Bilûra xewnên newroza kuştî

 Bêwar Brahîm

Şev, xewneke xweşbû, ji hilbûna agirê newrozê re.
Bihinvenadeneke fireh û bêmawe bû, ji dilgirtiyên azadiyê re.
Tacagulên rengîn bû, li ser sînga yadiyan.
Qamişlo, bejna xwe bi şal û şapikên Kurdî girêdabû.
Guliyên xewnên xwe, bi kulîlkên Bagok û Qendîlê xemilandibû.
Rêkewtiya pilankirî a rûreş, pncên xwe dirêjkirin?
Şal û şapik, ji ser bedena Qamişlo çirandin.
Kulîlkên Bagok û Qendîlê perpitandin.
Dilên dayikên kovan, careka din sotandin.
Kê, bilûrên hêvîyan ji nav tilîyên nirvîna xewnên xweş kişand?
Kê, Çiftiya nifiran li ser kezeba doza me barand?
Kê, meşa pêvajoya karwanên hêvîyan rawestand?
Kê, ramûsanên xewna azadiyê.
Li ser dêmê Qamişlo, kirin qermîçokên şîniyê û dilê wê Şewitand?
Maaa ne bese, ji xezeba dîroka reş re???
Maaa ne bese, ji cînosayda gelê Kurd re???
Bilorînin, xewna azadiya bêmirad bilorîn in.
Di himbêza Memoyên emro de.
Di baxilên Zînên bêşens de.
Di xap û fêlbazîyên Bekoewanên bêewle de.
Xewna azadiya bêmirad bilorîn in.

***

Li bin darbestên bengîn û ciwanan.
Li nav barana hêsrên dayik û yaran.
Newroza ronahîyê.
Bi xwîna Qamişlo pîroz bû.
Li ber qêrîn û hawarên wê, govend geriya.
Lê, çi govend bû???!!!
Desmal, ji destên şahiyan kişand.
Û semayek taybet, ji xilmaşiya bayê azadiyê re afirand.

***  

Sîdarkirina çûk û palindeyan.
Bûye sûnd, ji xezeba reştariya zilm û sitemkariyê re.
Me ji xwe re digot:
Emê, di emroja cajna taze de, dilşahiyekê din.
Li şadûmaniyên xwe, yên pir… pir kêm zêde bikin.
Me digot: Emê stêrên çirisî, ji asmanê bûnê daxîn in.
Û li xerîbiya xaka welatê xwe belav bikin.
Lêêê, nîgarên hevbendiya sazan, şev di dilê xwe de hembêz kirin.
Kevanên bêdengiya me hatin girtin û nema vebûn.
Nijada mirinê, bû diruşm li ser têlên dengê aşopiyê.
Pêngava dijwar, bi xwîna gerim çesipî.
Bi giyanên nazik meşiya.
Bi xwînê, agirê newroza me hilbû.
Bi xwînê, birînên devgirtî vebûn û dîsa kulbûn.
Wêraniya av û xakê, kilê çavên xewnan û raperîna omîd û xweziyan.
Di gelî û newalên çiyayên doze de.
Dibin şap û erdehejîn.
Dibin dîrokek dêrîn.
Wijdanên gemar paqij dikin.
Deriyên guhên girtî vedikin.
Bîrdankên xewar hişyar dikin.
Vedenga her kêlîkeka dilêr û cegerdar.
Bêhampa, li ser  aniya rojgar û demê muhir dikin.
Bêhampa muhir dikin.

21.03.2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...