Malpera welatême silav urêz…!!

  M.qasim

Biraderên hêja  yên birêvebirina malpera Welatême..
Silav u rêz bo we hemiyan.
Dema li paş dinêrim tê bîra min çawa malpera we bingehek tebût  ji  karekî berketî re danî,berî 3ê salan..!

Belkî malperek  bi gavin biçûk dest pêkir  xwe kir; lê giha rengekî xuya u ber çav di cihana kurdî de.. ; bi nefesek hêdî ; bi hêrzek şiyar u hêzek xurt; karê xwe birêve bir; ta gihan qunaxeka  bilind u bi kezwet u bi mefa jî..
Ez weku kesek di nivîsim; min xwe divê malperêde dît..bawerî bi nivîsa xwe wergirt..pir şikurdarim..u sipasiyê jî didim dest we bi dilekî geş u şad.
Ta îro jî; dema bixwazim nûçeyan bibhîzim; yan jî gotarin bi naverok u mefa bi xwînim; berî her malperî;  welateme tê bîra min. hem gotar u lêkolînê xwe lê di weşînim..
Xuyaye  ne bi tenê min divî warî de.. belkî gelek nivîskarê  kurd u belkî yên Ereb jî;  dive rewşê dene..ev serfiraziyekî didê; u dikevê di xizmeta karê welatparêziyê de; u alîkariya şiyarbûna  gel dike; bi hêzekî xurt.
Pîroz bê; ku sê salan; we qedandin bi camêrî ..
sê mûm we vêxistin; roniyê bidin mejî u hişên xwendevanan u niviskaran jî.bi şêweyekî saxlem u bê  xerez.
Pîroz bê; li karê we ; li bizava we; li herksê xwe divê malprê de xwedîkirî .
Ev ji bîra min nabê; ku her malperên bi kurdî behrek wê heye di avakirina nivîsa li ser kurda  bi hemû rengê xwe ;
ez wan jî pîroz dikim; bê ku binav bikim  jiber ku gelekin  u hemuwan karek serketî birêve biriye;li ser destê xortê ciwan;
  bi hêvîme ku bihtir  xwe pêşve bidin..
ewin karê ragehanda kurdî  birêve dibin..
xwezî peywndî  di navbera wan malperan  hemiyan de hebê..
 ji bo pêşveçûnê zêdetir bikin; ji miletê xwere  ;ji zarokên xwere ;ji nifşê(cîlê) bi dû wande (herne pêş ey xortê kurdan u ciwan ) wek ristevan ê mezin Cegerxwîn di bêjê:
 ((ey kurên guhderz u Rustem wek pilinga her ceng
zengilê cenga welt wê lêdixê qêrên u deng
serxwebûn doza meye lê plşveçûn bo me dive
herne pêş ey xurtê kurdan u ciwan)).
Ev hozanê mezin.. gewre..  ku roja  9 ê sibatê festival wî  li Hewlêrê bidarhat ji  alî  wezareta rewşnbîrî li kurdistana azad.birêvebirina mamostê gwere Felekedîn Kaka,î
careka din silav u hurmeta min ji were ;serketinê j were di xwazin.

Pêşinyar u rexne bila demekî din bê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…