welateme

Heval û Bira Berêz Kemal Ebdî Îro berbangî, Roja Sêşembê 17.11.2020 li Bajarê Efrînê çû Dilovaniya xweda.
Bi Koçberiya wî,ne tenê Malbat û Milletê Çiyayê Kurd û seranserî Rojava pê xemgîn dibe, lê her Tariya oxira wî li Esmanê hemû Kurdistanê digere.
Birayê gewre Kemal Ebdî, Nimûnekî taybet bû. Jiyana wî her Têkoşîn, Eşa Millet û Welat…

Mihemed Hesko (birasoz)

Tenê bo te..!
Payeyên balkêşiyên hestan
Çokên xwe datînin
Û xwedawendên viyanê
Ên ku li sîbera bedewebûna teKirin ku derbirîn rabiper e

Û rewanbêjî nikaribe lal bib e
Û nikaribim ji ber navgiranî
Û tîrêjên awirên çavên te birevim?
Çavên te yên ku
Hemû wateyên rastî û dilpakî yê
Û rengên pêşerojê û nameyên yekbûnê
Tevî bawrmendiyê di xwe…

Bavê Zozanê

Di roja 25.10.2020 li bajarê Bochum a Almanî li Dêreke mezin û naz -Riedenskirche Bochum wattenscheid-pêşengeha hunermend û peykervanê kurd ê rojavayê Kurdustenê Si`ûd Siltan di bin navê “Die optimistisch Seelen im Gadränge des Leben” Derûnên geşbîn di qêrîn û hewar a jiyanê de,hate li dar xistin.Bi amedebûna cemawerekî taybet ,xuyanî,neqandî,ku pêşengeh hatubû nîşan…

Brahîm Mehmûd

Tu dizanî heyvê xwe rakişande min
Dema peyva tu ne gewrî ji devê min derket
Diyarbû ku min li asîmanê dilê xwe ne nêrî

Tu dizanî deriyê pêlek xwe avête min
Dema min hizir kir ku evîna te nizme
Diyarbû ku min nêrîna cavê xwe bibîr neanî

Tu dizanî çem bi hêrz ez dame berxwe
Çiku min gote te tu kine
Diyarbû…

Lewend Dalînî
( Dr. Saif Daoud )

Di dîroka kevnetûr û Mûsîka Kurdî a klasîk de, gelek Şehsiwar û stûnên saz û dengbêjiyê hebûn… lê mixabin tanî niha jî gelek ji wan nehatine naskirin û nav û dengên wan weke bejna wan a bilind di parastina beşek yan jî rengek ji ên kevnetora Mûsîka Kurdî kû bingehîn…

Hejmara 93 ya ‘’Pênûsa Nû’’, hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Hevpeyvîn, Folklor û Helbestan jî bixwînin. Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 30 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.
naverok
Nivîsara sereke:
Çend bûyerên hemdemî/Ebdulbaqî Huseynî
Nerîn û Gotar:
Jînengeriya Dr. Nûredîn Zaza / Bonîye Cegerxwîn…

(Dikim diyarî ji zimanheza hêja Incil Delecuk re)

Konê Reş

Ji ber ku kesayetiya me di zimanê me de ye û em bi zimanê xwe kurd mane, neyarên me jî, ji mêj ve, ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê me kirine û dikin.. Roja îro çendî em bi zimanê xwe bixwînin û…

Sabrî Resûl
wergerandin: Ebduleziz Qasim

Bi dirêjahiya dîrokê, her ji serdestiya Ereban û belavbûna Îslamê li Kurdistanê û heta niha, hizrên tevahîxwaz “totalîter” li ser hizra Kurdî zal bûne û nehiştine çi hizrên cuda derkevin holê, yan jî peyda bibin û pêş bikevin, heta dikarin bêjin ku hizra netewî ya ku di nav Fars, Ereb û Tirkan…

Ebdulaziz Qasim

Piştî peymana “Sykes-Picot”, beşek ji Kurdisanê ket di bin deshilata “Mandate” Fransiyan de (1920-1946), ya îro jê re tê gotin Kurdisana Sûriyê “Rojavayê kurdisanê”, Fransa di dema “mandate” ya xwe de gelek piştgirî da kêmatiyên netewî, olî û mezhebî li Sûriyê, û Sûriya niha li ser pênc dewletan dabeş kiribû (Heleb, Şam, Çiyayê Elewiyan,…

Rojnameya Agirî duheftînameyek siayasî-giştî ye, ji aliyê PDK Îranê her heyv bi rojjimêriya kurdî du caran bi tîpên kurdiya latînî tê weşandin.
Hejmara nû ya Rojnameya Agirî bi van çend gotaran derket:
1- Xala dijberê Tehranê – Agirî
2- Sergotar (Kurd û Amerîka)- Kerîm Perwîzî
3- Navenda Hevkarî: “Celal Melekşa” bi sedema azadîxwazî û nivîsînên xwe hezkiriyê tev xelkê…