Hoşeng OSÊ
“Ji dîrokê re; Rastiya Artêşa Azad û Yekîneyên Parastina
Gel (YPG)” (3.5.2017). “Li Efrînê û Şehbayê amadekariyên mûsima çinînê tê
kirin” (4.5.2017). “Siyasetvanek Kurd: Pêwiste ku partiyên Kurdî li hember
siyasta Tirk dest bi yek kin” (4.5.2017). “Heleb; Roja Zimanê Kurdî hate
pîrozkirin” (6.5.2017). “HPC-Jin li hember êrîşên dewleta Tirk xebatên
parastinê xurt dikin” (7.5.2017). “Artêşa dagirker (Tirk) nahêle ku…
Dr. Ebdulbasit SeydaPisporê fîlosofîyê û şaristanîyên kevn
yên Mezopotamyayê dê behsa dîrok û war û
jiyana hûrîyan bike.
Tarîx: 28-05-2017
Dem: 13.00 – 15.00
Cih: Kitêbxaneya Kurdî,
Gustavslundsvägen 170, Alvik (Stockholm)
Bi xêr bên !Amadekar: Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, Fedrasiona komeleyên kurdistanê li Swêdê û kitêbxaneya kurdî.
Berzan Hisên
Lê, ev ne di berjewndiya rijêmên herêmê de ye, nakeve ber
berjewndiyên dewletên derdorê(navxweyî), û ne ber berjewndiyên dewletên cîhanê
de, nemaze cîrana delalî ya ku sînorên wê li dirêjahiya destladriya rijêma ku
«berwxedan û bergirtinê» tê binavkirin. Ya ku vê yekê tekez dike, ewe ku Rêhesina şoreşên Erebî li sûryê rawestiya, derbasî welatekî Erebî yê din ne…
Di dema ku wê HRRK ê şaxê Ewrupayê
çaremîn festîvala çand û hunerê di 20.05.2017an de lidar bixîne, wê di heman
dîrokê de ev çalakî li Rojavayê Kurdistanê jî lidar bikeve.
Bi beşdarbûna birek ji
rewşenbîriya kurdî li bajarê Wuppertalê,wê
ev çalakî birêve biçe. Di atmosfêra çalakiyê de Helbest,Muzîk,Sitran,
Şano û Çîrok pêşkêş dibin.
Hêjayî gotinê ye ku sê beşdar ji Başûr,Rojhilat…
Hoşeng OSÊ
Serokê
PKKê, birêz Abdullah Öcalan di pirtûk, şirove û analîzên xwe de, ji salên 80î
ta 90î, kêm caran li ser rewş û mijara jinê rawestiya ye, lê piştî salên 90î û
heta niha, jin û mafên wê, bûne mijareke serek ya Öcalan, heta radeya ku
azadiya Kurdistanê bi azadiya jina Kurd ve girêdaye. Di despêka salên 90î…
Komîta xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan,
bi dilşadî we vedixwîne rêwresmên xelatkirina dosta gelê Kurd, helbestvana Emazîx Melîke Mezzan.
Rêwresmên Xelatkirinê, dê bi amadebûna Xanim
M. Mezzan li edrêsa jêrîn pêk bên:
Dem: Roja Şemiyê, 13. 05. 2017
Kat:
13,00
Cih: Münsterstr. 119
59065 Hamm / Deutschland
Têkilî bo zanyariyan: Dr. Mohammed Zeyn: 017645042597 Idrîs Omar: 01735667296 Heyder Omer: 01797535369
Vejîna Kurd
Axînên berbangê di nav hovîtiya lepên zivistanê de bilind dibûn,
axaftina ewr û birûskan govdeyê bêdengiyê diqelişand û di zinarên xewkirî
werdibû. Sermê xwe li newqa bajêr gerandibû û wêneyeke lal mîna goreke
wêrankirî li ser bedena kolanên vala dineqişand.
Li ber deriyê mala Nazê şaxên dara gûzê rûyê xwe ji ber bayê bê wijdan
çep û rast…
Senar
(Mûsa Qulîkî Mîlan)
Têhran 1378
Mîna wardeka delal
Warin em hêdî hêdî
Herin ser gola zelal;
Cûm bibin bin avê da.
Bê qirteqirt û bê dengHildin xuslên reng bi reng:Xusla çavnebariyêXusla biran kujiyêXusla xwînrijandinêXusla nehebandinêXusla duberekiyêXusla lewta hovtiyêYa dek û gelaciyêXusla pêpeskirina-Mafên mirovahiyê… Dû ra bi misînek av,Bigrin destnimêja pak.Raxînin rûyê erdê,Şalika biratiyê.Paşê bi eşq bixwînin,Em nimêja aştiyê.
Merwan Berekat
Ziman giyanewerekî zindî ye, ew jî mîna mirov tûşî nexweşiyan dibe, lawaz dibe û carina jî dimre. Belê ev rastiyeke dîrokî ye, ji ber wê jî zor pêwîst û girîng e, ku bendewarî bi hemû warên jiyana zimên bibe, taku ew ji nexweşiyan were parastin, û li gor demê rola wî hebe. Dema ku…
Qado Şêrîn
Hêviya gelê kurd bi
dewletbûnê Başûrê Kurdistanê ye, aniha baştirîn derfeta dîrokî di xweşiktirîn
guldankê de li ser maseya partiyên siyasî yên B. Kurdistanê hatiye danîn. Eger
hat û bû dewlet hêviya perçeyên din jî mezin, geş û bihêz dibe.
Eger PDK û YNK li hev
bin pirsgirêk û nakokiyên kurdan çareser dibin û serxwebûn nêzîk dibe.
PDK û YNKê…