Ezîz Xemcivîn
Kekê hêja
Berî dest bi nivîsa xwe bikim lêbûrîna xwe dixwazim ko ne bi destê min û ne bi mebest ji aliyê min de ev şaşitî çê bûye, lê dixwazim ko ji xwendevanan re bidim xuya kirin çîroka evê tabloya ko te ez tawanbar kirime bi diziya wê,
Berî her tishtî di vê xwendevan binasin…
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Di vê dema dawiyê de, di mehên 10,11,sala 2006an de Ronakbîrê Kurd û nivîskarê jîr Muhsin Ciwamêr çend gotar di bin van navnîşanan de di derbarê zimanê kurdî, di malpera Rojava.net de weşandine.
1-“Ma rast e, ku perlemana Kurdistanê zimanê kurdî yê hevbeş çespandiye? “2-“zimanê kurdî yek e.”3-“Xwendina xwendekarên Kurd li zanîngehên Kurdistanê…
Siyamend Brahîm
Ji roja gerdûn hate afrandin, û mirov hesta xwe ya rojane di her beşê Huner, nivîsandin dahênan kir, belê ev d,mene Berçav ji kevçika dil, hiş, û wijdan. ew derket û wergerand, ew bû bingeha pêşî di jiyana mirovatiyê de, cihekî xwe î giring û xwesir stand, ji ber ku wergerandin roleke xwe…
Konê Reş
Wek ku diyare, Kurdistan bi çiyayên xwe, hem jî bi şoreş û serhildanên xelkên xwe navdar e…Û tevî qedexebûna zimanê kurdî, perçebûn û bindestiya gelê kurd, gelek lehengên bi nav û deng, di warê nivîsîna bi zimanê kurdî, hunandina helbestê, danheva folklor û weşandina kovar û rojnameyan de di nav gelê kurd de…
Selah Bedredîn
Piştî doza Ducêl ê ku karpêkên dîktatoriyetê di dûrahiya wan ya tayfegerî-siyasî de diyar dikin,dadgeha iraqiya bilind a gunehan dest bi dadgehkirina dîktatorê herifî û jinavçûyî û darûdestên rêjîma wî a rûxiyayî derbarê dosiya tawanên Enfalan yên ku jiyana dehan hezaran mirovên Kurd windakirin ku tawana wan ya tik û tenha kurdbûna wan…
Siyamend Brahim
Welatê min bi çi rengî tu dijî, tu dizanî bê çiqsî derd û kulên te, nema di tu tûrikan de têhilanîn, li seranserî seqayên te tijî êş û xemgaîniya salên windayî li pey hev dicivin, û di arama rojan de vala dikir.
ka ji min re bêje hey xwedan derûnê bi bihna…
Dêrika Hemko- Welatê me
Li roja pêncşemê 9-11-2006 ê, li bajarokê Til koçer ser bi bajarê Dêrikê ve girêdayiye, xortek bi navê Mihemed Welîd ElBoşî ji aliyê plîsan ve hate girtin . Ev xort yek ji wan çend xortên ku li roja 3-11-2006 ê, di kiryareka hîlebazî de xelkên Dêrika Hemko xapandin , û di encaman…
Guropa Dêrikê ya çanda kurdî
Li ser daxwaza Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî, simînarek rewşenbîrî-ramankêşî di bin nav û nîşanê (( bingeh û peransîpên avakirina ramanek kurdî ya hevdemî )) ji nivîskar û ronakbîrê kurd Hewas Mehmod re, bi amadebûna birek rewşenbîr, siyasetmedar, xemxwar û dilpêşên çanda kurdî,li roja şemiyê 11-11-2006 ê, li bajarê…
Welatê me
Li roja Înê 3-11-2006 ê,çend xortên nenas û devliken wek ji zar û zimanê wan yê Erebî di hate zanîn ku ji parêzgeha Helebê ne. sibehekî piştî cejna Remezan û baranê hatin bajarê Dêrikê û di kiryarek hîlebazî de xelkên bajêr xapandin
bi hatina xwe re çûn li cem şêx Mesomê Şêx Mihemed Nezîrê…
Silêman azer
Xwezî 1
termê xwe bixweziyan
pêçabû
peravên bajerekî
hêc dikirin
Xwezî 2
vedengên winda
ji xweziyên te
xewa bêdengiyê
kerkirin
Xwezî 3
ji zayîna xweziyan ve
laşê min bendek
û pêçeke
ji hejandina wan re
şev 1
welatek
di tûrikê
penaberiya xwe de
dihilgirt
bû reşkê şevê
ser sînoran
şev 2
yê dergekê şevan
vekir
di şopikên wê de
winda çû
yarê 1
yarê
li ser kenarê bêrîkirinê
torên nerînan
dihilweşînin
demên westiyayî
ji bendewariyê
yarê 2
yarê
keziyên ku ji ber pencên
bahînekê
direvin
nêçîrvanê
xilmaşiya şevê minin