Dîdar: hozan xelîl murşid
1-Nasnama rexistina me: JIYAN „ Insyativa Navneteweyî ya Jinen Kurd Li Dijî Zewaca bi Zorê û Tawanên Rûmetê“
Em ê, di dema hazir de karên xwe di Bîro“nivîsgeh“a alikariya jinan li dij tunditîya malbatî ya li bajarê Langenhagen: Frauen Notruf Langenhagen, Ostpassage 9, 30353 Langenhagen bi kartînin .
A-armanc û mebestên we?
Armanca me şermazarkirina hemû rengê zordariyê ye çi yên can yên li dijî jinê tê bikar anîn û hemî stemkariya li ser jinê yan kuştina wê ji ber ku ew jin e, bere ol, nijad û rêbaza wê yî siyasî çibe. Ji ber zewaca bi zorê û kuştina bi nave namûsê du tewanên ku pêl mafê mirovan dikin, yên ku ji yekîtiya netawan derketina sala 1948 û her weha makezagona Elmanî ya ku li gor madeya 1 ê dibêje:
Bendê 1 ê: hemû kes ji roja zayîna wan aza ne çi hilbijêrin, û wek hevin li hemberî zagonê.
Bendê 2 ê: her merivek xwedî mafê aza ye, ku bixwe tiştên xwe hilbijêre, dema pêl azadiya merivên din eke, û ne dijî zagon û makezagona dewletê be.
Em dixwazin di riya têkilî û hevkariyê bi sazî û kesayetiyên xwe bi vê mijarê ve mijû dikin, eger serbixwe bin, yan resmî kar dikin li Kurdistanê û Ewrûpa, hêzên xwe bikin yek di warekî tekûz de. Bo xizmeta jina Kurd di radeya yekemîn de û bi gelemperî bo xizmeta civaka Kurd.
B- şîwazên xebata we?
Em bihev re lêkolînên çareseriyên mumkin bikin, û programên demdirêj û demkin çê bikin dijî vê fênomînê, û komkirina agahdariyan û şevên axaftinê bo vê babetê çêkin, bo şirovekirin û zelalkirina sedemên wê, û naskirina riyên rawestandina wê, û em li ser babeta zor, setem û taqîbkirina jin û keçikan di civaka me de rawestin, û tiwêjên wê yî pîs diyar kin.
Em mafê jinê pê bidin naskirin û bi gelemperî mafê merovan, û mafê wekheviyê di navbera jin û mêr de, bi riyên xwendin û integrekirinê di civaka xwe de û ya Ewrûpî ku lê dijî ev ji layekî ve, û ji alyê din di riya perwerdeke medenî de bo perwerdekirina nifşên pêşereojê li ser bingehên nûjen.
Pêşkêşkirina alîkariya bilez ji qurbanan re û yên dibin gefa zewaca bi zorê de ne yan kuştinê, û em amade ne bo têkildariya bi malbatan re, bo riyên elternatîvê kuştin û zordariyê.
Em amade ne bo şêwirdariyê, alîkariyê, hevrêtiyê û navberiyê li bal rêvebiriyên din bo alîkariya jin û keçên di bin gefan de. Em dê di rêya çapemeniyê de li ser bûyerên qewimî rawestin, sedemê wê binasin, û şermezar bikin, bala raya giştî bikşînin ser, û ronahiyê vekin ku da zanibin karên birastî hene dijî vê fênomînê, emê raya giştî Kurdî û cîhanî hişyar bikin bo vê doze, bo çareseriyên rastî û bingehîn bibînin.
Emê alîkariya jinê bikin piştî derbaskirina kirîzê, û derfetên xwe naskirinê pêşkêş bikin, da jin vegere jiyana xwe ya normal û têkeve nava civakê ji nû ve.
C- pilandanana pêşeroja jinê?
