Encamên rexneyê

Ezîz Xemcivîn

xemcivin@hotmail.com

1- Giyayê jiyanê:
Di van çend gotarên rexneyî de, yên ko min li rûpelên malperên kurdî ew weşandine; pir email ji min re hatin, hin dij û hin jî ligel, lê min tev de dane berhevkirin, bi wateyên baş û nebaş, nikarim bi taybetî bibêjim, ne ko ez li ser xwe ditirsim an ji peyvên ko hatine gotin şerm dikim, lê ji bo wan kesana ne dirist e, ko emailên wan li ser rûpelên internetê belav bikim..
Lê hinekan bi awayekî tinazî gotine; xuya dike, te berê nivîsîna xwe ji helbestê bi aliyê rexneyê ve guhert?? Bersiva min ji wan re pir hêsan bû, min got: mîna Gilgamêş li giyayê jîndariya zimên digerim, ne rexnevan im û nikarim navekî wisan bi dûv xwe ve bixînim, lê carcaran dikarim dost û biraderekî li avjenîna di deryayê de hay bikim; çimkî ava deryayê bi nêzîkbûna heyvê re bilind dibe.. Mixabin, ew kesên wateya bilindbûna ava deryayê, ji merov bawer nakin, êdî diçin avjenînê bikin, pê re binav dibin..!!

Berî demekê, min gotarek helbestvanê kurd Arşevê Oskan xwend, li ser komek şaşiyên (nivîskareke kurd) rawestiyabû, li gor nivîsê dora heftê heştê-şaşiyên ziman di gotarekê de ko pelek tenê ye li bal wê dabû xuyakirin.. Dema min ew gotara rexneyî xwend, di dilê xwe de min got: bawer dikim, ko ev kesa ha di derbarê beranberiya van şaşiyan de gerek spasiya nivîskar bike, çimkî ji xwe re sudayek ji nivîsa wî girt.. Matmayî mam piştî wê bi rojekê gotareke din belav kir û ta ana jî ciwankê di heman şaşî û çewtiyên ziman de belav dike..

Dema min gotareke rexneyî li ser nivîsên birêz Daryos Darî nivîsand, min di wê gotarê de jêderên gotarên wî berçav kirin, min texmîn dikir ko Daryos li xwe hay bibe û lêbûrîna xwe ji xwendevan û nivîskarên kurd bixwaze û bibêje: tiştê çû bila biçe lê nivîsên ko nû binivîsînim, nema ji nivîsên belavkirî dibim û nema keda kesî arzan dikim..!!
Mixabin, dîsan helbestek bi zimanê erebî li malpera semakurd û gemiyakurda weşandiye, bi awayê xwe yê sext ko ji malperên erebî biriye û ji xwendevanên me re bi navê xwe weşandiye..

Helbest bi navûnîşanê

عــــاصــفة من الحـــب…؟. .قصيدة بقلم:

داريوس داري

rûpelên ko helbest jê hatiye birin jî ev in:

 

Di şopandina min de ji malpera (Rojava.net) re, bi tiştina nedirist hay dibim, ji bo malperê, xwendevan û nivîskaran herî nebaş in.

1-  Stûna aliyê çepê û stûna aliyê rastê, wateya vê gotinê aliyê çepê ji pela pêşî ew ji nivîskarên mîr û beg re “((desteya birêvebir))” terxan kirine, mîna (Ehmed Huseynî, Hoşeng Biroka, Tengezar Marînî û Xelat Ehmed) digel ko beşek ji nivîsa wan jî tête belavkirin û aliyê rastê ev ji nivîskarên qeşmer re hatiye terxan kirin (ez jî yek ji vî beşê dawî me) heger bi çavên dilovaniyê li me nerîn û belav kirin, bê ko balê bikişînin ser nivîsa qeşmerkî, dema ew nivîsekê ji wan re bişîne dibe ew nivîs deh rojan li ba wan razê, ser şens dimîne, heger ronî dît an nedît.
2- Helbet ev nivîskarên pêximber((desteya birêvebir)) her yekî ji wan quncikeke taybet jî ji wan re heye û berpirsê beşê xwe ne, nabe kes nêzîkî wan bibe..
3- Dibe hinek bigihên ko ez ji kesekî ji van kesan “aciz” im, berevajî bi tevayî dost û hevalên min in û hezkirin di nav me de heye, lê belê ev cudahiya di malperê de pêk tê pirsekê li bal gelek nivîskarên “nepêximber” di-afirîne.
4- Min ev têbînî li Kurdistanê ji berî salekê ve ji birader Selîm Piçûk re got, bersiva wî ji min re: hîç tiştek ji van tiştan nîne..??
5- Hêjano! rêza min ji we re ev nerîn ne ya min bi tenê ye..
6- Diyare malper ne serbixwe ye, piştgiriya aliyekî li dijî aliyên din dike.
7- Ji ber sedemên wisa nifşek mezin ji endamên hevgirtina rewşenbîran jê dûr ketine.
8- Di nerîna min de gelek nivîskar jî, ji ber van sedeman ji malperê dûr ketine.. Hin nema nivîsên xwe dişînin, hin jî dişînin û malper belav nake..  

