BEHÎNAME

Şevbiwêrkek çîrokî

       Koçika Qamişlo ya çandeyî, piştî bîst şevbiwêrkan ji damezirandina wê ve ji berî  bihtirî salekê. di şeva 12- 2 – 2008 an de , çîrok nivîs û nivîskara kurd NISRÎN TÊLLO pêşkêş kir û bi dilxweşî sê çîrokên kurdî bi navên (piwêsk , heşt pê , evin kilîtên amûdê) û çîrokek bi navê (الربع الخالي)  û renge çirokek jî li ser cejna evînê ko dikeve roja 14 – 2 a bi zimanê erebî xwendin. Hêjayî gotinê ye ko şev dixanîkekî teng de pêk hat, û ji ber ko (kehrebe) nebû , şevbiwêrk li ber mûm û pîlan çêbû , û nebûne (kehrebê) bi xwe jî bû çîrokeke din , û amadeyan tevan bi hevra ew bê pênûs nivîsîn
di dawîyê de amadeyan( ji mêr û jinan) şev hemereng û zengîn kirin , û diyar kirin ko çîroknivîsa me ya berêz çîrokên xwe bi zimanekî petî û paqij nivîsî bû , û  çîrok gelekî têr û rengîn bûn çi ji aliyê gotinan ve û çi ji aliyê hevokan.

Koçika Qamişlo ya Çandeyî

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…