Em di destpêkê de dixwazin ber piyê xwe li Elmanyayaê bibînin, piştî birêvebirên resmî bo qeydkirina komelê di dadgeha Elmanî de, em dê ji xwe re li bîroxaneke serbixwe bigerin, û li gor zagona Elmanî ya resmî ya girêdayî bi komelên destûrdayî re, dê mafê me hebe bo tayînkirina hin kesan bo rêvebiriya karên komelê.
Bê guman wê demê wê derfetên me bêtir bin bo livandinê û çêkirina karên cemawerî. Ne tê wê wateyê ku niha em kar nakin, lê belê em demê bikar tînin bo têkildarî û hevkariyê bi saziyên jinê yên din re, û em plan dikin hin civînên cemawerî pêk bînin li hin bajarên elmanyayê. Em plan dikin bo komkirina emzan li ser namekê, ew name dê bê rêkirin ji dewlet û saziyên cîhanî re, bo zextê li desthilatdariya bikin da zagonên xwe yî taybet yên girêdayî bi tewanên şerefê ve bugherînin. Û niha rûpela me ya internêtê www.jiyaname.de bi zimanê Kurdî, Erebî û Elanî heye, û hîn pir ramanîne din û karne din hene em dixwazin pê rabin.
2-piştgrîya rêxitina we kî û çi layenekî ramyarî kurdî dike, çi li hêlî ramyarî-aburî-civakî-h.w.d?
Em saziyeke nû ne û bitemamî serbixwe ne, em ne girêdayî tu partiyên siyasî ne yan komel û sazîne dinin.
Tu armancên me yî siyasî yên rasterast tunin, lê belê karê me di radeya yekemîn de karekî bo armanceke civakî ye. Raman me ji ramana mirovê azad tê, yên ku dibîne jin xwedî kesayetiyke bi şan û şeref e, wekî mêr û ne di radeyeke kêmtirî wî ye, yan girêdayî wî ye. Em bawer dikin ku azadbûna jinê azadbûna civakê ye û berûvajî rast e.em ne dijî mêr in, wek ku wisa hin armancên me fam dikin, lê belê em kar dikin bo xweşya jin û mêr ya herdûka, ango çêkirina malbateke tekûz û şad, çi kesê di vî warî de kar bike em amade ne kar û alîkariyê bi wan re bikin çi kes, sazî, jin yan jî mêr bin.
Ta niha tu alîkariya diravî ji tu kesî ji me re nehatiye ji bilî alîkariya endamên komelê û dost û hevalên wê. piştî standina destûrnameyê em dê daxwaza alîkariyê ji Elmanan bikin, da em karibin bi karê xu çêtir rabin.Ji rexê civakî ve weke me gotî, karê me karekî civakî ye di radeya yekemîn de, û çalakiyên me ne tenê jibo hin kesan e, lê belê jibo hemû kesî ye, û em hewl didin têkiliyan bi kesên muhtac re bikin bi taybetî li Ewrûpayê, çimkî li wê derê pirsgirêkên zimên û hevnaskirinê di nav kultûrên cuda de hene. Ez dixwazim bi rengekî şexsî sûd ji derfetên heyî bigrim, çi rexê kesê Kurd, Elman yan jî dewletê ve be.
3- ta niha çalakîyên we jibo rizgarkirina jinê ji xwekuştin û xwe şewtandinê û ji destdirêjîya mêrên kevneperest yên ku li gorî kilture çend sedsalên burî derin..?
Temenê me 5 mehin, civîna meyî avakirinê roja 30.06.2007 an bû, dema ez bêjim me guherînek çêkirîye gotina min dê ne di cî de be, lê belê ez dikarim bibêjim ji dema amadekariyê me ji civîna meyî yekemîn re û ta niha me dikarîbû di vî warî de “ qelebalixekê” bikin, û ev qelebalix di riya têkiliyên meyî şexsî re pêk hat û bi riya internet û telvizyonê, em beşdarî programên kenala ezmanî ya telvizyona Kurdistanê bûn û hin dîmen ji civîna meyî avakirinê hate weşandinê. Vê qelebalixê derî vekrin bo axaftinên li ser vê fênomînê, çi negative yan çi positive be. Bi nerîna min itirafkirin yan naskirin ku fênomînek heye nave wê kuştina bi nave şerefê ye yan zewaca bi zorê biserê xwe tiştekî positive e, û dema em xwe kerkin ya vê fênomînê veşêrin, em dibin alîkar ku berdewam ke û kul bibe û berûvajî vê jî rast e, dema em ser biaxifin û bipîvin ku ev pirsgirêkek e, wê demê yek bi çareseriyê difikire.
