welateme

Konê Reş

Kurdo! Qey qedera te ye tu di welatê Mezopotamiya de hatiye çandin..! Li ser peravên herdu çemên bêrawestan; Dicle û Ferat hatiye danîn… Di navbera herdu çiyayên bi heybet û saw; Zagros û Toros de mezin bûye.. Di hêrik, newal û deştên te de genim hatiye çandin, sewal hatine xwedîkirin, tekelên erebeyan hatine çêkirin,…

Cankurd

Qanatê Kurdo, bêguman jiyana xwe kir berdestiya neteweya Kurd, gelek sal û mehan xebat kir ji bo ziman, rêziman û wêjevaniya gelê xwe yê bindest û niştê xwe yê parçekirî, lew re berhemên wî wekî stûneke stûr in di binyada teviya zimanzanîn û wêjenasîna Kurdan de. Ev pirtûka herdu hêjayan: Dr. Husên Hebeş û Tosinê…

Mahîn şêxanî

Ez bêriya te dikim
bêriya dêm û devê te dikim
wan lêvên kurmizî…

dilêmin dixwaze
di sînga te debe
Ji çavên min xwe vedizî
***

rewanêmin bi rewanê tere
mina du kewan
di hêlîna xwede gevizî
***

dem rawestiya
sitêrk barîya
ser laşê tevizî…
***
Şîvan raket
blûr jê ket
mexelbûn mêh û bezî
***
cîhan tarî…bê deng
kurb…kurba dilêmin
bi cendekê lerizî…
***
dibêje:
min bêriya te kirye
dem wa bimîne xwezî
***

Qado Şêrîn

Min bi eşq dest bi
xwendina romana Şingalname ya Brahîm Yûsif kir. Min ji bo xwendina romanê sê
dan ji dema xwe terxan kiribû, taku giham rûpela 218an. Ya rast gerek bêjim ku
rûpelên dawî ez işkence dikirim, berî ku Daişiyên teres zerî û xatûnên Şingalê
işkence bikin, êdî li ba rûpela 218an rawestiyam û min nema dikarîbû…

Bavê Zozanê

Duh roja Şemiyê 30.6.2019 û bi alîkariya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnemavanên Kurd li Sûriya ahengek bo Imzekirina çend pirtûkan li bajarê Essen ê welatê Almaniya hate li darxistin ku çar nivîskarên me yên hêja têde beşdar bûn.
Ji wan helbestvana hest nazik Mizgîn Hesko û nivîskarê xwînşêrîn û dilxort Baqî Huseynî wisa…

Ali
Kut*




Hemî cureyê nivisên edebî xwedî zanav in û
xweserîyên xwe hene. Lê, gellek caran jî ev şêwenivîs ne zelal in û dibin cihê
gengeşiyê. Di vir de, ez vê romana Konê Reş minaqeşe nakim, lewra wekî ku nav
lê kiriye dê qebûl bikim. Lewra, ku roman cureyeke hunerî yê edebîyatê ye, li
gel çîrok, kurteçîrok û destanê, beşê epîk…

Konê Reş

Ji berî 25 salan ve, dema ku min (Dîwana Kurmancî/1970),
ev pirtûka Ebdulreqîb Yûsif bi elfabeya erebî xwend, navê Newala Sîsebanê bi
min re derbas bû, min dît ku wî ev newal an gelî an dol li herêma Bota, Newala
Benatê bi cî û war kiriye, ez ecêbmayî mam! Çilo nizane ku Newala Bûnesra û
Sîsebanê yek in…

Bêwar Birahîm
Di hingora berêvarêke kezebşewitî de, li welatekî kezebşewetî, min hewl dida ku ez dastanên mirina dûr binivisînim; ew mirina ku xwediyê xwe dimrîne bê ku wî biêşîne yan nefretê lê bike. Min dixwest ez mirinê di nav agirê vê cenga malwêran de, di bin kavilan de, bimrînim. Di wê êvara tihingerim de, destên min…

Cankurd

Di serlêdana xwe de bo mala min, hêja Dr. Beshar Mostafa, ji min re libek ji pirtûka dostê hêja Dr. Husên Hebeş li gel tiştin din wekî diyarî anî. Ji zû de jî ez li bendê bûm, ku vê berhemê bistînim û bixwînim. Ne tenê ji ber giranbihabûna kovara HAWARê di nêv wêjevanî, çand û…

Dr. phil. Xelîl Savucu



Emmerich yek ji bajarê eyaleta Westfaliya bakûr e. Bajar di sala 700î de, ji hêla Willibrord
ve, wek “şemendefereke misyoneriyê” hatiye damezrandin. Di sala 1961 de di nava Tirkiyê û Almanya de girêbesteke kar hate girêdan. Bi rêya
vê girêbestê hinek Êzdî yên bakûrê Kurdistanê jî hatin Emmerich û Celle. Lê
vêga ji bilî hinek…