welateme

Konê Reş

Mîr Bedirxan (1802-1868), di sala 1843an de, li herêma Botan mîrnişiyek ava kir, êdî nema bêş û bac da Sultanê Osmaniya, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de kurd li dor xwe civandin û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in…
Ji encamên edaleta…

Konê Reş

(Bihemdûnê
bang dikir Til Êlûnê; ez bi kuxikê û tu bi çavkulbûnê, em nahêlin zarok li qûn
rûnên)

Digel lîztik û
yariyên ku di zaroktiyê de me bi wan dilîzt, gelek caran dema ku diranê şîrî yê
yekî ji me diket û yekî nû di şûnde şîndihat, me ew diranê ketî davêt ber tava
rokê û digot: (Rokê rokê…


Bêwar Brahîm
Kamiran, dem payiz bû, kanûnek di himbêza kanûnekê de xwe radestî çavên bendewariya bavê te (Mecîdê Haco) dikirin, qey dizanîbû ku destê payizê wê bi destê hevala jiyana wî bigre û wê jê re bibe?! Zanîbû ku diya te nedixwest bi destên vala here, êşa seqema bendewariyê û seqema xurbetê bi hev re hilgirt…

Amer Çelik

Wekî her dema, dema em dixwazin lêkolînekê li ser Êzidiyan
yan jî bûyerin Tarîxî yên Êzidiyan, ol û netewa wan, yan êl û eşîrên wan,
pirsgirêk û serpêhatiyên wan, ferman û talan,wêraniya wan,yan jî em weha
bibijin; ku bi gişti li ser Êzidiyan binvîsînin. çavkanî gelekî kêm in belê
gelek caran peyde nabin. Nivîskar mecbû dimîne ku ji…

Hevpeyvîn: Dildar Qertimênî

Dawî, mamoste Konê Reş razî bû ku bersiva pirsên min li dor malbata Haco vegerîne. Wek ku diyare malbata Haco di nav kurdên rojava de, di warê kurdewariya xwe de ji malbatên navdar e. Konê Reş jî, ji nivîskarên naskiriye di nav kurdên rojava û Kurdistanê de, digel ku…

Konê Reş

Di bihara 1963an de, bi hatina rêjîma Baas re li sûriyê, zilm û zextên rêjîmê li ser kurdan, ji berê dijwartir bûn. Endamên Alpartî digirtin bi behana ku ajanên Barzanî ne û doza herêmek serbixwe di sûriyê de dikin. Di havîna 1963an de, beşek ji artêşa sûriyê bi serokatiya ceneral Fehed Alşair di…

Xizan Şîlan

perdeya cama sirên veşartî
ji zingezinga zengilê dilê te re
vedikim
ji parzûna hesretkêşiya te
êşa rojên tevizî
dipale

bi lingên şemitok
li dor xweşikiya bejna te
semahê digerînim
rîtma dilê xeşîm
di tîra bijangên te yên tûj de
serûbin bû
hespê xwe yê kumeyt
bi çargavî ber bi xeyala te ve
dibezînim
li xilmaşkiya xewnan
bêhna porê te ya qurnefîlî
mizdidim
di noşîna meya eşqa te de
sergêj û sermest li…

Komîta Amadekar Ya
Mehrecana Helbesta Kurdî , yek ji komît û saziyên hindik e ji nav saziyên kurdî
ku kariye xwe dûrî pêla alîgiriyê û nerînên tekrew û teng bihêle, di nava xwe
de hemû nerînên cuda vehewandine, nivîskar û helbestvanên tê de bi nerîneke azad
karê xwe pêk tînin, ji lewra ew aliyên li ser çanda parçebûn û…

Ronî ELÎ

Pênûsa min

Ji bilî navê te

Ti tîp ezber nekirine

Û ji bilî hêviyên li ber destan

Ti hêvî
Terxan nekiriye
De ……. lèxe gewriya lal
Li kevanê vejîna mirinê
Û min
Li ber dadgeha evînê
Tewan bar neke

Pênûsa min
Di heyamên aşopî de …

Merwan GEDO

Derfet Roj li pey hev dimeşin
Ne wek hevdû rûgeşin
Bi saya keda rojê Jiyan û evîn xweşin.
Roja xweş ne diyar e, yê bixwaze dildar e.

Bi dest û hiş û mejî, di gel ew bendewar e.
Bendewarî hêvî ye, ew bê xebat sêwî ye
Jiyan wisa dibûre, yê bê hêvî rêwî ye.
Çavên me li defetê, ew…