka Nivîskarekî…

Nizar Yosif

Nasnameya hunermend ya hunerî, beşek ji nasnameya çandî ya civaka ku ew beşek jê ye. Hunermendê bi bandor nîşanê girêdanê ye di navbera wan de, ji ber vê yekê, nasameya çandî bandora xwe li warên cihêreng ên jiyanê heye.
Têkiliya mirov ya spehîtayî bi zemînê re, mijara taybetkirî ya hunerê ye, û peywira (mohme) wî…

Ezîz Xemcivîn

Li Rojavayê Kurdistanê 12 adara 2004an Tîma Dêra Zorê û hogirên wê bi hemû kîna xwe berê xwe dan bajarê Qamişlo, di kîjan bajarê Kurdan re dibuhirîn ji Kurd û serok û nîşanên Kurdan re xiber û dijûn didan..
Li lîstgeha Qamişlo hogirên herdu aliyan pevçûn, sê Kurd pakrewan bûn..
Roja din ji Dêrika Hemko heta…

 
Bedel Bacilorî

Piştî şehîdbûna babê min bi çend heyvekan, li sala 1984an, li dervera Silîvana li Rojhilatê Kurdistanê min seredana rêzdar Mesûd Barzanî kir. Cinabê wî pirsyar ji min kir,
got: Tête bîra te li sala 1978an dema bîvelerzê(erdhej) li bajarê Tebes Gulşen daye?
Min gote wî belê li bîra min tê. Cinabê wî got ez li welatê…

Konê Reş

Di 44 saliya koçkirina Barzaniyê Nemir de, bi min xweş e li destpêka Şoreşa Îlûnê vegerim û vî rûpelê windayî ji we re bînim ziman; Di 11ê Îlûna 1961ê de, dema ku Şoreşa Îlûnê bi serokatiya Barzaniyê nemir destpê kir, berpirsyarên rêjîma Sûriyê di parêzgeha Hesekê de dest bi civînên piştgiriyê ji bo rêjîma…

 
Rêber Hebûn

Nexweşî ew nîşana lawaziyê ye û bi xwe jî ji xuristiya mirovan e ji dema rêyên cuda girtin ji bo jiyanakirina kêliya demî ta roja mirinê hembêz bikin, û tirs mîna baweriyeke qayim e ji xelekeke ji reftar û reweştên civakî hatiye, mirov birêve dibe ji bo nehestbûna xwe bikarbîne, û bermayê civakî…

Konê Reş

Di roja 21/2/2023, 24 sal di ser banga Saziya UNESCO, ku 21ê Sibatê ji her salê “Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê” be, derbas bû. Bi vê helkeftinê min careke din ew gotarê ku nivîskar Bûbê Eser, bi navê: (Konê Reş vê cahdê ji ku tîne?), nivîsandibû, xwend.. Bi xwendinê re, ez pêre pêre…

 
Dilşa Yûsûf –Swêd

Kovara fermî ya PENa Swêdî ( PEN/OPP)di hejmara xwe ya 16 şubatê 2023 de dosyak taybet li ser Lîtertûra Kurdî weşand.
Kovar bi sê zimanan weşana xwe dike Ingilîzî, Swêdî û zimanê orîgînal yên ku tekst pê hatine nivîsîn û li zêdetirî 150 welatan tê xwendin.
Dosya taybet ku li ser Lîteratûra Kurdî ye, wê…

 
Konê Reş

Wek ku diyare ji ber perçebûna Kurdistanê û qedexebûna zimanê Kurdî, çapemeniya Kurdî di sirgunê de avis bûye û zaye..! Ew avisbûn û zabûn bi saya serê welathez û ronakbîrên kurdan yên bi xîret û rûmet destpê kiriye.. Wek Bedirxaniyên ku gelek kovar û rojname di sirgunê de weşndine ku, rojnameya (Kurdistan/ 1898) yak…