ka em ahengêbikin bi newroza xwe .. wek ku divê

  Ebdullah Îmam *

   Newroz , an Nûroz , an Nîroz .. Roja nû , diyartirîn cejin e ku aheng tê de li dar dikeve ji layê gelê kurd de bi hemî rengên wî yên civakî û olî.. çi li hundirê Kurdistanê – welêt, an li derveyî..
    Û ew e cejina ku di tûrê xwe de gellek nîşadan û wate hildigire, nabe em guh nedinê an bi çavsivikî li wan biniherin di pêşangeha nirxandina rewşa kurd de ya têr bi wêneyên nehameta netewî ya berdewam û berewjor, û ya bi geşbînî bi subehiyeke enîgeş ku nema dûr e..
ew subehiya – roja nû – ku gelê kurd û tevgera wî ya neteweyî jê re dixebite, tevî ku buhayê wê pir qurbanîdan pêşkêşkirine.. berê, û niha.              
   Bandora pêjorên sirûştî û ayinî û dîrokî yên Newrozê berdewam e di pêşdana vê rojê de, da bû cejinek neteweyî ji gelê kurd re. Û ev kurtahiya nikare şirovebike têkeliya sîmaya neteweyî ya Newrozê di gel pêjorên binavkirî.. û dibe ku ev bi hewceyî lêkolînek taybet be.. Lê di vê kurtegotarê de em dikarin diyariya dîrokî ya Newrozê di parastina heyina kurd de wek neteweyekê heya roja îroj nîşanebikin, çimkî ew e berhemê giyanî yê ku cihekî giring digire di kelepûrê kurd de, ev jî dihêle ku bandora wê ya giyanî xurt be di xebata neteweyî ya kurd de. Û tenê ji bo dupatekirinê em çend mînakan dihînin zimanî:
– Hilbijartina helbestvanê kurd Ehmedê Xanî ji roja Newrozê re wek sozekî ji bo hevdîtina herdu lehengên wî yên evîndar (Mem û Zîn), Û em dizanin ku çi wateyê dide ev helbestvanê mezin (pêşengê netewayetiya kurd) û berhema wî ya binavkirî di pêvajoya axaftina li ser hişyariya neteweyî ya kurd de.
– Dewamkirina helbestvanê kurd Hecî Qadirê Koyî ji piroseya hişyarkirina neteweyî ya kurd re di riya guhdan û jiyandina wî ji Newrozê re.
– Hilbijartina şêxê giyanbexş Se””””îdê Pîranî û hevalên wî ji roja Newrozê re wek sozekî û demjimêra sifrê ji bo despêkirina serhildana wan a neteweyî di sala 1925ê de.. Lê bi vî sozî nehat girtin û qurşîna wê serhildanê hate teqandin berî sozî.
– Roj (sembola neteweyî ya kurd) a dagîrdike berahiya ala neteweyî ya kurd, a ku hîroj bilinddibe li beşekî ji Kurdistanê wek ku berî pitirî şêst salî bilind bû li asimanê Mehabadê.. bû biryar ku tîşkên vê rojê bîst û yek bin, ew jî roja Newroza avdarîn e.
– Vêxistina serokê kurd Mesûdê Barzanî ji agirê Newroza sala 2003ê re di gel destpêkirina şerê mezin ji bo rêzgarkirina Îraqê ji desthelata wê ya diktator berî wê bi demjimêrine, û tevî ku Kurdistan û hêzên çekdar ên kurd bereyek serekî bûn di wî şerî de
    Ev giş ji me re dupatedike mezinahiya vê rojê û pêwîstiya wê. Çimkî em nikarin vê cejinê cudabikin ji sîmayê wê ya neteweyî, an em wê rûtbikin ji kirasê wê yê neteweyî. Tiştê ku vê gotinê li me disepîne ew e têbîniya me li ser karên ku hindek dikin ji bo binpêkirina layê neteweyî di Newrozê de û valakirina wê ji naveroka neteweyî ya têkoşanî, û girêlkirina wê bi ser piştperdene civakî an sirûştî de, dema ku xwe davêjin di ser encamdan û xistinepalên dirokî û amancên neteweyî re, heya bigihêjine pûtepênedana wê û bêkarkirina rola wê ya xebatîn.
   De ka em ahengê bikin bi Newroza xwe, û em xwe rûtbikin ji çewtiyên berê, bêyî em guhbidine bêjokên ku li şeqama kurd têne belavkirin ji layine naskirî de bi armanca tirsandina wê şeqamê û dudilîkirina wê di berîdana bi sirûştê de û pêşwazîkirina Newrozê – mêvanî wek divê.
   Ka em ahengê lidarxin bi Newroza me, wek ku pê layiq e, bi pêşxistina durvên spehî yên berê ji ahengê re, û afrandina durvine nû yên layiqtir bi serdemê re, û yên sîmayek şaristanî pêşkevtîtir davêjine ser vê cejinê û teqsên wê.
————-
baveroni@yahoo.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…