ALA MIN

  Ciwan Dêrikî
ciwanderiki@hotmail.com

Ala min
Çiqas şêrîn û bihayî !
Te rengên xwe
Ji êş û azarên min ,
Ji hêviyên min ,
Ji xemla xwezaya min
Wergirtiye .
Çi bikim

Li min qedexeyî . .
Di şahiyan de ,
Di pêşbirkan de
Alên biyaniyan hildidim
Û dihejînim
Lewra tu xemgîn dibî
Lê . . tu dimînî pêçayî
Di nav quncikên dil de 
Dimînî veşartî
Li ser singa min
Dimînî bazinek tirsayî
Di destê xwendekarekî de . . .
Yan şareka revandî ji destê serhildêreka
Cegerpola de .
Ey al !
Çendî îro xemgîn û dil kulî wek min
Bê dost û hevalî
Bi tenê yî . .
Rojek tê . . ew tenêtî bişke ,
Bêyî hildan
di nav hempa û hemrengên xwede ,
bi hejandina te
ax û ava min ,
zar û zimanê min ,
sêwî û xûniyên çiya
bêne naskirin .
hingî volkana hestan
wê li min biteqe ,
peyv û helbestên min
wê weke teyrokê bibarin ,û  biherikin ,
ma kî dikare xwe li ber lehiya
hestan bigre ?
bila îro neyarên te pirbin ,
bila kîna xwe li te werkin  ,
te qedexe bikin .
tîrêjên te . . venamirin ,
tu her û her jîndarî
di dilê min de dikî pirpir ,
di çavê min de bilind û ber ba dibî ,
di rewanê min de
sirûda xwe dixwînî .
ez û te . . evîn cêwî ne
bê hev najîn
ey al !
ez û te . . hevjînin ,
mana min . . bi hêviya hildana te ye ,
lewra . . bi kûve diçim
tu armanca minî ,
ger razim . . tu rûbalgehê minî ,
ger bimrim jî
tu perda darbesta minî .
* * * * *

DÊRIK – 5 / 2 / 2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…