Çîrok

Bajarê xewar

Wehîd Keleş
Tenê bê hiş di rê de di wê cada dirêj de diçû û gavên wî ew direvandin û ew  jî ji xwe direviyan.
Çixara xwe dikişand û dû yê wê jî ji sînga xwe ne derdixist ew dûmane jî bi janên dilê xwe re dadiqurçand.
Di vî bajarî de mirov gelek êş û derdan dadiqurpînin ji roja bûnê ta roja çûnê her jan ewe Jane ewe  ewe eewwee.
Baran dibariya û tariya wê cadê mîna tarîbûna dilê wî bû na
mîna tarî bûna li hawîrdora çavên wî bû. Dengê wê baranê tiştek anî bîra
wî. Di nîva wê cadê de rawestiya, lerzekê canê wî guvaşt û pêteke germ
di pozê wî re hilkişiya rayên serê wî. Serê xwe hilda jor qîreka bi
şewat bi  dengê xwe yê aza berda :
-Kanî çavên te bêrîvan k..an..î.. ç…a…v..ê…n…te b..ê…r…î…v…a…n
Vedenga dengê wî di wê şevê de lê divegeriya tenê ew bûbû şivanê şevên reş.
Ev çend salin baran dibare?. Ev deh salin baran nemîna baranê dibare û ev deh salin li van cadeyan li bihina Bêrîvanê, li çavên Bêrîvanê digere ew Bêrîvana di  vê cadê de  windabûyî.
Ev deh salin bandike û dengê wî, sêwî li wî di vegere.

Baran dibariya ta gincên bin cilan jî şilbûbûn lê ew serxwşbûbû bi tiştekî hest ne dibû hew bi baranê û bi xwena Bêrîvanê ve  mijûl bû.

Gavên giran, şil û westiyayî ew gihandin goristana bajêr. Li ber kêla gorê ji kundikave rûnişt. destê xwe li her du kabên xwe pêçan û serê xwe mîna landikê di bir û di anî û çavên wî bi nivîsa wê kêlê ve diçûn û dihatin. Destê xwe kir di berîka qapûtê xwe de çixara dawî bû ji pakêtê kir di
nava wan lêvê xwe yên şil de، ji serma destê wî bangerê ste ne digerand, çend hewildanên pûç lêxistin ji berî ste werê vêxistin.
Wê çixarê ronahiyek di wê tariyê de vêxist çixara xwe bi dawî anî, ronahîbelav bû, dîsa bû tarîstan. Xwe bi serhev de guvaşt, ji nişkêve ronahiyek ji bakurê goristanê ve hat, mîna çirayekê  bû li ser goristanê digeriya. Rawestiya ji xwe re got :
– ev mîna Bêrîvana mine, lê wekî dûmanê ye, na wekî ronahiyê ye.

Bêrîvana wekî  dûman û ronahiyê  destên xwe divekirin û bi dengekî bi ken bandikir, de were min bêriya te kiriye de were lo .

Bêrîvana ji dûman û ronahiyê yarê xwe hembêzkir û ronahî belavbû dîsa li goristanê bû tarîstan. Dem hêdî hêdî derbasdibû, şev derbasbû û bajad hîn bê beng bû û di xewê de mabû.

Bi banga elendê re mele bankir :
– Remo çû ber dilovaniya xweda yê xwe, li wî bibûrin xweda li we bibûre.

Wê şevê koça Remo dîno bû. Wî çaxî sê çariyên mirovên wî bajarî hîn di  xewa giran de bûn, ji bilî min û te, gelekan ne dizanîn sedem çi bû? yan  çîrok çi ye? Girînge? yan ne girînge ji mirovaniya mirovên bajarê  me re.?

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…