Çîrok

Dr. Xelîl Omar

Payîz hat û pê re cilên belengazan qetiya û bû wexta kelandina danuwan û raxistina pastêq û mewîjan..bû wexta icacok û hilfirandina qirş û qalan..bû wexta berdana bexçe û mixtiyan û bû wexta seyandina xaniyan.
– Law Ezîzo, qey divê ez ji ber Qaso ji gund barkim?! ..Çêleka xwe berra ser cêza genimê min…

Wehîd Keleş

Tenê bê hiş di rê de di wê cada dirêj de diçû û gavên wî ew direvandin û ew jî ji xwe direviyan.
Çixara xwe dikişand û dû yê wê jî ji sînga xwe ne derdixist ew dûmane jî bi janên dilê xwe re dadiqurçand.
Di vî bajarî de mirov gelek êş û derdan dadiqurpînin ji…

Dr. Xelîl Omar

Ev demeke ko Hemzo mijûl bûye û serê xwe ranake û her ji bîstekê dike niçe-niç û serê xwe dihejîne. Ev rewşa Hemzo gellekî li tellê Ebaso hat û di dilê xwe de hêvîkir, ko ev bêdengiya hevêl dûdirêj be û ya hîn çêtir, ko Hemzo kerr û lal bûbe! Lê Hemzo…

Dr. Xelil Omar

Pîrê ji bêkesî û kalo ji bênefsî, herdiyan li hev pirsîn û meheke di wê navê re neçû, bûk û zavê govendeke giran lidarxistin. Ji aliyekî de dahol û zurne bû û ji aliyê din ve girî û hêsrên herdû keçên Kalo bû; çawa wê bav bizewice û hîna deh sal di…

Ehmed Meter
Werger ji Erebî : Dr.Ebdilmecît Şêxo

Hebû û nebû,li axirekî Erebî komeleyek ji keran hebûn, rojekê ji rojan kerekî ji wan keran di demek dirêj de xwerin nexwar, laşê wî jar bû, guhên wî sist û berxwarî bûn, hindik mabû ku ew ji ber jarbûnê bikeve xwerê.
Bavê kerê têgihîşt ku tendurûsta lawê xwe xeraptir dibe,…

Dr. Xelîl Omar

Remmo lawê Zerga ye, bavê Fetah e, xwediyê simbêlên boyaxkirî û kofiya sor e, mirovekî girs e û bi dar û ber e, deng qube û kenn bêlî ye. Bi kevirê qewetê bê himber e û çi barê giran li gund hebe, bavê Fetah jê ne bêpar e û di vî warî…

 
Dr. Xelîl Omar
.Mişko çigara min vêx! ..Mişko qehwa şêrîn ji min re çêk! ..Mişko li telefonê vegerîn! ..Mişko cilan rax! ..Mişko ..Mişko..
– Weyla min di wê rojê de jardaniyê; roja ko tu tê de ji min re bû kevanî! Mişko got û lingê xwe li beroşa malê da.
– Bê bexto tu ji kêza xwe re…

Dr.Xelîl Omar

Hêdî law Misto pişta te ketiye ber te, bera Rizo û Rûto vê mîratê daxînin, jartêketê weke risasê ye! ..Lawkên min, metika we bi goriya we be, hûnê bi hemdê xwe wê deynin ser blokan! Xatûnê got û hûçikê xwe bi bêvila xwe xist û li dora pîkaba sûzûkî çû û hat.
..Piştî ko Rizo…

Dr. Xelîl Omar

Qey karê min nema, bilî ko ez li ser vê riyê herim û bêm! Ev hivqas sal ez ruhê xelkên distînim, min kesek mîna Hemzo ruh bi dims nedîtiye! Dengê Melkemot ji der ve hat û pê re bû reqi-reqa diran û teşkên mêrikê nexweş. Çima na; Hemezo bi çavên serê xwe li…

Dilovan Çeto

Di roja sêyem de dayika Hesen û herdû keçikên xwe li gel malbata ku ew pêşwazî kirin, liser sifreya firavînê kom bûn,û berî têr bixwe careke din bi girî ji ser xwarinê rabû û berê xwe da odeya xwe.
Xanima malê jî dev ji xwarinê berda û li pey çû,li kêleka wê rûnişt,destê xwe…