Rexne ronak e .. Nesrîn Têlo, ev çi pesindariya arzan e?

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com

(Turkiya ciwan e..wek gulek ferzende, ko buharê dişîne …hêja ye..
Beranberî lîl bi tundî rawestiyaye û bêçaretî himêz kiriye..)

Bi gotinin tenik û nazik nivîskara kurd, xanim Nesrîn Têlo mijareke seqet belkû ji me re ji ecinde, dokoment û konevaniya hêzên parastin û ewlekariyê, yên dewletên li Kurdistanê dagîrker li ser masê raxistiye..

Xanima delal; Tu ji kê re dinivîsînî? Di vê dema ko Kurd û Turk li ber hev in, Kurdên reben bi çi awayî ji dehbe û devbixwînên turkan nayêne parastin, tu wisan bi peyvin tentenekirî ji me re pesnê dewlet û rêjîma faşîst û mêrê turk didî..?
Eger wisan miletê me û kêşeya kurdayetiyê li bal te arzan e, eger hest û coşa miletê belengaz û xwîna pakrewanan bê buha ne, aferîn ji te re aferîn..Ne ko wisan dibêjim û ez ji heskerê şer û nakokiyan im, na ez jî mirovekî dilşewat im, dibînim stem û zordariya rêjîma faşîst û ne tenê rêjîm belê piraniya Turkan, yên ko tu pesnê wan û firehbîna ramyariya wan didî, bi dehan meş li dijî kêşeya miletê kurd anîne pê, ragihandina turkan ta bi kêlîka nivîsandina vê gotarê şerê xwe li ser miletê kurd ne rawestandiye û narawestîne..

Naxwazim ji te re bêjim, bê ka (dewleta dîmuqratîk) ya ko te ew wisan binav kiriye, çi li ser milet û rêberên kurd dibêje, xuya ye tu kêm xwendinî, ez li te nagirim, bi hezaran pênûsên kirêt şerê me dikin, sed hezar leşker li ser sînorê başûrê Kurdistanê rêz kirine, li benda tepiskekê ne, ko teqînê bikin..

Tiştê ko gelekî bala Nesrîn kişandiye:

(Sawîr û hizra mêrê turk yê ko di xwendina rengan de jêhatî ye û hestedariya wî di têkiliyan de di navbera wan de heye û serkeftî ye, ew turkê ko bi mala xwe ve girêdayî ye û ji şaristaniyê hez dike)….

Ko turk şaristanî bin, wek ko xanim N.Têlo dibêje, naxwe kê milyon û nîvek Ermen di şerê cîhanê ê yekemîn de kujtin?
Kê pêncsed-şesed hezar Kurd di salên cenga pêşîn de kujtin, sirgûn û perîşan kirin?
Kê bi hezaran gundên kurdan talan, wêran û vala kirin?
Kî ye yê ziman, stran û kultura kurdî qedexe dike?
Kî ye yê navên kurdî û stranên zarokan qedexe dike?
Kê ta bi navê keviran kiriye bi turkî?
Gelo ko Nesrîn Têlo li “Turkiya şaristanî” bijiya, dê navê wê, wê Nesrîn Têlo ba?
Lê diyar e N.Têlo ” Tu di guhê gê de yî” û qet hay ji dîrokê nîne, an jî te nasnameya turkî wergirtiye?.

Xanim dewam dike û dibêje:(Ji hin lêkolînvan û helbestvanên kurd min pirs kiriye: Gelo mîtên turkan di ger û çalakiyên we de, we tengav dikin?? Gotine.. na…)

Lê xanimê ji rewanê “Arant Dînk, Mûsa Anter û gelekên din wek wan pirs nekiriye, yan ji têkoşerên Kurd mîna helbestvana hêja Fatma Savaçî, Mizgîn Aydin û rojnamevana kurd Muruvit cacim û yan ji perlemanterên kurd Leyla Zana, Ehmed Turk û hevalên wan pirs nekiriye”..Tiştê din ko bala wê kişandiye wisan N.T dibêje:

( Di nava mêrê turk de baweriya wî pir bi nefsa wî heye, wekî çi yekî endamekî di dewleteke dîmuqratîk de be, bi ezmûneyin zengîn..bi tiştina rasteqîne ez hest bûm, tiştin ko ji zû ve ji wan bê par bûm.)….
(Lê cêwazî di navbera rojhilat û rojava de xuyanê bûn, gelo welat du welat e…an milet du milet e, Kurd li rojhilat û Turk li rojava ne..Turkiya weke desthilatdar û perleman dikarin vê cudahiyê bihêlin an rakin..çimkî ew di xwendina rengan de pispor in û dikarin têkiliyê di navbera wan de pêk bînin. Li vir em ne di warê cêwaziyan de ne.. xelkên Turkiyê bêtir ji me bi cêwaziyên xwe dizanin..)

Hew bi vê hêsaniyê nivîskara hêja, bijî ji te re.. dîsan aferîn…aferîn!!

Hêja N. T dixwazim kurtepistekê di guhê te de bêjim: Eger tu ji a min bikî berî hertiştî, tu dê biçî ser wê axa pîroz li Qamişlo ya ko xwîna pakrewanê kurd Îsa Mele Xelîl Hesen roja 2/11/2007an li ser rijyaye, (nêzîkî te ye) bawer dikim hîn şûna wê heye, lêbûrîna xwe ji wan herdu keçên wî yên sêwî man, ko temenê wan nuha bîst roj in bixwaze, hem jî berê xwe bide Kurdistana azad û pênûsa xwe bê dudilî bişikîne..

Li dawiyê nivîskara rûmetgiran bibuhirîne, dibe ko tu nikaribî biçî taxa Hilêliyê, çimkî cihê belengaza ye.. ax, toz û herî lê pir in, ji rindiya xwe re vê nûçê ji beşê Europî ji “dewleta dîmuqratîk” bixwîne:

(Li Stenbolê di sala 1999””””an de li Komeleya Rojnamevanên Magazînê kokteylek hate lidarxistin. Ahmet Kaya, di vê kokteylê de got “Ez dixwazim klîba bi kurdî bikşînim û li kanalek televizyonê ku vê klîba min biweşîne digerim.” Ji ber vê gotina xwe, wek ‘xayînê welat”””” hat îlankirin û rastî lînca siyasî hat. Ahmet Kaya, pişt re ji ber dozên ku lê hatin vekirin, neçar ma biçe Fransayê. Kaya, demên dawî yên emrê xwe li sirgûniyê, li Ewropayê dûrî gelê xwe derbas kir ji neçarî.)  “Azadiya welat 16/11/2007”

Ev linka gotara Nesrîn Têlo ye, ya ko li malpera “weletê me” hatiye belavkirin:

Têbînî: Hêviyekê ji malperên kurdan dikim, dema gotar ji we re hatin, bê kontrol belav nekin..
Dubey
16/11/2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…