Dema berî civîna avabûne, me gelek çalakî bi Elmanan re li derdora xwe kirin, û bi tenha, û bi girûpên jinên Kurdan re li hin bajarne Elaman yên din, me jin ji parçeyên Kurdistanê dawet kiribûn. Her dem xalên girîng yên ku hatin giftugokirin, sedemên dîrokî ku ev fênomîn bi ferehî di nav Kurdan de heye û sedemên mayîna wê di nav me de ta niha? û çareserî çi ne? û ez bixwe rawestiyam bo sedemên heyîna vê fênomînê li Elmanyayê? Û min hevdîtin bi hin qurbanên zawaca bi zorê re kirin û bi malbatên qurbanên tewanên kuştinên ( bi navê şerefê ) , hin ji wan hatin weşandin li ser rûpelên internêtê û di pirtûka hevkariya kawa ya jinên ji rojavayê Kurdistanê berî demeke kurt hat çapkirinê.
4-aye rewşên xwekuştin ji çi tê, ma gelo çareserîya wê çawa dibe bo rêgirtin li wan bûyerana?
Sedema bingehîn ya fênomîna kuştina jinê bi nave şerefê ew urf û adetên kevnare ne, yên ku me ji sedên salan ve, bi gelên em bi wan re jiyane û cîrantî kiriye, yên ku em ketine bin destên wan wekî Ereb, Turk û Farisan, yên ku hemû kelepûra xweyî olî û kultûrî ya efnikî sprtne me. Em hîn bindestî wan in û ta niha car carina şer û penaberî li me ferz dibe, mal û mewdanê me tê talan kirin. Mêre Kurd hîn buye ku her tiştî winda bike bê ku karibe liberxwe bide, tenê jin ma di nav destê wî de, ku çarenûsiya wê li gor ku bixwaze bivîse, bê ku biryara wê yan jî itiraza wê li hember mêr hebe, ta ku jin bixwe bawer dike ku ew kêmî mêr e, û girêdayî wî ye, û gelek caran jin kuştinê erê dike û guman dike ku ew paqijî û şerefa xwe di parêze, dema tewanên mêran yên bi navê şerefê erê dike. Tiştê dihêle ku ev adet bimîne ew e, ku di nav desthilatdariyan de kesek xwedî li vê fênomînê dernakeve û tiwêjiên wêyî negativ li ser kesan û civakê nabîne, biserde jî dewletên Kurdistan dagîr kirine wê tewanbarê kuştinê diparêze û wan efû dike, dema kuştin çêbibe.
Ji ber vê ez dibînim ku çareserî dive li ser du asteyan be:
ya yekem guhertina zagonên ku jinê di radeya duwem de dibînin piştî mêr, û derxistina zagonê wekheviyê di nav jin û mêr de, û peydakirina dadwerne jêhatî û serbixwe û wan zagonan fam bikin û bi rengekî rast pêk bînin, û kuştina jinê jibo çi sedeman be tewaneke resmî bibînin, û tewanbar bên cezakirin bi sedema kuştina ji qestî.
