Berevoka çîrokan bi zimanê Erebî, bi navê “WENDABÛN”e, Di navbera herdu bergên ku wênesazê Amûdî: Mehmûd Elqadirî amade kiriye, ji bilî çend nîgarên wî yên belavbûyî, panizdeh çîrok hene, mijarên van çîrokana jî bi tevayî li ser: Evîna têkçûyî, êş, dûrî, mirin, wendabûn, mişextî, penaberî, xewnên zaroktiyê û azadiyê ne, li ser pîvana Nod û Yek rûpelî hatine beşkirin.
Ta ku dîmena wendabûna merovê reben û xizan yê ku kêlîk bi kêlîk, li dûv nandoziya xwe li vî welatê ku desthilatdarên wî bi lepin hesinî wî bervan dikin bazdide bi serî bibe, pêşgotina pirtûkê ji aliyê mamoste” Heysem Hisên” de; xewdiyê pênûsa rastgo, bi navê “Serdema Wendabûnê” hatiye nivîsîn.
Navên çîrokan jî ev in: Keriyê Mişext- Wendabûn – Goristan – Cejnane – Serdana Bêdawî – Dizê Veşartî – Hêstrin.. eger cîhan wan bibîne – Aşê Evînê – Xewn – Bi navê firoin – dûrî – Azadiya şîn – Xweşbûna êşê – Mirina Helbestekê – Tevzînokên Zarotiyê.
çapa yekemîn di sala 2007an de, ji çapxana” Dar Elyenabî¢ “e. Li gor kurtenasîna pirtûkê:
-Mamoste Mihemed Elî di sala 1966 an de, li bajarê Amûdê ji dayika xwe bûye.
– Di sala 1994an de, rêdaneke di wêjeya Rûsî de, ji zanîngeha Kopan ya Rûsî, bi dest xistiye.
– Di sala 1999 an de, rêdaneke di wêjeya Ferensî de, ji zanîngeha Şamê bi dest xistiye.
– Di warê perwerdî û hînkirinê de kar dike.
-çend karên şanoyî pêşkêş kirine, Ji wan:
1 – Xaka xweş.
2 – Betlan ( navê kesan e, ango ew kesê bê kar û pîş e), ev herdû şano jî, li çend bajarên Sûriyê hatine nûnerkirin.
Diyariya pirtûkê li gor mamoste:
Ji bo her kesê ku dildarê jiyanê ye…Her kesê ku jiyanê dide kesên din…Her kesê ku li ser rêç û xaçirêkên wê bi min re bi rê ve çû ne…Dê û Bav, hevala rê, zarok, heval, û bajarê min yê ku ez ji bo wî dijîm.
Mamoste Mihemed Elî, danûstendina bi mirovan re ji aliyê qaçaxçiyên wan ve di çîroka ” keriyê mişext” de diyar dike, ku çawa dibe mîna ya dewaran, tu qîmet û çêyîgirtin ji wan re namîne. Keştîvanê ku di destpêkê de, beharê ji koçberan re digihîne çongê, niha serê wan, di embara keştiyê de tevlî serê dewaran dike, herweha bihin û nefesa wan jî.
Ta ku nivîskar çêyîgirtina mirovan bigihîne pilên nizimtirîn ji jiyanê, li ser zimanê koçberekî dipirse:
“Gelo ..ev dewarana wê pêşwaziya me mirovan bikin..?
Dibe ku bi simên xwe tîska bidine me, weke ku kesên din bi pêyên xwe dane me”.rûpelê 16
Ev çîrok di dûrbûnên xwe de, li ser êşa rojane ya mirovên perçiqî, ku li her çar goşê cîhanê hêviyên wî ji bo gepa nan û buhaya şûşa derman beravêtî dibin disekine, bi taybetî mirovên kurd.
Her kutkutandina çavekî kurdî, çîrokeke li pê sekiniye, her ahînek.. cihokek ji azariyê bi dûv de ye, û her navek di deryayeke hestên perweriyê de avjeniyê dike.
Navên kurdî ji aliyê kurdan ve, sermiyan, cîhan, kesayetî û welat e. Nivîser li ser xala nav û kesayetiyê jî rawestiya ye. Ev hevok ji wan giftugoyên ku di navbera keştîvan û koçberan de, di vî warî de çêdibe:
“Gereke ku hûn navên xwe yê kevin ji bîr bikin, kesatiyên xwe yên rastîn biguherin, rastiya xwe di zikê vê derya bipêl de werkin”.
