Çîrok

Dr. Mehmûd Ebas

Rûpelek ji rojneme ya min…
Havîne, roj li nîvro ye, agir dibarê, erda Nisran û axa wê sincirîne, gundî di malê xwe de ne, ji xeyirî hin zarokên wek me ên ku li ber sihe camiyê bi xara dilayizin. Deme ku sih neme, ber çemê Soplaxê, di bin darê li ber qeraxa wê de,…

Reşad Şeref

Di beriya sewêdyê de, du rûvî li pêrgî hev hatin. Şim û şim ji bin lingên wan dihat. Ji hev derbasbûn, cardin li hev zîvirîn. Yek nêrbû û ya din mêbû, dilê wan pijiya hevdû. Yê nêr pirskir: Dotmam navê te çiye?
Got: Navê min Qerê ye.
Wey nav li dinê be, yê nêr got!
Qerê bi…

Reşad Şeref

Rebeno, nema çavên wî bi jina wîve dirabûn! Jinê digot: Xwelî li serê min be, ma min jî mêr heye? Mala minê! Mêr jî hene û mêrkok jî hene, hevalên min yek jî li vî welatê gemar nemaye. Eyşo keça şivên bû wa li swêsra ye, Gurcê li elmanya ye, Şefê li swêde..bi pera…

[Ji çîrokên sînor -2]
(Serpêhatîya her penaberekî kû sînor derbaskirî ye yan jî wê rojekê derbask ê)

Lewend Dalînî

Katjimêr 8ê êvarê bi dema Qamişlo, şevek ji ên Sibata 2014an…., ê rêzan kû berî zêdey sih salî û hîna di temenê xwe ê xortanî de qaçax çî bû di sînorê serxet û binxetê de, ew û xortên xwe…

Reşad Şeref

Wê şeva havînê dema ezmûnên giştî yên dibistanê bû, ba ne dilivî, bajar tev kerbû. Ez ji derveyî malê bûm, li rexê din yê kolanê li bin darekî têlê rûniştî bûm. Pirtûkek di destê minde bû, min xwe amadedikir ji bo mijara dawî ya ezmûne yê. Libên pêşiyan xwe diavêtin li ser deverên tazî…

Reşad şeref / Swêsra

Xunav piçûktirîn zaroka dê û bavê xwe bû. Çavekî diya wê li wê bû û çavê din li herpênc zarokên din bû, esmer û çavreş bû. Mezinbûna çavên wê şerîniyek hungivînî li ser ruwê wê dirijand, ne wekî xwîşk û birayên xwe gewr û porzer, kal û tehl bû.
dema temenê wê giha…

Wehîd Keleş
 

gelî gundiyan îro axa mêvanê me ye divê em bi karê pêşwaziya wî rabin

Elo wesa digot : divê em li xweştirîn cih wî deynin

û em jê re bidin xûyakirin ,hîn tu axayî , û tiştek nehatiye guhertin ,û hîn gotina te li cem me pir buhaye , û divê bizanê em…

Reşad Şeref

Hebû, tunebû, demê berê şkeftek tarî û kûr. Mişkekî maldar lê dijiya, keçek rind û ciwan hebû bi navê Xecê. Ewî û jina xwe pir jê hezdikirin..çavek li dinê û yek li keça wan. Rojekê Mişko ji pîrejina xwere got: Keçê..! Mane keça me Xecê bûye ya mêra, ew bixwe gelekî rind û nazdare,…

Merwan Berekat

Gelo ji malbateke bi kok, resen û dewlemend bû, lê felekê destarê xwe çep li wî gerand, û ew xizan û perîşan kir, ne tenê wisa, lê belê çend zarokên wî hebûn, wan beden revandibûn, pir jî dipeyivîn, lê tev bê kar û her yekî jî digot ez. Ji wê xirabtir, dema ku ew…

Reşad Şeref – Swêsra
Hevalê minbû, mala wîjî nêzîkî mala minbû. Mebesta min ew xaniyê ko lê kirêbû. Pêdivî nedikir ko ez telîfona wî bikim yanjî sozekî jê bistînim. Dem, ber bi rojavave diçû, bakî germ dihat.Min pêl bişkova zengilê derî kir, dengê bilbilekî lawaz ne wek carên berê bû, weko bilbilek ji têhna havînê ziwa bûbe. Ez nizanim ji germ…