welateme

Salar Salih

Jiber ku Hesekê bajarek pir reng e, ew bi pêwîstî parastina hevjiyana aştiyane ye, pêkhatiyên têvel ji netew û ol û tîreyên cuda lê dijîn, li Hesekê Kurd û Ereb û Suryan û Aşûr û Kildan û Turkman û Ermen û Mislman û Xiristiyan û Êzîdî û Sunna û Şî`a ji mêj ve bi…

Konê Reş

Ev beşekî din î kurt e ji semînera min di roja Ala Kurdistanê de. Ev beş taybete bi helbestên pêşî yên ku di pesnê wê de hatine nivîsandin û belavkirin:
1 – Mîr Celadet Bedirxan, sala 1932an: Alê Kurdan di nav rok Çi bedew û bi heybetBi çar reng î, rengê teÇi delal û çi…

Di çarçoveya kampanyaya ku Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK dabû destpêkirin de, 400 montên zarokan (Cilên zarokan) hatin kirîn.
Ev tevkariya bi zarokên Kobanî re ji alî rêveberên HRRK-Bakur Mizgîn Tahir, Munîr Şêxê û Rizoyê Xerzî ve gihan zarokên Kobanî yên ji ber zilma terorîstên DAIŞ ê cih û warên xwe terk kirine û li Pirsûsê…

Ronî ELÎ

Hey Şajina koşkê evînê
Nameyên Nêrgizan
Di kevanê dilê min de
Çilmisîn û diçilmisin

Û hîn jî
Te daniştoka ahînên min
Bi cî nehişt
Da li ser lêvên hêviyan
Xunava Omîdan bireşînî

Hey Şajina xemla sawiran
Dilopên Barana xewnên min
Di Evsaneyên evîna te de
Ziwa bûn
Û hîn jî
Buxça dilê te
Pêşwaziya tiktika hastên lerizî
Nekir
Û nejî derî lê vekir

Hey Şajina dengvedana Jiyanê
Lavlavên Pepûlekan
Agriê Serkutkirina baskên…

Helbest îlham e, an cefa ye?
Ji Efletûn de bigir û heya vê serdema me, gelek helbestvan û rexnegir û ramanbîr bi vê pirsê mijûl bûn, hemiyan jî ew kêlîka ku helbest tê de rû dide, dipelandin, bersivên cuda cuda derketin holê, û her tim berî her tiştî li derdora îlhamê geriyan, û nikarîbûn rola wê…

Zeredeşt muhemed

Ezê dil ji ter bikim çir
Ronî bikim şahiya te
ji çavan hêsra diyarkim
Ristek ji bo gerdena te
ji romeka rojê bi çinim
Bazinek ji bo destê te
Şeyda û dilbetê teme
Mirin û jiyan ji bo te

***
Ezê can ji ter bikim gorî
Da bê xembe jiyana te
Ji şevên reş bi …

Tengezar Marînî

Mirin, werçep e, kolanan li xwe dialîne
Di kîjan çavî de, tu diyar dibî?
Guhpêl dikim, dengê gavên te dinasim
Tu, li vir î, wek hebûna min

Rêçek ne bo nebûniyan e
Zemîn çêlîka asîman e
Mirin rastî ye..
Rêka xwe winda nake
Rastî rêga ye
Mirin û ez
Mir-ez

Merwan Berekat

Bêguman lihevkirina partiyên tevgera Kurdî, û nemaze di vê qunaxa hestewar, nazik û zêrîn de geveke hêjayî û zor pîroz e, û yek ji armancên gelê Kurd ya herî gewere ye. Ji ber wê jî hevpeymana Dihokê, ya ku bi serpereştiya serok Mesûd Berezanî di navbera TEV-DEM û Encûmamena Niştimanî ya Kurdî de hatibye…

Nizar Yosif
Tavê ji paş kopên berfêgirtî re
Tîrêj vejandin
Sîmavê dirûvên te girtin
Dilopên meyxane ya lêvan
Xwe li rûbar ên gerdenê gihandin
Bi çemê ber ên te re herikîn,,,
Sermest kirim
Tîravê ez bi ber jêr ve şêlandim

Çemên sirt û hêmin
Bi ser kinaran de di pêlin
Te di çarnikarên dilê xwe de civandin
Gerînekên derya kûr…

Konê Reş

Min nasnekir bê navê Batizmiyê ji ku û ji çi hatiye, hin jî ji vê cejnê re dibêjin cejna Pîr Alî. Ev cejin taybet bi kurdên Êzidî yên eşîra Çêlka ye. Ev eşîr ji akinciyên çiyayê Bagokê (Qelaçê Dasika û Çêlk ye, gundên vê eşîrê dirêjî binya xetê (Sûriyê) jî dibin, anku li herdû…