“KULÎLKÊN BAXÊ BOTAN” Hem gulan û hem jî kulan vedibêje

Pirtûk bi têgihîştina “tiştê ku gelan dike gel bîra giştî ye. Ev bîr jî bi sedsalan û hezarsalan pêk tê. Baş û ne baş çi tiştên ku tên serê wî gelî di wê bîrê de kom dibin. Her nifşek van tiştan radigihîne nifşê piştî xwe. Nifşên nû jî li gor vê rabirdûyê teşe digirin” hatiye amadekirin û weşandin.
Sedemên weşandina vê pirtûkê jî wiha hatine diyarkirin: “Gelek rêyên ragihandinê hene. Me kurdan jî heta niha ragihandin bi wêjeya xwe ya devkî pêk aniye. Ji ber sedemên tên zanîn ragihandina nivîskî zêde bi pêş neketiye.
Ragihandinên devkî jî bi demê re diguherin û bi piranî tên jibîrkirin. Ji bilî hin kesayetî û bûyerên pir girîng tiştên ku gelê me jiyaye di bîra giştî de kom nebûne. Bîrên herêmî çêbûne û her yekê li gora herêma xwe teşe girtiye. Ev rewş jî îro di gelek waran de dibe asteng, pêşiyê li lêkolîn û xebatên berfireh digire. Tevî ku îro gelê kurd di gelek qadan de pêş ve çûye, bûye xwediyê derfetên baş jî, gelek caran eşîrparêzî û herêmparêzî derdikeve pêşberî me. Sedem jî ew rewşa ku me qal kir e. Ji bo ku em ji vê rewşê rizgar bibin û bîreke giştî ava bikin divê em wan bîrên herêmî bigihînin hev.”
 Wek ku hatiye diyarkirin ev pirtûk xebateke herêmî ye. Lê gelek kesên ku bûne malê raya giştî ya kurd jî tê de cih digirin. Wek Îsmaîl Ebû’l Îz El Cezerî, Melayê Cizîrî, Mihemed Arifê Cizîrî, Seîdê Hemo, Orhan Dogan û gelekên din. Gelek kesên ku di pirtûkê de cî girtine bi serê xwe mijara lêkolînên dûr û dirêj in. Dîsa mirov dikare rewşa kurdan ya gelemperî jî di jiyana van kesan de bi rihetî bibîne. Têkçûn û serkeftin wek cêwiyan e. Gelek bûyer û jiyanên trajedîk jî hene. Mirov dikare jiyana Seîdê Hemo (Seîd Axayê Cizîrî) wek mînak nîşan bide. Pêşiyê serî radike û li ser welat dibêje, lê piştî mişextî û neçariyê dibêje: “Kemal e Kemal e wer lê lê /  Kemal e Kemal e wer lo lo”.
Pirtûk her çi qas ji portreyan pêk bê jî gelek serpêhatî, çîrok, stran û çêjên gelêrî jî di pirtûkê de cihê xwe girtine. Yên ku pirtûkê bixwînin wê tenê çîrokeke rijî ya jiyana wan kesan nexwînin. Wê di nav pirtûkê de gelek qadên jiyanê jî bibînin. Carina wê bi feqiyan re biçin medreseyê, carina jî wê bi dengbêjan re ji kula dilê xwe bistrên.
Ev berhem di encama xebateke dûr û dirêj de û bi kedeke zêde hatiye amadekirin. Ji bo lêkolînên dîrokî û herêmî çavkaniyeke têr û tije ye.
Pirtûk ji aliyê Abdulkadir Bingol ve hatiye amadekirin û Enstîtuya Kurdî ya Amedê jî weşandiye. Ji 300 rûpelan pêk tê. Ebadên wê 13,5 x 21 cm. ne. Bihayê wê 10 YTL ye.

Enstîtuya Kurdî ya Amedê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdilmecît Şêxo

Ji stêrên çavên

Hêva min

Ji kenînên stêrkên

Amedê

Mehabad

Duhokê û

Efrînê

Ez wêneya şêrekî pîdar

Bi tiliyên Xwedayê Evînê

Di nav herdu pîsîrên te de

Nîgar dikim

Dilê min bi dil re

Çavên min bi…

Em hemû nivîskaran agahdar dikin ku ew dikarin nivîsên xwe yên bi zimanê Erebî û Kurdî bişînin da ku di jimara duyem a Kovara “Soryaz” de werin weşandin.

Ev beş hene: (Dosyaya Jimarê, Lêkolîn, Nirxandin û Xwendina Pirtûkan, Wergerandin, Mijarên Jinê, Dîrok, Sînema, Şano, Muzîk, Folklor, Ragihandin, Gotar , Çîrok, Helbest, Raporên…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…