Li bajarê Şilêswîg (Schleswig) Birêveberiya Koçberan û bi beşdarbûna Komeleya Kurdî-Elmanî (Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.) baxçeyekî gulan hate danîn. Baxçeyê hevbeş Kurd û Elmanan gul û kulîlkên li gora seqaya herêmê guncaw çandine.
Di roja cîhanî ya jîngehê de hem bi amanca parastin û ciwankirina jîngehê, hem jî ji bo têkilya Birêveberiyê digel biyaniyan tako tabloyeke…
Konê Reş
Şêxê me şaşik şîn bû
Ne sofî û ne dîn bû.
Kurdperwer û zana bû
Doza wî xweş xuya bû.
Armanca wî wekhevî
Ji xelkên Sûrî re tevî.
Ku zilm û zor nemîne
Welat aram bimîne.
Mindal têde serfiraz
Bifirin wek teyrên Baz.
Lê mixabin sed carî
Kuştin xwediyê vî barî.
Cangoriyê vê sozê
Şêx Maşoqê vê dozê.
Lava dikim ji…
Hişmend Şêxo
Ez vê kurte nasînê diyarî giyanê heval Mam Celal , herwiha ez diyarî hemû damezrêner , Pêşmerge û xebatkarên (Yekîtî Niştimanî Kurdistan) dikim.
Di / 1 / 6 / 1975an de hejmarek ji pêşengên kurd Yekîtî Niştimanî Kurdistan damezrandin.
Yekîtî Niştimanî Kurdistan di rewş û heyamek zor dijwar de ji bin kulxan û aloziyên bedbîniyê…
Konê Reş
Gulê Gulê! Hat Gulan
Xak xemilî ji rengan
Çûk difirin li asman
Seyran xweşe li waran
Şanê, Xanê, Zozanê!Heyva me a Gulanê
Bikin kêf û dîlanê
Salê careke Canê
Xecê, Xecê! Gulan hat
Siyabendo! Roj hilat
Salek çû û yek nû hat
Bihar xweşe li welat.
Huner, Nesrîn û Wanê!
Bîst û Şeşê Gulanê
Ji bo man û nemanê
Hat Şoreşa Gulanê.
Qamişlo, 26.05.2023
Xizan Șîlan
ez
peleke ji dara xwe
weşiyayî me
li ber mîratiya bayê xerîbiyê
berba dibim
daxwazên birçî
di malzaroka xeyalên xwe de
xwedî dikim
qêrîna dergûşê giyana xwe
bi şîrê pêsîra heyveroniyê
aşt dikim
nameyeke bêbersiv
û bênavnîşan im
her şev ramanên westiyayî
bi lihêfa helbestan
dinixumînim
li hingura êvarên tenêtiyê
meya serxweşiya eşqê
dinoşim
temenê mesûm
li nav salên bêwefa bihurî
nêrgîzên baxê hezkirinê
çilmisîn
ji gewriya kaniyê
xwîn dipale
sebir
li peravên çem dinale
bîranîn
di êşa qefesa demsalan…
Boniye-Suad Cegerxwîn
Gelek dîmen û bûyer di dîrokê de ne xuyane, yan jî hatin e windakirin !
Belko ji ber ku kesekî ew ne anîne ziman
Her û ha gelek jî hene ku ne rastin, lê ragîr bûne û hatine tomarkirin
Êdî di rûpelên dîrokê de cî girtin e û bûne bingeh .
Bêguman nifşên bi dûhevde tên dîroka gelê…
Rêber Hebûn
Zorengên civakî ji karê desthilatên totelîter in, li gel wê yaseyên xwe kirin şevpestên ku nayên jinavbirin, lekeyên xwe li ser berketiyên takekesan û guhertinên wan dihêlin, ta li ser alîgirtinên wana jî bi demê ve, ji ber vê emê nikaribin rastiya parçebûnê di nav cemaweran de nasbikin ji ber girêdana wan bi ricîmekî…
Rêber Hebûn
Bûyîna vê penaberiyê windabûneke cûda dûz kiribû ji civakên yên bi sivîlbûnê ve navdar in.
warhîştî îro pêdiviya wî bi derfeta ewlehiya winda ve heye li welatên yên têde piştrastbûn tune dibe û tundî têde belav dibe, yê bû nanê van civakan, berhinde peywendiya di navbera tundî û desthilatê de rê dûz kiribû li pêş…
Sedîq Şernexî
Ev roj, ku hemû saziyên kurdî li ser hevdeng bûn da ku bibe roja zimanê Kurdî, di naverokê de gelek wateyan li xwe digire, di serî de ku gelê Kurd wekî gelên din, xwedan şaristaniyeteke kevnar e, ku vedigere beriya bêtir ji du hezar salan, bi awayekî ku zimanê wî ji nivîsîna Bizmarî ya…
Hişmend Şêxo
Ev çend salin di bîranîna roja Zimanê Kurdî de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê de heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…