Ev çi bû..

Dijwar Naso

Çi qerîn û talaneke bilez,
Ev çi bû..
Çi kulîlkin nû bişkivî,kuştin bi gef
Kîna kê di zikê we deye,
Ey xwefiroşê pêlava Nijadperestin bê
Bext û rûreş.
 
Evin …yê di bin çengê xwe de,
Xwêdana dîrokê ,digvêşin
Ta bi nivîsînin rûpelekî ne xwendî

Di hişmendi ya demê de
Bi hêrs dibin xewnin me
Giran buha dibin tevzînokên, sirûdên me
Evîndari ya memo xwe dirêse,
Di sînga pakrewanên te de
Ey Avdara dilgerim û şewata
Ey dilvîn û revîna ciwanan
Ma….ezê çend caran,nifir û nefretan li te bikim
Ma….ezê çend caran,te, tewan bar û bêkêr bikim
Ma….ezê çend caran,pêşwazî û pîrozi ya te bikim
Ji bo
Serhildanan
Ji bo
Şoreşan
Ji bo
Komara qaziyê ,ne tebitî di goristana rengê te de
Û
Şêx Se,îdê darvekirî , di Mihraba mizgeftê te da
Ji bo
Seyda yê Berzanî…yê têr bihna çiya yê te
Û
 zarokti ya xwe şa nebû
Ji booooooo
ŞÊXÊ Şehîda….yê dev li ken û xewin qurmiçî
Di zikreşi ya celadê roni yê
Ji bo
Pakrewanê 12 avdarê….yên xwe qurbanî sînga te kirin
 Bê xatir xwestin ,ji himbêza ciwani ye
Ber bi ezmanê te ketin,
Bûne qublename ya berbanga ,
Rojnivîsa armanca li ser aso yên dilbijok
Û
Rêtengiyê bidin Diktatorê wekû SEDAM ta bibin hevalê
Qolmişka,
Û
Tirsê veşêrin di goristana Be,esde
 
Evin sêwî û perîşanê te,
Ey welatê min
Evin Berxê kêrê,
Bûn Beranê çerxa bîst û yekê,
Û
Hejî dest pêke
Gelo we kengî
Dawî li malwerani ya me bê!!???
Dijwar Naso-Amudê

2005

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...