Duwem belavkirina zanebûnê di nav gel de bi rengekî gelemperî, bi riya planên hînkirineke pêşketî bi rêk û pêk di hemû pêvajoyên perwerdê de, bo avakirina nifşekî zana ku bi wekhevî û dadmendiyê bawer be. Û fênomînên negative şermezar bike, û li ser sedem û tiwêjên wa raweste û çareseriyên baş bibîne. Em Kurd jixwe derfetên me tunene ku biryara guhertina zagonan bistînin li bêtirên parçeyê Kurdistanê, û her wisan jî planên dibistanan jî, lew re erkekî her kesekî Kurdî xwenda, hemi sazî û partî ew e, ku vî tiştê têkin programan û rejîma hindirû ya wan, ew bibînin ku ev erkekî Welatparêziy e, dema ku gel zana bikin di vî warî de, û dema şerê kesên ku vê fênomînê sor û dipejirînin dikin. Û dikarin di riya çapemeniya Kurdan re, yak u roleke wê yî mezin heye bo zanekirina gel, vî erkî pêk bînin, bo nimûne programên ku kanala Kurdistan li ser vê babetê weşandin di vê sale de, weşandinê roleke mezin leyist bo zanebûna gel, ez hêvîdarim berdewam bikin.
5- win weko jineke mafnas çi helwêstek li hemberî mêrkirina bi zorê ji hêla malbetên keçan v eke li sr keçên xwe dikin yan jibo kur mam yanji kurekî ji êl û eşîreyê xwe bin.
Zewaca bi zorê pêlêkirine mafê mirovan ne, li gor madeya 16 sala 1948 an yak u dibêje “ her merovek xwedî maf e ku hevalê xweyî jiyanê biparêze” û zewaca bi zorê gelek rengên wê hene, ez niha nabêjim çi ne.
Lê ez dibêjim mixabin li Kurdistanê tu zagonên ku sûcdaran di cî de ceza bikin tunene, biser ku ev fênomîn sedemeke bingehîne ku dihêle kuştin pey re çêbibe. Ew sedemek bingehîne ku pevçûn û qehr di nav malbatan de çêdibe, û bêtirê caran berdan çê dike, û zarok belawela dibin di nav dê û bêv de, yan tê dûrkirin ji yekî ji wan, bêtirê caran ji dê, û di wê dema ku ew pir muhtacî wê ne. û pirsgirêka zewacê di nav zarwên apan de fênomînek e. Ji ber sedemê berê û ji ber tehluka nexweşiyê mîratî û seqetbûnê, bi nerîna min gerek e ew zewac kêm bibe, dema ku kes li dijî nebe jî. Di ola islamê de jî, Pêxember Mihemed şîret kir ku ne ehl ji hev bizewcin. Ola kirîstiyana jî zewaca zarwên apan, metikan, xalan û xaltîan qedexe kirî ye.
Li Ewrûpayê hewldanê cedi hene bo guherina zagonan yan çêkirina zagonê nû, da karibin bersûcên zewaca bi zorê ceza bikin ji 6 mehan ta 10 salan,û berdanê hêsan bikin dema jin daxwaza berdanê di dadgehê de bike, di her sê salên pêşî de ji zewaca bi zorê, û gerek e em bidin ber çavan ku mafê rûniştinê yê jinê jê neyê standin, dema ew bi zewaca bi zorêve girêdayî be.
Dema zewaca jinê ji derveyî Elmanyayê be dê mafê wê li vegera Elmanya hebe ta salekê ji dêla 6 mehan ve di rewşa normal de. Zagoneke nû hate deranînê roja 28.08.2007, dibêje ku jinên zewicî yên dinbin 18 salî re dikarin vîzayê bistînin, dema ew bi zimanê Elmanî zanibin.
6- rewşa jinê li her perçakî kuristan çiye azadîy li çi beşekî welat jibo mafên jinê bêtire.?
Ez dikarim bi kurtasî bibêjim ku jina Kurd ne azda li hemû parçeyên Kurdistanê, ji mêrê Kurd ne azad e, û bi gelemperî civaka Kurd di binzor û koletiyêde ye. Lê ez dikarim li ser jineke qeydkirî û yeke din bêtir qeydkirî biaxifim, ji ber hewldanên ne wek hev hene li parçeyên Kurdistanê, ji bo rizgarkirin yan sistkirina wan qeydan.