Di dawiya çîrokê de, hêza lêgera peravan bi ser koçberên ku di nav ling û gemara dewaran de veşartîbûn vedibe, wan didin pêşiya xwe, û beriya ku keştîvan xwe bi dest wan de, li ” keriyê ” xew dizîvire, bi kenekî tenaz dibêje:
“Di cara were de, em ê ne ji nav û kesatiya we tenê we rût bikin, lê hilma merovatiya we ji we kevil bikin jî”.
Jin pînara dayînê ye, raza heyînê ye, sedema sereke ji her êş û birînê re ye, nemaze ku bi hin sur û kêş be.
Lê li gor nivîser jî, ew bingeha durûyiyê ye, sirgûna rastiyê ye, darbesta evînê ye, weke ku di çîroka “Aşê Evînê” de, li ser zimanê aşvanê dildar dibêje:
“Ez ji tu kesî natirsim, bilî Xwedê, Birçîtî, û Jinê”.
çîroka ” Bi Navê Firotinê ye ” nimûneya vê nerînê ye, ku bi vê destpêkê li ser Hewa di-axive:
“Di dastana Hewa de hate ku:
Rojekê li qutîka xemilandina wê geriyan.
Di qutîka xemilandina wê de, bazin û gerdenî, gustîlk û guhar, taceke Elmaz, û xincereke zêrîn jî dîtin. Pirs kirin: Tac ji bo ser serê wê ye, bazin ji bo destên wê ne, gerdenî ji bo stiwê wê ne, gustîlk jî ji bo tiliyên wê ne. Lê.. ew ê xincerê.. di kû de biçîne…?! “
“Hewa” ya vê çîrokê, nimûneyeke, dibe ku di her malê de peyda bibe, pîrekeke, ji bo ku xewstekên xwe yê seqet pêk bîne, mêrê reben û xizan, bi zimanê xwe yê pirbêj, ku mîna mîxan di perdeya guhên wî de têne kutandin, di-ajo ser firotina alav û mitêlên malê.
Wêneguhêzê difroşe, dide bi avsarkê… lê valayiya çavên Hewa nayên şikandin, ji ber dema ku şevên zivistanê yên dirêj ji bin kurkê salê têne der, lewçebûna zimanê wê jî pê re ji xew radibe, û wisa avsark tê firotin û wêneguhêz tê cihê wê. Ev kirîn û firotina balkêş, dibe sedema dorpêçkirina cîranan ji xwediyê male re, û xwestina deynên xwe, di vê navê re nexweşiyek xedar jî xwe berdide canê keça wî, û reşbûna vê nîgarê xweş tê xemilandin.
Jiyan nema ew jiyan e…Mal nema ew mal e..Bav jî nema ew bav e, meyxan e ji bav re dibe mal, û şûşeya meyê dibe hevbeş.
Di dawiya şeveke dirêj de, mêrê nîvmêr û nîvşaş, şûşe di dest de, vedigere malê, ku “Hewaya” xapînok di bin konê hedan û dilbicîbûnê de, tiştê mayî jî firotiye, tu sûd ji girî û hewara bav nema tê girtin, ji ber tiştê ku Hewa firotiye, li tu bazaran nema tê kirîn.
Mêrê ku bi ser hişê xwe ve hatiye, bi çavin agir jêçûyî dibêje:
(Li vê şûşa bêguneh binêre, ew spî ye, derewan nake, ew zelal e, mîna rastiyê) Rupel 62
û beriya ku li ber lingên wê, termekî bêliv bê xwarê, jê dipirse:
” çima…çima te xincera xwe di pişta min de çand…çima..?!
Bedewbûna zaroktiyê ew e ku xala destpêkê ye ji xewnin ku di qonaxa ciwantiyê de têne gemkirin, rûpeleke spî ye, tu durvên gunehkariyê hîna li ser nehatine nexişandin, bîranînên xweştirîn yên demên buhurî tê de ne, wêneya ji bêgunehiyê û zelalbûnê pêk hatiye.
Nivîsera jin ya Danimarkî “Grethe Dirckinck” gelek pirtûkên lêkolînî di vî derbarî de nivîsandine. Yek jê jî “Gotinên zarokan li ser evînê “. Wê li seranserê Danimark, li dibistanan bi zarokên 6-10 salî re hevpeyvîn kiriye û nêrînên wan li ser jiyanê û bi taybetî li ser evînê standiye.
