Melevan Resûl
Em li perwaza dirûnin, hîn dibin zar û hevok
Va li destî xam û xêze, fisqê zeytûn û kevok
(ey reqîb) sultan û şahe, her bi pendê devliken
Gav bigav dewran li ba tê, şev diçê nû tête rok
Herçendî me cejn û şahî û sersal hebin jî , lê roja zimanê kurdî mezintirîn cejn û şahiye…
Ebdella geddo
Ey kevoka aşîtî
Rabe hilkişe esman
Wan periyan lihevxe
Lime bixwîne derman
Da em serê xwe rakin
Bêjin va nema lêdan
Ne pûlisên veşirtîne
ne girtin û ne talan
ey kevokê bêj û bêj
guh tijî bûye qirrêj
gotinên wan tev derew
şelafî kirin limêj
deng bighêne xizana
wan girtiyên zindana
bêje stuxwarî rabû
rûmet li me barana
mizgîn bide girtiya
li wan veke deriya
bêje va mêvan giha
ew mêvan azadiya
şehîdan ji…
Avesta, piştî “Mijabad”, “3 Gav û 3darek” û “Mîrname” vêga jî romana nû ya Jan Dost pêşkêş dike: Martînê Bextewer. Berhemên giştî yên edebî yên Jan Dost tev de ji nû ve tên çapkirin. Piştî çapa nû ya “Mîrname”yê 6 kitêb ê di qotiyekê de bên komkirin û bi bihayekî ji yên li ser…
Konê Reş
Wek rêzgirtin û wefadarî ji serdana serokê Kurdistanê kak Mesûd Barzanî re bo bajarê Qamişlo, ji berî 16 salan ve, welatperwerê Kurd Hecî Abdulezîzê Sara, ji 15 salan ve, her sal di eynî rojê de (7 gulanê), çend berxan serjêdike û wan dike qurbanî ji hatina serok Barzanî re a nav xelkên Qamişlo û…
Nivîs : Melevan Resûl
Li roja înê 11/5/2012 simînarek rewşenbîrî bi rêveberiya yaneya EHMEDÊ XANÎ li navenda Dicle ya çand û huner di bin nav û nîşanê (ciwan hêza veguherîn û berevaniyê ne ) li dar ket .
Pêşî hemû beşdar kêlîk dê deng li ser giyanê şehêdên kurdistanê rawestiyan û şehîdên kurd yên li bajarê Heleb…
Bi alîkariya şarestaniya bajarê Tübingen (Baden-Württemberg), beşê hevgirtin û wekheviyê, û dibistana gel ya bilind (vhs). Komeleya Urkêş ya çand û hunerê li Tübingen, karî pênc simînaran bi zimanê Elmanî organîze bike, bi navê cîhana kurdan (Miletek tenê bi gelek welatan).
Simînara yekem rêzdar Dr. Kemal Sîdo pêşkêşkir. Di mijarê de li ser rewşa gelê kurd…
Konodîno
Esmerê! Were.. em rojên xwe di sibehên Nîsan û Gulanê de bidarvekin.. Axaftina dildaran di dawiya şevê de, li hev par bikin.. Berî ku sal me kevin bike, were, em salan kevin bikin..
Esmerê! Di nîsan û gulanê de, çûk û çivîkên Beriya Mêrdînê bi şahî dixwînin.. Hêlînên xwe li derdora Kewkebê Milan, Kepezê Kîkan û…
M.Emîm Sadûn
Di navbera dem û demekî de mamosta Lazgîn Dêrûnî gotarekî ji kelşên mejiyê xwe dertînê,bi dilek êş û şewat gilî û gazindên xwe der dikê û pêre jî tirs û pirsên xwe di vê qûnaxa dîrokî de li ser pêşeroja gelê kurd û serwerên wî diyar dikê û herweha di bere jî hêstirin…
Berzo
Têbînî: Bibûrin, gelî xwêneran, ev gotar ji ber hin şaşiyan, me têde guhart û careke dî bo we rêkir, lewre navûnîşaneke dîtir jêre danî li gel ya kevin. Berzo
Di çavpêkeftina TV ya Ronahî de, berî çend rojan, nivîserê meyî Erebînivîs, kak Ibrahîm Yûsif diyar kir ku hin kes dixwazin ziyanê bigihênin hevbendiya wan, helbet…
Roja duşemê sibehê 07/05/2012 Mele Isma’îlê Bêco bavê nivîskarê kurd Qado Şêrîn li Qamişlo çû ser dilovaniya xwedê.
Bila serê we, serê gelê kurd sax be..û cihê wî bihuşta rengîn be.
Bo pêşkêşkirina sersaxiyan, behiya nemir li Hollanda li dawiya heftê 12 û13ê mehê li bajarê Arnhem li dar dikeve.
Roj: 12-13/05/2012
Dem: ji katjimêr 14.00 ta 21.00
Navnîşan: Bruningweg 21.
6827…