Rêwan Mîranî
Min hemû pêlavê xwe
Di riya mala te da qetand in
Heta ez pêxwas mam
Te nû got:
Ma tu nizanî, ez pêxwasan nakim!
Min perdeyên dengê xwe
Di bangkirina te da qetand in
Heta ez lal mam
Te nû got:
Ma tu nizanî, ez lalan nakim
Min hemû hêviyê xwe li ber pên te rijand in
Heta ez bê hêvî mam
Te nû got:
Ma tu…
Hejmara 97 ya ‘’Pênûsa Nû’’, hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Hevpeyvîn, Folklor û Helbestan jî bixwînin. Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 30 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.
Naverok..
Nivîsara sereke:
– Çi li Kurdistanê çêdibe?! / Ebdulbaqî Huseynî
Nerîn û Gotar:
– Dîwana Hadî…
Ibrehîm Şitlo
Daxuyaniya dawîn a civîna Astana, diyar dike ku Dewletên li vê Civînê beşdarbûne : Rûsya, Tirkiyê û Iran xwe ji ber Rewşa Welatê Sûriyê Berpirsiyar dibînin. lê her yek j iwan hersiyan li gora Bercewendî û Armancên xwe Daxuyanîya vê Civînê cih bi cih tîne.
Her sê Dewlet:Rusya, Tirkiye û Iran di Daxuyaniyê de Daxwaz û…
Qado Şêrîn
Helbestvan ew e yê ku bi gotinan, ne bi kamîrayan wêneyê dîmenan dikşîne.
Tu çawa li jiyanê, li der û dora xwe, li dîmenan û li jinê temaşe dikî, tu çawa dizanî hewqasî xweşik pesnê tiştan bidî, û wan dîmenan wek wêneyekî bedew, bi tîp û gotinan bikşînî. Belkû helbestvan bi tenê dikare wisa be.
Helbest…
Konê Reş
Di biçûkaniyê de, li gor ku tê bîra min, di civaka Beriya Mêrdînê de dihat gotin; (sûret heram in) anku wênegirtin heram e. Yên ku ev yek belav dikir oldar bûn; Mela û Sofiyên mala şêx bûn.. Civaka me jî di nav cehalet û nêzaniyê de pêçayî bû, ji wan bawer dikirin.. Ev rewş…
Nûjîn Qido
Ji ber ne tiştekî xembar im
Ji ber hemû tiştan tev bi çûxreyeke sêwî dikenim
Ne ku bikşînim lê dema pê bişewitim!
Ji ber kulekî dermanê wê li dermangehine biyanî
bi carekê nîne tune dibim,
bi nexweşiya pîs têk diçim
Nexweşiya ku tevlî hêviyên derewçî!!
Tevlî xaliya boriya nemir!
Tevlî berdewamiyeke sitû xwar…!
Tevlî mirineke bi saxî!
Tevlî tifa zemînê di nava çavên xewnan…
Burhan Hisso
Ez ê veçirrim,keziyên Rê
hinnekim,tilîkên Bê
li xwe kim şalê cejnê
Tu bê
Ez ê bi ser gerdonê ve berdim
perda şevê
di hembêza te de
pifkim çirê
bera feraşên aşê dilê min
bihêrin
sinbilên bêrîkirinê
û li ber bayê maçkirinê
bidêrin
genimê xelata hatinê
hêêêêêdî hêdî
heeeeeeta sibê
eger
Tu bê.
Sabri Rasoul
Wergerandin: Ebdûlazîz Qasim
Ewlehiya “bi darê zorê” ya li devera Kurdî “Cezîrê” nayê bi wê wateyê ku rewş ber bi aramiyê ve diçe, ji ber ku di rewşa niha de û ji ber nebûna tifaq û yekrêziya kurdî, û rawestandina danûstandinên di navbera her du aliyên kurdî de, û nebûna nîşan û fakterên serxistina wan…
Dilovan Çeto
Di roja sêyem de dayika Hesen û herdû keçikên xwe li gel malbata ku ew pêşwazî kirin, liser sifreya firavînê kom bûn,û berî têr bixwe careke din bi girî ji ser xwarinê rabû û berê xwe da odeya xwe.
Xanima malê jî dev ji xwarinê berda û li pey çû,li kêleka wê rûnişt,destê xwe…
Mahir Hesen
Berhemên Wêjeyî bandorê li rewşê dike û jiyanê vedibêjîne da ku em karibin raman bikin an jî wekî rastiyek li pêşberî xwe bijîn, lê dibe ku ev rol li gorî baweriyên rewşenbîr û nivîskar û rexnevan be ên dûr û dirêj di xeyalên xwe de erênî an negatîf berheman radestî mirovan dikin.
Here li vir…