3- Hevpeyivîn:

Em tev de Ereb in!!
Birêz Hisên Ehmed yek ji xortên kurd, ên ko dixwazin navê wan di nav rêza nivîskaran de diyar bibe, lê toreya ko Hisên tê de dixebite, çanda hevpeyivînan e, ta niha bêtir ji sed hevpeyivînê hêja Hisên Ehmed ko bi nivîskar û helbestvanên kurd re kirine, hêviya serkeftinê ji wî re divêm..
Lê belê, piştî ko mamoste nivîskarên kurd bi dawî anîn, berê xwe da nivîskarên Ereb, ji bo çixêza çanda hevpeyivînan firehtir bike, xwest ji birayên derdor û cîran nerîn û dîtinên wan li ser kêşeya kurdî binase, birakê me Hisên dest bi hevpeyivînkarê ereb Ehmed Tayil kir..
http://www.welateme.net/cand/modules.php?name=News&file=article&sid=1153
Ehmed Tayil kî ye? Ji bo ji xwendevan re bête diyar kirin, ko Ehmed Tayil yekî heman karê Hisên Ehmed dike, ew jî hevpeyivînan bikar tîne, ta nuha ne kêmî Hisên hevpeyivîn kirine.. û pertûkek taybet (Li ser basikên ramanên wan- (على أجنحة أفكارهم belav kiriye tev de hevpeyivîn in, ango tiştekî Tayil nîne, belam gotinên nivîskaran, jiyan û ramanên wan in…

Cudahiya di navbera wî û Hisên Ehmed de, Ehmed Tayil yekî sext, nezan û derewçîn e, helbet ev yek ne tenê di wî de heye, dikarim bibêjim di gelek Misriyan de heye..Lê Hisên Ehmed ji dilpakiya me kurdan gufûgoyê bi yên wisan re dike..
Gerek hinek pirsên Hisên bi hestên wî û netewa kurd ve girêdayîbana, Tayil bi tudî li mamoste vedigerîne û dibêje: Ereb, Kurd û hemû miletên li herêma Ereban em Ereb in, cudahî di nav me de nîne..
Helbet ez gazinan ji Tayil nakim, çimkî Tayil wê nerînên xwe ên şofînî bibêje, lê dixwazim bînim bîra hêja Hisên Ehmed bê ka evî Tayil çi kir ji Narîn Omer?
Ne bûye çend meh, Tayil hevpeyivîneke eliktronî bi nivîskara kurd Narîn Omer re kir, di dûv re li ser daxwaz û nerîna xwe a şofînî nav û rewanê kurdayetiyê ji bersivên Narîn xistin (ez li gor daxuyaniya Narîn dipeyivim) ya ko li malpera “welatê me” belav kir ..
http://www.welateme.net/cand/modules.php?name=News&file=print&sid=715
Kaka Hisên! baş e, Tayil û gemara xwe ji te re diyar bûn, te hevpeyivîn li gel wî kir û te kirêtiya wî dubare dît, gelo çima hevpeyivîn hate belav kirin, yan belavbûna wêneyê te ji kêşeya kurdayetiyê giringtir e?
Hêjayî gotinê ye; mamoste Deham Hesen hevpeyivîna Ehmed Tayil bêjing kiriye û şaşiyên Tayil yên ziman û rêziman di zimanê wî yê Erebî de berçav kirine, mixabin mamoste Deham tev rêza min ji wî û nivîsên wî re, berê xwe nedaye Hisên Ehmed û negotiye çima te ev gemara hanê bi ser me de ew tozandiye??

Ev jî hinek jehra ko Ehmed Tayil dostê birêz Hisên Ehmed dirijîne:


س(حسين أحمد) 8- كثير ما نسمع  عن مصريين من أصول كردية أمثال :
محمد علي باشا و أمير الشعراء احمد شوقي والكاتب الكبير عباس محمود العقاد والمخرج السينمائي الكبير علي بدرخان وهناك الكثيرون من أصول كردية ما تعليقك علي هذا الكلام  ..؟
ج (أحمد طايل) – أخي الفاضل لنضع باهتمامنا الأول والأخير ان  انتماؤنا جميعا للكيان العربي وأتمنى من كل المثقفين العرب وأصحاب الشأن الثقافي ان يتبنوا هذا الأمر ويؤكدوا عليه ويرسخوه لدى الكل بالعالم  أننا جميعا نحمل الهوية العربية وننتمي للثقافة العربية  وأيا كانت الانتماءات الثقافات فكلها تصب بمعين واحد اسمه الثقافة العربية أنا  اؤكد لك ان  الجميع يعتز بالثقافة الكردية التي هي جزء من الثقافة العربية ونعلم تماما مدى رسوخها وعلو مكاناتها وثرائها وان بها من الرموز والأسماء العالية الهامات والقاما ت الكثيرين الذي نشرف بأنهم أولا وأخيرا ضمن أبناء المنظومة العربية وكل ما ذكرت ان كان ينتسب إلى جذور كردية فانه يحمل هوية العروبة قبل أي تصنيف أخر

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…