Pêncemîn kitêba Arjen Arî ya şi’rê bi navê ‘Şêrgele’ di nav weşanên Avesta de derket. Kitêb bi navê ‘Şêrgele’ û ‘sûretên hisretê û keservedan’ ji du beşan pêk tê.
Ji kitêbê
di xurcika min de hemû qewîtî:
kembera zîvî, hina qeşmîrê, heprî…
cotê xirxalan ji bîr dikim qet!
siwarê hespa kimêt im têm
têm ku bikim xizêm Berîka Binxetê!
kîjan mîrek e…
Pirtûk bi têgihîştina “tiştê ku gelan dike gel bîra giştî ye. Ev bîr jî bi sedsalan û hezarsalan pêk tê. Baş û ne baş çi tiştên ku tên serê wî gelî di wê bîrê de kom dibin. Her nifşek van tiştan radigihîne nifşê piştî xwe. Nifşên nû jî li gor vê rabirdûyê teşe digirin” hatiye…
Ji nav weşanên Wezareta Rewşenbîriya Kurdistanê-Birêvebiriya Giştî ya Rojnamevanî û Çap û Belavkirinê, bi jimara 292an, kitêba nivîskar û dîrokzanê kurd Wezîrê Eşo ya bi sernavê“ Pariyê Berdemayî” derket.
Wezîrê Eşo kitêbê diyarî “ bîranîna birê xwe Ezîzê Eşo ya geş û pîroz” dike. Pêşgotina pirtûkê bi destê nivîskarê Kurd Eskerê Boyîk hatiye nivîsandinê….
ji weşanxaneya AVESTA li Istembol, Mem û Zîn a Ehmedê Xanî bi kurdiya îro derket. Mem û Zîna ku nû hatiye çapkirin bi kurdiyek nûjen ku piraniya xwendevanên vê demê tê digihîjin hatiye nivîsandin. Jan Dost ê ku Mem û Zîn bi kurdiya îro nivîsiye, ew bi eynî kêşe û wezn û qafiyeyên kalsîk…
Pirtûka nivîskar Hesen Huseyîn Denîz a li ser Vegotina Kurdî ya bi navê `Rênîşanêra Vegotina Kurdî-Peyvikî û Nivîskî` derket.
Di pirtûkê de ji ABC ya zimanê kurdî, heta rêzikên rêzimanê kurdî, ji cureyên vegotina peyvikî, heta yên nivîskî û awayê rastnivîsa kurdî gelek mijar hatine bidestgirtin.Pirtûk bi zimanekî sade û bi mînakên têrkar hatiye amadekirin….
Romana nû ya Jan Dost ’Mîrname’ di nav weşanên Avesta de derket. Mijara romanê Ehmedê Xanî û dema wî ye. Lê ev roman ne biyografiya Xanî ye bi qasî ku ew biyografiya her rewşenbîrekî ye ku li hember desthilatdariya hundir û derve xebatê dike. Tevna wê bi tayên fantazya û tarîxê hatiye ristin. Romaneke…
Ji pêpelûka 20’an, ji rêçûna kurdewar a wêjeyî, berxwedana li hember têkçûna kovargeriya kurdî merheba,
Xwendevanên hêja;
Em bi hejmara 20’emîn dîsa derketin pêşberî we. Kovara W(e) fetleke din da xwe û berê xwe ber bi deryaya wêjeyê ya kurdî û ya dinyayê ve kiriye û her dimeşe… Her çiqas li vî welatî zagonên daristanî…
Ji weşanên yekîtiya nivîskarên Kurd leqê Duhok beravokek çîrokan bi navê KEPEZÊ XEWNA ya helbestvan û çîroknivîsê Kurd Xemgînê Remo hat weşandin, hêjayî gotinê ye ev beravok ji 88 rûpelan pêk tê û 11 çîrokan hembêz dike, hin ji navê çîrokên vê pirtûkê : rojin dîrokî di jiyana gundê me de, şermezarî, bêhna laşekî, nojdara…
Dr.Zara Brahîm
Berhemekî nû tevlî pirtûkxana kurdî bû, bi taybet ya beşê rojavayê Kurdistanê.Bîranînên Dr.Heznî Haco yên ku di 2007an de hatiye weşandin dibin navê ( Tê bîra min ).
Bêguman ev cihê kêfxweşiyê ye û zengîniye bo wêjeya kurdî, çikû ew ne tenê serpêhatiyên kesayetî ne, lê belê dîroka gelê rojavaye wek civat û bizava siyasî…
Hewlêr–Kurdistana Îraqê
Li Dihokê, herêma Kurdistana Îraqê kitêba nû ya nivîskar û helbestvana Kurd ya naskirî Diya Ciwan ji aliyê weşanxaneya Xanî ve derket û kete ber destê xwendevanan de. Kitêb bi zimanê Kurdî û bi herdû elîfbayên bi tîpên erebî û latînî hatiye çap û belavkirinê. Mezinahiya kitêbê dora 100 rûpelî ye. Naveroka kitêbê…