Konê Reş
Cejnê Cejnê Cejnê
Xanê rok hat bejnê
Cejna Newrozê ye
Serê nû salê ye
Va dar dipişkivin
Çiya dixemilin
Bi zer û kesk û sor
Bi riçinê wek por
Çûk çivîk dixwîn in
Hêlîna datîn in
Dil lêdide bijen
Xwerist dibe bi ken
Mirov dibe rûgeş
Jiyan şêrîn û xweş
Cejnê Cejnê Cejnê
Xello rok hat bejnê
Cejna Newrozê ye
Destpêka salê ye
Cejna ji sed salan
Roja bav…
Di Roja 15 Avdarê 2022 , Welatparêz û Kesayetiyê bilind Hecî Bozan Şido li Gundê Xêrîb – Kobanî çû Dilovaniya xweda.
Hecî Bozan Şido serbilindiya xwe di Alîkarî û pişgêriya mafê milletê Kurd de didÎt.
Her Dem û bi her awakî alÎkariya TêkoşÎna Tevgera Kurd dikir. Herdem Deriyê Mala Wî JI Xebatkarên netewî re vekirîbû.
SersaxÎ ji ji…
Alan Hemo
Wek ku sînga min
Tijî gul bin
Her ku henasekê dikşînim
Çûkek difire
Wek ku çavên min çirax bin
Di kurahiya deriya tariyê de
Dinavbera awir û awirê de
Periyê perwanekê biçirûse
Wek ku dilê min quntara çiyakî be
Li tehtibejeke xalî
Guvîna bayê xerbî
Li bin baskê balindeyekî keve
Wek ku bîranînên min giravek be
Li nav zirpêlan û bablîsokan de
Pêwendîwendayî be
Pirrek mermerî peyda be
Wek…
Keyhan Mihemedînijad
Min di vê gotarê de hewil daye bi awayek berfireh li ser gelek mijaran lêkolînê bikim û bi çendîn lêkoleran re hevpeyvînê bikim û di vir de bi rohnî behs bikim. Lê divê em destpêkê li ser vê yekê behs bikin ku Newroz çî ye û li kuderê ve hatiye?
Newroz kevintirîn, mezintirîn û girîngtirîn…
Ehmed Meter
Werger ji Erebî : Dr.Ebdilmecît Şêxo
Hebû û nebû,li axirekî Erebî komeleyek ji keran hebûn, rojekê ji rojan kerekî ji wan keran di demek dirêj de xwerin nexwar, laşê wî jar bû, guhên wî sist û berxwarî bûn, hindik mabû ku ew ji ber jarbûnê bikeve xwerê.
Bavê kerê têgihîşt ku tendurûsta lawê xwe xeraptir dibe,…
Rêber Hebûn
Sarter1 meqate dibe ku a din bike dojeh, ji ber ku mirov nikare xwe ji pirs û êşên xwe rizgar bike, li gel wê di hebûniyê de bi derya de diçe,ta a din
ji takes re kelemek î bibîne ,û bi heman demê zanyar kedekê dide bin siha çi gotarê an deqekî ji kesê wergirtî…
Dr. Xelîl Omar
Remmo lawê Zerga ye, bavê Fetah e, xwediyê simbêlên boyaxkirî û kofiya sor e, mirovekî girs e û bi dar û ber e, deng qube û kenn bêlî ye. Bi kevirê qewetê bê himber e û çi barê giran li gund hebe, bavê Fetah jê ne bêpar e û di vî warî…
Gotina YNRKS ku hate xwendin ji layê bavê Zozanê ve, di ahenga rojbûa serwerê doza gelê kurd Mela Mistefa Barzanî ku rêxistina Elmaniya ya partiya dêmuqrata Kurdistan- Sûriya di roja 13.03.2022 li bajarê Essen ê en aheng li darxist.
Mêvanên hêja amedebûyên berêz:
Bi navê yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya em vê roja…
Konê Reş
Adarê!
Di pencereyan re
Xuya dike
Di nav lihevketina pêlan de
Bi ser me de
Dibare
Di çîrokên bahoz û xemgîniya demê de
Şil dibe,
Bêrîkirin jê di fûre.. Û
Çepel û megrûdî jî
Hewil didin ku
Canê xwe ji
Netebitîbûnê aram bikin û
Xwe ji şewatê bi parêzin..!
Adarê!
Di sibehên te de
Dêmê Qamişlo
Di kolan û sikakan de
Digirî,
Rondik wek xunava buharî
Tê xwarê û
Dengê nalînê di qirika xelkê…
Çavpêketin û amadekirin: Ebdulezîz Qasim
Di 24`ê Tîrmeha 1923`an de, Peymana Lozan “Treaty of Lausanne”, bêyî beşdarbûna nûnerên gelê Kurd hat lidarxistin û tê de hemû bendên taybet yên Peymana Sêvrê “Treaty of Sèvres” di 10.08.1920`an de hatin jinavbirin, ku hêviyên mezin li pêşiya damezrandina dewleteke kurdî hatibûn vekirin, bi taybetî di bendên 62, 63,…