Eger em li parçeyên mezin ji Kurdistanê binerin ango Kurdistana Turkiya, em dê bibînin ku jin li wê derê nexwendevan e, bindest û dûrî mafên xweyî piçûke. Li wê derê urf û adetên paşketî, ramanên olî û efsane di jiyana wanî rojanede ye, li Gundên Kurdan de sthelatdariya Turkiya ji dêla dibistanan ve Mizgeft ava kirine, û ji dêla mamostan û perwerdevanan ve merivên older anîne, yên ku tiştekî ji olê fam nakin. Û kesên koçberbûn ji Gundan û çûne Bajaran ji ber xizaniyê û zora cerdevanan bêtir perçiqîn, ji ber hikûmeta Turkî hişt zimanê xwe winda bikin û ew asîmle kirin di nav civaka Turkî de, yak ku ne kêmtire bi paşketinê ji civaka Kurdî.
Hemû guhertinên di zagonên Turkî de çêbûne di nîvê sala 2006 an de, yên ku bi wekheviyê dibakin di nav jin û mêr de, di hemû rewşan de hatine, da li gor pîvanên ketina yekîtiya Ewrûpa bin, û di ware piratîkê de guhertinên mezin di dadgehan de tunene, ji ber dadwer hîn di ramanên kevinde ne û bi rengê berê kar dikin. Sebaret bi malên jinan û cihên şêwirdariyê ew pir kêm in li Herrêmên Kurdan. Û jinên Kurd yên ku di nav salên dawî de ketin nav siyasetê de, li rastî zindan, kuştin û tecawizê hatin ji rexê hikûmeta Turkî ve, xirabtir ji mêr anîn serê wê, da sînorekî ji çalakiyên wê re deynin, û wê dîlê urf û adetên paşketî bihêlin, û tenê wê di mitbexê û bo xwedîkirina zarokan bihêlin. Li Rojhilat û Başûr Rojavayê Kurdistanê ( Kurdistana Îran û Sûrya) rewş ne pir baştir e. Ji rexê xwendewariyê ve rewşa jina Kurd baştir e, hijmareke baş ji jinên ekadîmîk hene, yên ku di warên cûr bi cûr de kar dikin. Lê bêtirê zagonên li herdû parçeyên Kurdistanê hîn zagonên paşketî ne û koka wan ji ola islamî tên, û zagonên rewşa şexsî yên herî paşketî ne di van herdû dewletan de, ji ber jinê girêdayî mêr dibînin, çi bav, mêr ta kurê wê be jî. Û zagonên taybet jib o zinê û kuştina bi nave şerefê, pêlêkirineke xuya kirî û dijî mafê jinê diyar dike. Û pirbûna fênomîna zewaca derveyê dadgehê bi hemû rengê xwe yak u zewaca dînî tê naskirin, weke zewaca bo xweşiyê û zewaca bi gelek jinan re û zewaca bi dizî û rengên din, bi gelemperî pêlêkirina nirxên mirovayetî, mafê merov û bi taybetî mafê jinê ye. Mixabin tu hêvî tune bo guhertina van zagonên paşketî di dema niha de, û tevgerên jinan li gor radeyeke lazim tunene jib o daxwaza guhertinan, ji ber di bin siya diktatoran de her çalakiyên demokrat û azad ji jinê re qedexe ne, tenê jê re hin çalakiyên bi dizî dimînin û pir alî dijî wan dirabin.
Rewşa jinê li Kurdistana Îraqê ne baştir bû ji parçeyên din di dema desthelatdariya diktator Sedam Hisên. Lê di despêka 90 de otonomîk li Kurdistanê çêbû.
