Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, ji ber krîza operasyona Tirkiyê, vexwendina fermî ku ji aliyê Tirkiyê hatibû kirin, helwêsta xwe bi neyênî nîşan dabû.
Piştî ku nûçeyên rawestandina operasyonê hate rojevê, têkiliyên cemidî germtir bû. Peyivdarê Hikumeta Iraqê Ali Derbag ji bo pirsa serdana Serok Talebanî daxuyaniyek belav kir. Beşa pejirandina serdanê û roja serdana Serok Talebanî bo Tirkiyê wisa hate formulekirin:
Paşdekişandina hêzên Tirkiyê cihê kêfxweşiyê ye. Roja serdana Serok Talebanî bo Tirkiyê, di nîvê meha Adarê de ye…
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se