Vestîvala helbesta kurdî ya 12 mîn

  Roja 30/11/2007/a. Li nêzîkî bajarê QAMIŞLO vestîvala helbesta kurdî ya 12 mîn  hate li darxistin bi amadebûna hijmarek ji helbestevanên mezin yên xem xwerê helbesa kurdî ya resen mîna mela nûrîyê hesarî û mela nûredîn( xemgînê xanî ).. û bi dihan ji nifşên nuh ji keç û xortan.

 Vestîvalê bi vî şyêweyê xwarê dest bi weşana pirogiramê xwe kir:
  1 – xuleke bê dengî li ser giyanê nemirên helbesta kurdî rawestihan.
2 -gotina komît amadekar ji bal mamosta umer îsma,l ve hate xwendin .
 3-xwendina  helbestan bi hemî corên kilasîk û nuh.
 4 –xlatkirina seyda yê( mela Nûrîyê hesarî) bi bawernama rêzgirtinê ji bal komîta   amadekar ve .
 5- gotina seyda mela Nûrî yê hesarî ji bal mamosta bavê SEFÎN ve hate xwendina ji ber ku seyda mela Nûrî nexweşê  bayê felec bû,
 6- Li dawiya vestîvalê komîteke nuh ji hemû salan ferehtir hate hilbijartin ji bo sala werê ,û sozdan ku berhemên hatine xwendin bêne çap kirin û weşandin
Birastî pir astengî û kêm ûkurî ji vestîvalê re derketine holê mîna:
1- birîna têlefûnê moba,l û yên mala, heya vêga em nizanin ku ev birîn teknîkîbû  yan na.
  2-ne amadebûna hijmarek ji helbestevanan ji egerê birîna telefûnan û ne naskirina  çihê vestîvalê  ,lew ra vestîval biqasî yek(1) demjimêrê hate paşxistin.
Bê goman vestîval rojeke  ciwan û qeşeng bû li keşekî û hawayekî pir sir serma de hate li darxisin, li dawîyê komîta amade kar hewil da  ku van kêm û kurîyan li sala werê çareser bikê .

Têbînî:
 Berî vestîval dest bi pirogiramê xwe bikê endamê komîta amadekar , yên pêkhatî bûn ji van mamostayên helbestevan:
 1-mamosta isma,l umer lalê
  2- mamosta reşîd beravî
  3-mamosta umer îsma,l  çûne ser gora halbestvanê xweda jê razî keleş û dest pêka qurana pîroz xwendin ,û baqek gul danîne ser gora wî ya pîroz û serxweşî ji malbatawî re xwestin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…

İSKAN TOLUN / Köln

 

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye….

Firyal Hemîd

Helbesta nexwendî

di mêjûyekî Jibîrkirî de,

Toza li ser xêzên wê,

Ji tirabêlka binê

Lingên hespê demê rehwantir e..

Gunpisîkên Buharê

xwe dinava

tîpên wê de veşartine..

Rewanê wê,

tevlî rengên tabloya

xwezayê dibe..

bi têlên kemana Dilşêd re,

<p...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…