Jina Kurd hin gavên positive avêtin ji gelek rexan ve, ji wan guhertina zagonên zewaca bi gelek jinan re û mafêjinê ji gelek layan ve, û desthelatdariya Îraqê ya niha bi tevayî zagon guherandin û bi taybetî zagonên ku bi wekheviya jin û mêr dibakin, piştî li taybetmendiyên hin olên li Herêmê hene hate nerîn. Û hikûmeta Kurdistanê bi rengekî taybet hewl dide ku fênomînên civakî yên negative û yên ku xwedî rehên kûr in di civaka Kurdî de, weke kuştina jinê û yên din, hewl dida ku wan rawestîne. Ev karekî pir çetine, ne tenê guhertina zagonan gerek e, lê guhertina ramanên mêrê Kurd gerek e, ku bi rengekekî din li rewşa jinê û ciyê wê di civakê de binere, wê demê dê ciyê jinê ku di dema hikûmeta diktatorî sedamî weke ku jin milk be gerek e yek biparêzeji dizî, talan û tecawizê, di ciyê vê de wê bibe meriveke xenda û zana, yak u kar dike bo avakirina Welatekî demokrat û azad û ew Welat dibe navendeke ronahiyê ji parçeyên din re.
Ev guhertin riyên xwendin û perwerdekirinê dixwaze, ji male û gulîstanên zarokan ta bi dibistanan û zankowan.
Gerek e xanî bên çêkirinê li hemû Herêman bo parstina jin, mêr, malbatê hevkarî di û navbera dayirên di de hebe wekî dayira çêkirina zagonan û ya polîsan û yên din.
7- jibo çi kuştina jinan bêtir li başûrî Kurdistan û li şarî batman bakûrî Kurdistan çêdibe?
Fênomîn li hemû parçeyên Kurdistanê heye, dibe wek me gotî li Herêmna bêtir be, wek tê zanîn civaka Kurdî dibin siya hikûmetên niha de bi dehê salan bê guhdan maye ji hemi layan ve, nemaze ji aliyê civakî ve. Tiştê ku civaka Kurdî desthelatdar dike urf û adet in ji dêla zagonan û dewletê ve. Dema fênomîna kuştina jinê li Herêmekê zêde dibe, xelk li ser diaxifin û mixabin gelek newêrin dîtina xweyî rast diyar bikin, yan li sedemên rast yê tewanê bipirsin, û bêtirê caran dibêjin “ we karekî baş kir” yan “ we qenckir we kêmasî nekir “, û hin gotinên din ku dibin mihnên baş ji kuştinê re, û tewanbar dikin leheng û qurbanê dikin tewanbar yan jî çepel, bê ku bi mêrê ku pê re beşdarî wî karî buye binerin !!. Dema em prênsîpa “ mêr çi bike ne şerm e “ binerin û şerefê bi wateya Kurdî jibîr bikin, û em bêjin jin şerefa mêr e û şerefa mêr ne ya ti kesî ye, wê demê pêşbirk di nav mêrên nezan, nexuyayî û îsole kirî ji civakê çêdibe, û dengên xwe di nav merivan de çêdikin bo pêkanîna qehremaniyan, dema guman ji jinekê ji malbatê dike, wê dikuje yan dihêle ew xwe bikuje, da sere xwe di nav xelkê de bilind bike, û bawer dike ku dê bibe lehengê şerefê, bê ku bizanibe çiqasî sedema kuştina jinê piçûk be, dê bi salan lê binerin ku ew bê şeref e. lê malbatê xwedî ciyekî civakî û binerx bin, riyên herî pêşketî dişopînin bo çareseriya pirsgirêkên xwe di nav xwe bixwe de, bê ku wan riyên paşketî bişopînin û xwe bikne pirzika li ser hemî zimanan, ciyî xwe û şerefa xwe diparêzin, ne tenê wisa lê belê bi rêzdarî li wan tê nerîn, û ciyê xwe di nav gelê xwe bilind û bilindtir dikin.
8- pêwendîyên we li gel rêxistinên jinanî cîhan di çi astekê daye û yên here nizîk jiwere Kîne…?
