welateme1

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya “Kathak” li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî “Kathak” pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike. Herwiha wan di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku “Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de”….

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…

Burhan Hisso.

 

ji çeman bipirse

ji ewrên di ser tere dibuhurin

ji çûkên ku ji ber te nafirrin

ji Bê

Ji silavên serê sibê

Ji Minarê

ji sermê

ji berfê

ji kortikên avê

ku zarokan birînên xwe

têde vedmirandin

ji yara dibê ezê bêm

diçe buhara qefla mirinê

diçe SINEMÊ

û nayê

bipirse ji ŞERMOLA

ji keserên di bin ax a te de veşirtî

ji ax a teyî cêwiyê rondikên dayikan

ji kirasên ji…

Bavê Zozanê

Ji xwe em tev helbesvana kurd Mizgîn Hesko dinasin ku xwedî berhemên berbiçav e ,zêdetirî 15 dîwanên wê yên helbestan hene. Mizgîn Hesko bi xwe ji rojavayî kurdistanê ye, li biyaniyê li welatê Elmaniyayê rûdine.

Bi rastî berhemên wê ,helbestên wê balkêş in cihê dilşadiyê ne, bi zimanê dayikê…

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

Sernav, perspektîv û amajeyên wê.

Sernav kilîta derbasbûna nêv pirtûkê ye. Sernavê romanê hêmanekî girîng e ku divê hem agahdar be û hem jî balkêş be da ku bala xwendevanan derxe û wan ji rêwîtiya nav cîhana vegotinê re amade bike. Sernavekî baş bijartî bîranîn e…

Amadekirin: Qado Şêrîn

Kurd mîna gelek gelên din ketin ola Islamê, û wek nivîskarên wan gelan bi zimanê Quranê pirtûk nivîsandin. Hin nijadperestên Ereb şaristaniya Islamê piştguh dikin û wan berhem û pirtûkan li ser şaristaniya erebî dijmêrin, ji ber bi zimanê erebî hatibûn nivîsandin.

Dema netewe geş bûn û dewletên…

Xizan Şîlan

li şevkoriya esmer

jana hestên xwe tînim ziman

salan

taca êşên nenas danîn serê

qedera min

ji rayên dara çinarê ya spehî

xwîn dipale

tîra bêbextiyê pekiya

û di kezeba temen re

çû xwarê

bafiroka min

li…