Welatê Min

Seyid Feysel Moctevî

Dengê mi cihan pirkir,işqa mi welatê min
Vana çire xo kirkir,işqa mi welatê min

Navê te mire zikre,axa te mire tace
Van du gunehan dil bir,işqa mi welatê min
Jîna mi evîna te işqa te sekîna min
Em hevdu coda nabin,işqa mi welatê min
Dar bê reh û bê rîşe,kê dîtiye ba bêje
Dara mi ji axa te,işqa mi welatê min
Xûn girt û kire dilda,xûnê çi bitirse ev
Tirsê dê bitirsîne, işqa mi welatê min
Seyyid bi birîna kel,van derd û xemê işqê
Bije bi welatê xo, işqa mi welatê min

Seyid Feysel Moctevî
Sine 2008-03-06
Helbest : xezel
Vezn : Mefîlo Mefaiîlon Mefîlo Mefaiîlon
Behr : Hezec Musemen Exreb

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Civak û pêkhateyên Sûriyeyê bi dab û kevneşopiyên kevn yên qenc û kirêt gelekî dewlemend in. Wek hemû gelên din, ji nifşên berî xwe van dab û adetên xwe wergirtine; çi yên baş û çi yên nebaş. Lê bi pêşketinê re, divê dab û adetên herî qenc…

Ebdilbaqî Elî

Di roja şemiya 8ê Mijdara 2025an de serokȇ demkȋ yȇ Sȗriya Ehmed EL-Şer’e bi seredaneke fermȋ gihiște paytexta Emerîkayê ȗ ji bal serokȇ wȋ welatȋ ve hate pȇșwazȋ kirin.

Serok Ehmed EL-Şer’e yȇ ku dibe yekem serokȇ sȗriya ku ji serxwebûna welat ve di sala 1946 de bi seredaneke…