welateme

ji bo danasîna berhemên nû, asankirina lêgherîna jiyan û berhem û çalakîyên jan Dost malpera jan Dost îro dê di xizmeta we de be.
hêjayî gotinê ye ku hunermendê Kurd Miço Kendesh barê Disigneriya malperê hilgirtibû ser xwe û ew bi rêvebir.

www.jandost.com

Xwendevanên hêja û delal,
Di havîna îsal a germ û xelabarî de em bi hejmareke din a Kovara W(e) li pêşberî we ne.
Gelî xwendevanan,
Dîsa jî em bi dosyeyeke xweser û taybet dertên hemberî we. Me di vê hejmarê de mijara dosyeya xwe Bavê Felekê hunermendê me yê nemir Mihemed Şêxo hilbijart.
Gelek alim,…

Konê Reş

Kêfxweş dibim, ku ez jî dewla xwe di bîra hunermendiya Mihemed Şêxo de dakim û dilê evîndarên deng, awaz û gotinên wî, bi çend gotinan şad û xweş bikim.
Mihemed Şêxo; ew jî mirovekî wek me tevan bû. Lê di warê deng û mûzîkê de, mirovekî ji me cuda bû; Mirovekî bi…

Sîrwan Qiçço

Sînga te bûbû
Lîstikgeha birînên
Biyaniyê !
Ezê binivîsim… lê çi ?
Ji te re çîroka heyva
Wendayî binivîsim?
Ji te re bûyera kevoka
Birîndar binivîsim?
Yan çîroka xaça çêkirî..!?

Ne pêwîste..
Tu dizane ezê çi bêjim.

Belê… ew keça neh salî,
Hîn li xwe digere ji dema
Ku ji dayika xwe bûye!
Parsa nasnameyeke
Ewropî dike!
Kolanên Brûksêl
Dipîve
Û pêre digirî!

sirwankajjo@gmail.com

Ji bo helbestvan, nivîskar û ronakbîrên Rojavayê Kurdistanê li Ewropa

Berêzan!
Di 22 .10. sala 1993 an de çend nivîskar û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, ROJA HELBESTA KURDÎ li darxistin. Ji wê salê de, helbestvan û nivîskarên me li welêt mîhrecana helbesta kurdî vedijînin.

Li ser vê şopê jî, di sala 2002 an de helbestvanên Rojavayê Kurdistanê li Almaniya…

Melevan Resûl

Şaristaniya miletan bi metodên renga reng têne avakirin , helbete ew şaristanî bi serê xwe nikare xwe ji pêmaya mirovanî bibire , gerdûn weha hemî bi beşdarbûn û çavkaniyên cor becor tê xemilandin , di qûnaxên kevn û serborî de çavkanî hemî diherikin ser hev û her miletek li gor hoyên xwe yên…

Dr. Ibrahîmê Mehmûd

Li Daiykbûna Güney
Di Şefeqekê de ji Şefeqên buhara nerim û pir bi xwinav ; û li gundekî dûrî cîhana serdemê bi navê Yenîcê, nêzîkî bajarê (Adena) li başûrê dewleta Tirkiyê, qîjîna zarokekî sawa di malbateke kurdî de, feqîr û belengaz hat…Lê tevî feqîrî û çetnahiya jiyana rojane jî, dîsan xweşî û şadî…

Komîta amadekar a mehrîcana 13an ya helbesta kurdî li Sûriye beryara çapkirina helbestên di mehrîcana 12 de hatîn xwendin da û çapkir , pirtûk ji 70 rûpelî û bi qapekî qeşeng derçûye , îro di nav destên xwendevan û helbestevanên kurd deye , em bi hêvîne bibe cihê dilxweşiya we .
Ji bo pêwendî û şandina…

Xalis Msewer

Mele Mihemedê Palo, li gunndê (sere çûr) li qeza palo, li kurdistana bakur, sala 1920
an de, çavên wî bi ronîka dinê şah bûne. Bavê wî di sala 1925 an de, giyanê xwe li afêrê xwe vegerandiye, û hê temenê wî(5) salî bû, û feleka malik wêran terîşa xizaniyê bi dilovanî li serê wî…

Ismaîl Hemê

Diyare ko rêjîma Ba`is ya ko bi dehê salan bi alavên zor, sitem û hêzên ewlekariyê di bi navê “Barê ne asayî”de civaka Sûrî kontrol kiriye, û mafê mirov perçiqandiye û bi hezaran kesên çalakvanên siyasî û bernîgar, bê sûc û sedemên rewa, zindankiriye, wê hîn û hîn di bikaranîna şêwên tund û…