welateme

Cejna Çarşema Sor, bi navê din ‘Çarşema serê Nîsan ê’ li gorî bîr û beweriyên civaka me, roja afirîna cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Çarşema Sor roja destpêka aştî û aramiyê ye. Xweza reng diguhere di wê rojê de.

Çarşema Sor, cejna civaka Êzdî ya herî mezin û watedare ku ji dîroka qedîm…

Dr. Kamiran Bêkes

Beşdarên hêja,
sereta ez dixwazim wan kesan spas bikim, yên ku ev civata li dar xistine û ji bo pêkanîna wê xebitîne. Herweha ez dixwazim we spas bikim, beşdarên hêja, ku hûn bi amadebûna xwe li vir hêzeke razber (moral) didin xebata bona maf û azadiyan li Sûriyê.

Beşdarên birêz,
Zincîra tawan û kiriyarên ku mafên…

Mahir Berwarî

Piştî demek dirêj komele û civatên Kurdistanî ya li bajarê Dortmund, lawaz û ji karkeftin, her tinê bi nav hebun, bê çalakî û bizav di cih da mabun, komeka xwîn gerim bi erk zanî ko vî barê fer û giran hilgirin û xwedî li Kurdistanî ya derkevin, rewşa civakî û kulturî ya Kurdistanî li…

Dr.Zara Brahîm

Berhemekî nû tevlî pirtûkxana kurdî bû, bi taybet ya beşê rojavayê Kurdistanê.Bîranînên Dr.Heznî Haco yên ku di 2007an de hatiye weşandin dibin navê ( Tê bîra min ).
Bêguman ev cihê kêfxweşiyê ye û zengîniye bo wêjeya kurdî, çikû ew ne tenê serpêhatiyên kesayetî ne, lê belê dîroka gelê rojavaye wek civat û bizava siyasî…

Salih Kobanî

Ez nizanim, ka…
ji peyamên bê peyman re,
ji katjmêrên bê wijdan re,
yanjî
ji binê salê re, lê ji serê salê re bilorînim?

Ji te dûrim… Ferat !
Ez nikarim di vê zivistana bê pergal de,
Te
Bi laşê xwey tije guneh,
bi tîna salên bê reng.. te bipêçim.
Yanjî, xwe bi te,
xwe bi xewnên te,

bi çîrokên te, yên ko kevn…

Dr.Ebdilmecît Şêxo

Kêşeya Musilê û Başûrê Kurdistanê: Di dîroka nûjen de diyar e ku li gor hevpeymana “Sayiks -Pîko ” di sala 1916 an de û piştî şerê cîhanê yê yekem ku dewletên koledar, dewletên Ereban û du beş ji Kurdistanê ji “Împiratora Osmanî” dagîr kirin. Firansa Rojavayê Kurdistanê di çarçewa Sûriyê de zep kir…

Xizan Şîlan

ez
li derûniya jiyana kambax
laşê ber devê
dilşadiya kurm û kêzika me
li valahiya asîman
bersiva pirsên nependî
yê gerdûna nava xwe me
li tenetiya şevistanên bizdonek
hesretkêşê li nav koçberiyê me

giyanê min
li taristana şevê
di tirs û jana xwe de
diperpite
di kelkela tîrêjên tava rojê de
diqefilim
li ber seqema zivistana xopan
ji german diqewirim
xêrnexwezan
li şefaqên welatê rojê
beybûna qûntarên çiyayên min
çilmisandin
awaza bilbilê baxê dil
di…

Ronî ELÎ

Birûsk vedin..
Tav reş bibin ..
Xurmîn û gurmîn bi hêz bibin..
Li newalan Av rêz bibin
Cerg û hinav werin sotin
Dev negerê bi yek gotin
Lê di dil de evîndarim

Rû reş bibin
Ser xweş bibin
Gulên evînê beşbibin
Tazî bibin nexweşbibin
Ku dil badin bi hovberî
Pêre têkevin berberî
Evîn bibe guneh û şerim
Pêwendî nemînê herdem
Lê di dilde evîndarim
Dil dîl bikin bi huner
Êrîş…

Di roja 22 ê Nîsana sala 2008an de, 110 sal di ser weşana yekemîn rojnameya kurdî(KURDISTAN) re derbas dibin. Ev rojname stêrka pêşî bû ku rê li ber rojnamevaniya kurdî ronî kiriye.
Rojnamevaniya kurî li Sûriyê jî li ber vê roniyê pêkên pêşî avêtine, lê mixabin ta îro roj jî ew di rewşeke zor…

Nivîsîna: Dilşêr Husên*
Wergerandin :Diyar Ehmed

Di ristezincîrên Erebî de ji me re hatbû naskirin ku naveroka wan ristezincîran li ser dagîrkariya Firinsî û Engilîzî ji welatên wan re di axivîn, hin carên kêm li ser dagîrkariya Israîlê ,û di vê dema dawiyê de li ser dagîrkariya Emerîkî ji Iraq û Efganistanê re jî di peyvin.Lê…