Destlata Sûriyê ji dilreşiya xwe danagere

 Dr. Ebdilmecî Şêxo

Weke tête zanîn ku 22 dewletên Ereban henin, ewanan ji dewletên ewropî fêrbûn ku “Yekitiya Perlemana Dewletên Ereban” damezrînin û li gora berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî têkeliyên xwe bi hev re bidomînin. Li ser binaxa vê yekê, ewanan di sala 1974 an de “Yekitiya” xwe li Şamê di bin sîbera” Partiya Bes” ya kevneperest û nijadperst de damezrandin. Evan dewletan dixwastin xwe mîna dewletên ewropî, têgehên dêmokratiyê, aştiyê û hevkariya nav gelên cîhanê di rêbaza xwe de biçespînin.
Di van rojên borî de hate ragîhandin ku vê carê dewleta Îrqaê, dê  rêvebiriya vê “Yekitiyê” bike, lewra ewê, ji ber sedema nebûna aramiyê li Bexdadê, biryar istandiye ku vê carê kongira “Perlemanên Dewletên Ereban” ya dehemîn li li Îraqê, paytexta Kurdistanê li Hewlêrê  di( 28- 29) Avdarê de bête bestandin. Ta roja îroyîn  dewletên Ereban helwestên xwe yên neyênî derbarê cihê girêdana vê kongirê dernebirîne, tenê dîsan mixabin dewleta Sûriyê li ser zimanê serokê  “Encumena Gel “Mehmud El-ebreş dilreşiya xwe li hember doza Kurd û gelê Kurdistan, mîna hercarê bi zelalî dide xûyakirin û ewa ji kînên xwe naxweze dagere. Li aliyê din jî, ewa dixwaze xwe rûreş li nik dewletên cîhanê nede diyarkirin, ji ber vê jî , serkokê “Encumena Gel” dixweze biryara nebeşdarbûnê li vê kongrê  bi zimanbaziyeke dekedûlavkirî di “Perlemana” xwe de bi riya piraniya dengan bistîne, ta ku ewa, vê biryara xwe bi navê gelê Sûriyê rewakirin bide û gunehê xwe ji ustiyê xwe bi buhaneya dêmkratiyê têxe hembêza gelê Sûriyê. Bi ya me be, têlên tembura Sûriyê pir zengarî bû ne,  ji zû de tu kes nikane guhdariya sazên wê, ya sergêjî û tolazene bike, siyaseta wê ya hundirîn û dervayî babidestî û bednav bû ye Ewa ne tenê çavsoriyê li gelê Kurd li Kurdistana Rojava dike, lê bi ser de jî ewa bi tundî li dijî her çiravêxistinekê li Kursdistanê ye, ewa naxweze dewleta fêderal li Îraqê bipejrîne û bê şermî piştvaniya hêzên reş û rikberên dewleta azad dike, ji ber ku binketina siyaseta “Partiya Bes” li Îraqê, nerastiya siyaseta wê li Sûriyê jî dişerpizîne.

Dewleta Sûriyê pêşda dizane ku di vê kongira duhatî de, dê di encamê de hin biryarên erênî dermafê Îraqa nû de bête wergirtin, wek mînak; Pênasîn û pejrandina Îraqa fêderal, ango “Perleman û hukmeta herêma Kurdistanê” mîna rastiyeke dîrokî û siyasî di vê kongirê de tête çespandin. Her weha jî dîsan di kongirê de, karên têrorîstî û destdirêjiyên hêzên derve, dê werin cersandin û şermezarkirin. Lewra Sûriyê naxweze xwe têxe vê qorziya teng û çemberkirî.

Helwesta Sûriyê ya bêrû di vê derbarê de, ne tenê li dijî Îraqa fêderal e, lê belê, ewa hîn li dijî vîna  “Yekitiya Perlmanên Dewletên Ereban” ne jî, vêca pirseke din xwe di vir de berdide holê; ma gelo, eger bi rastîn Sûriyê di vê kongirê de ne behredar be, dê  “Yekitiya  Perlemanên Dewletên Ereban ” çi biryarê li dijî Sûriyê bistîne ?? Yan piraniyanên wan dewletan jî, dê çavên xwe li ser helwesta wê ya dilçepelî damrînin .???

Yan jî ewan mîna “Perlemana Dewleta Istraliyê” ya nûh, ya ku lêborîna xwe pir vekirî û bi mêrane ji gelê Eborcînê, yê berê di pêvajokeke dirêj de bindestkirî, daxwaz kir, dê li xwe vegerin, hinekî bi wêrekî  û bi aweyeke bîrgeşî  rexnên dewletên şovînîst û Kurddijmin bikin, bandêra dêmokratiya rastîn hildin jor û bêjin;  hêdî bese! setemkariya Kurd û Kurdistanê!

Gelê Kurd bi riweşt û xwerista xwe herdem geşbîn e û ew herdem bi hêviyên ronak li pêşerojê temaşe dike . 

Almaniya,26.02.2008 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…