Kîjan mirov?

Siyamed Sîpan

Dibe ku jiyan ji ber xwe fedî bike û têkeve xefka bêbextiyek şermek mezin, ji bo kiryarên mirovan, ji tevgerên mirovan. Xemla jiyanê ji aliyê mirova ve hatiye xirab kirin. Di dawiyê de dîsa hemû xirabî ji mirov der ketiye. Dema mirov dest bi fikirandinê kiriye, wê demê xirabî û fikrên xirab jî derketiye holê. Di bin hemû xirabiyan de mirov heye. Lê tu kes ji me naxwaze vê rastiya tazî yî li hemberî me bivîne û fahm bike.
Herdem em li kesên din digerin ku hemû tiştî bavêje ser wan. Em herdem li bersivan digerin, lê bersiv hemû em bi xwe ne. Bersiva hemû pirsan mirov bi xwe ye. Lê em herdem dixwaze xwe ji rastiyan bifilitîne.
Jiyana herî hesan ewe ku tu hemû pirsan bê bersiv bihêle û xwe ji bin hemû barên bersivan derxîne.

Nêvî yê herî pir ji me vê vebijarkê hildibijêre, û dema ev jî nebû mirov dikare bike para xwedê yajî bike para qederê û wisa xwe li kerrî dîne.
Em ne xatirê axê zanin, ne wateya demê, ne ya xwezayê, yên mirovan û ne ya çand û zimanê xwe. Bê yî ku em xatirê tiştekî zanin, bê yî şerm û fedî teww em li dû qûna tiştên mezintir digerin.
Em kêm tiştan dikin, lê gelek tiştan dixwazin…
Kirasê tazîbûna rastiya mirovan wisa ye, ku ez bi xemgîniyek mezin bi lêv dikim.

Lê êdî dibê em li xwe vegerin û pirsan ji xwe bike û hewl bide ku bersivan bivîne. Dibê em xwe bavêje çemên rastiyan û berbi bersivan avjenî bikin. Dibê em xwe li ber bayê rastiyan bixin û hestên xwe li ber tirêjên tava fikrên bê sînor raxînin.

Çend mînakên ku şermên mirov, bi taybetî yên Kurdan li ber çavan rêz dikin:

·   Kurdê ku kurdî nizane û hewl nade ku fêr bive, nikare bêje ez li jiyanê me û jiyanê jiyan dikim. Şerm û eybek gelekî mezine. Ji ber ku ev çi kurde ku kurdî nizane?!!

· Kurdê ji çanda xwe bêbir be, şermek mezine û dibê ji xwe bipirse bê çawa kurde?!

· Kurdê ku nikare bi kurdekî din re yekîtiyê çê bike, çi kurde?!

Hêvîdarim ku kes ji ber van tiştên jimartî nayîne cîh, ji ber xwe fedî neke!!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…