Destgirtiya narîn

  Zekeriye Elî

Ey destgirtiya narîn
Bi şev wer min bi revîn
Te ez kirim har û dîn
Avêtim derya evîn

Zêrê te li tilya min
Li paytextê dilê min
Dil ketiye zîndanê

Maye hêvya dîlanê
Keç û xort jî delalin
Li vê dozê dinalin
Şev û roja dijmêrin
Kînga ew hev bibînin

Li nek canê hev rûnin
Agirê xwe vêxînin
Hemî miraz di dil da
Xwedê pîrozkê ser da

Emê durbê bikujin
Di nav xwe da bibrêjin
Bes wer ba min ava jîn
Bi hevdin lêvêd şêrîn

Destikî têk mistê min
Ê din deyn ser milê min
Bêje; Tu yarîkê min
Kulê birevin ji min

Ger hatim te dil birîn
Xwe di min da bi borîn
Û ger hatim te bi dîn

Xwe gî

——-
jibo daxistina dîwanê li vir bitikîne

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…

Hişmend Şêxo

“Nerînek di derbarê rewşa Sûrî de”

Di sala 2011an de qeyrana Sûrî destpêkir û ji wê demê de ji ber zihniyeta rêjîmê û nepejirandina wê ji daxwazên hemû pêkhateyên gelê sûrî re di gorankarî û çaksaziyê de û li şûn sivikirina êş û azara welatiyan û dayîna azadiyên giştî…

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…

Gulistan Resûl

Ala kurdî ala meye

ew tim navnîşana meye

keske sore sipî pêre

Rojeka zer dinîvde mohre

Tirêjin wê bîst u yekin

dîroka Newrozê dikin

Ala me alek hêjaye

di dîrokê de deng daye

rengê ala me şêrîne

mixabin dinav alan de…