Têkiliyên me bi gelek saziyên jinan re hene çi yên Herêmî, cîhanî û Kurdistanî, ev têkilî ne ku van 5 mehên dawî çêbûne, min bixwe kar di ( Saziya Jinên Sûrî Bo Parastina Dê û Zaroktiyê ) dikir, piştî hatina minî Elmanya min kar kir di saziyên jinên Elmanan de li hemî Bajarê ez lê jiyam, û min têkilî bi gelek jinên perpirsên partiyên siyasî Elmanî re çêkirin herweha bi saziya cîhanî ya mafê jinê re, û ez kar dikim di grûpekê de ku ew berpirsên hemî saziyên jinanin yên dijî zewaca bi zorê. Û em kar dikin bi platforma jina Kurd re li Ewrûpa û herweha bi yekîtiya jina Kurd re yên ciyên wan Siwêdê ye. Û têkiliyên me bi saziyên hikûmî û ne hikûmî re li Kurdistana Îraqê hene, wisa jî bi kesayetîne ji Emnîsî Înternaşyonal û saziyên mafên mirovan li hemû parçeyên Kurdistanê.
Lê saziya herî nêzî me saziya rewşên ewarte ye li Bajarê Langenhagenê, wan bîroxane û telîfon ji me re peyda kirine, çi tiştê ew sûd jê digrin em jî dikarin sûd jê bigrin wekî parastina polîsan, malên jinan, dadwerên jin û gelek tiştên din.
9- astî civakî ya jina kurd li Kurdistan li dervayî Kurdistan çawaye?
Azadiya civakê li Kurdistanê di asteya yekem civak, ya duwem mêr ya sêyem jin sînoran jê re dideynin. Ev rol di vê balansê de kêm caran tên guhertin, wê demê dive jin karekî pir mezin bike û alîkariyek ji derve jê re were ( bo nimûne dema jin çalak be di partî yan saziyeke xurt debe ). Li Ewrûpayê tu astengî ji civaka wê tunene ji bilî mafê rûniştinê. Lê astengên ji rexê mêr ve bêtirî caran du qat in da azadiya di civakê heyî kêm bike, ew guman dike ku jin û keçê wî dê ji bin destên wî derkevin dema zextê li wan neke. Dibe ku jin dûr keve ji azadiya ku têde bû li Welêt, wekî karê wêyî ji derveyî male yan mafê wêyî xwendinê, lew re bilez tê zewcandinê dema yek ji netewa wê wê dixwze, ev tişt dihêle ku bawerî nemîne di navbera kesên mate de, û rêakisyonên negative derdikevin, û pirsgirêkên pîstir ji yên li Welêt çêdiben.
10-pêşeroja jina kurd wê çawa bê ,,,aye pêngavên dîrokî pêşdikevin yan na…?
Pêşeroja jina Kurd Parçeke ji pêşeroja civaka Kurdî, û parçekî girîng û astek e bo pîvana pêşketina civaka Kurdî yan paşketina wê. Weke min got azadiya jinê di rade sêyem de tê, lew re gerek e em astengiyan rakin, ew astengî civak û mêr e. Ev erk ne tenê erkê me ye wekî saziyeke têkoşînê dike bo mafê jinê, lê belê erkê her zanakî Kurde çi jin çi mêr çi partî yan sziyên civakî û mafdarî û siyasî bin, gerek e hemi di programên xwe yî siyasî û rejîma hundurû de, armancên belû û xuya diyar kin û kar bikin bo pêkanîna wan.
11-teybetmendîyên jina azad çine?…
Weke min gelek caran got jineke azad di civakeke ne azad de tune, lew re jineke Kurd azad tune, lê belê ( ramana azad) heye, di rewşa em têde nema dikarin cudahiyê di navbera jineke ku azad difikire û kar dike bo pêkanîna azadiya jinê, û jineke din kêmbûn û girêdana xwe bi mêr ve qebûl dike, û rewşa jiyana xwe disperse mêr bê liberxwe bide da mêr razî ke, lê mixabin ew jê dûr e. yeke din bi rengekî relative aza ye, lê carinan rastî astengiyan tê û carinan biserdikeve, hêza xwe xurt dike, bo pêşketinên girîng, da bigihe pêşketin û şaristaniyê wekî jinên din li cîhanê.
Berpirsiyara JIYAN „ Insyativa Navneteweyî ya Jinen Kurd Li Dijî Zewaca bi Zorê û Tawanên Rûmetê“