Hezkirin û evîndariya di navbera zarokan de tiştekî pir paqij û xweş e.
Gelo em mezin tu carî wateya gotinên zarokan fam dikin?
ev herdu nêrîn jî ji wê lêkolînê ne:
– Dema du kes evîndar bin, pir li hevûdu dinihêrin, tevlî dema ku bi lîstikan jî dilîzin.
– Dema mirov evîndar be, wek ku girêkeke dikeve qirika mirov û nikare
daqurtîne.
Nivîserê me di çîroka ” zixtên zaroktiyê ” de, li ser vî hestê zelal û sawîra fereh xweş rawestiyaye, di rûpela 85an de hatiye:
” Hînakê leysteka wan ya (di ser re girtî) bi navê “Mala sawêrî” tête bîra wî, bê çawa her roj ew mal bi tayin rewrewkî, ji axê, ava dikirin:
Ev odeya mêvanan e, ew ya rûniştinê ye, û li vir xwarigeh e..Lêbelê mitêlên malê pîne ne ji kincikin kevin bûn, li ser qutîkin hesinî û kaxezî, rûdiniştin ta ku xwarinin xweş bixwin”
Rojekê – mîna mezinan – qehremanê çîrokê, ceger dike, evîna xwe ji hevala xwe re eşkere dike:
” Madam ku em li malekê dijîn, çima ez ji te re nabim mêr, û tu ji min re nabî ji…”rûpel 87
Li vir, beriya ku hevoka xwe biqedîne, hevala wî, mîna keçeke nûgihayî dilerize, digirî û bazdide mala bavê, ji dê re (ta bi derziyê vedike), xortê dildar jî dibe xwînî, li mala kalik bi cih dibe.
Dê bi destê ” qîza xwe” ya ku hawar û qîrîna wê xelkê dicivîne digire, kolan ji xelkê tê dagirtin, herweha ji pirsan jî:
– Bela xwe tê da ye..!
– Ew kurekî bê tore ye..!
– dibe ku wilo kiribe…!?
Dadgeheke li dar dikeve.. Divê ku yasa riya xwe bi serbestî bistîne, hukum tête birîn, minêkar bi her warî de belav dibin, di mala kalik de bê berxwedan “mêrkuj” xwe dide destan, li ser hêviya ku fermana wî sivik bibe.
Lê mixabin rêjîma malbatê, mafê girtina tu parêzeran nedanê, ew bi dûv xwe ve kişkişandin, bi qurma darê ve girêdan….û dest bi ” Feleqê” kiribûn.
“Haho ez bêguneh im…Min tu tişt nekiriye…Hahoo”…Lê bê sûd, derbê cihê xwe girtiye.
Bav diweste, bihna xwe berdide, diya çekdar dest pê dike, çekê xwe yê sivik û bi mifa derdixe…Derzî di dest, ling, û hemû deverin laşê ku mîna pelên çilo dilerize radike, pê re diqîre:
“Bêje TOBE ey kûçik..Bêje Tobe”.
Hukum bi sê roj zindan, bê av û xwarin lê hate birîn, bi tena xwe di odeyeke biçûçik de bûrand.
Roj û sal derbas bûn, destgirtiya wî mêr kir, bû xwedî mal û zarokin rastîn, lêbelê ew hînakê li hêviya wê jin, zarok û mala rastîn bû.
Girêka zarokiyê mîna siya wî pê re ma, her ku navê jinê diket guhê wî de, feleqe dihate bîra wî, bi lingên xwe digirt, bi zextê derziyan dihesiya..û bang dikir…Tobe…Tobe..!
Ev sê çîrok, nimûne ji gelek çîrokên din bûn, ku ezmûna yekem e ji nivîser re, nivîserê ku di çîrokin xwe de rola wî kurdê dîl û sî-şkestî dileyze, kurdê ku li ber kuleka jiyanê rawestiyaye, dibe ku kerwanên hêviyê di wir re derbas bibin, pêçeyên wî yên ku ji stiriyên çerxa felekê xwîn bûne, derman bikin, mijankên wî bi ava jiyanê a pîroz bişon,.
Di çîrokin din de, tevî fenûfûtên jiyana xopan û xapînok, xwe avêtiye hembêza wê, bi hêviya ku gîhayê mayînê ji sînga wê biçine, valahiya giyan pê derman bike…..Dîsa bi dengekî bilind diqîre:
“ger ez dişewitim, tirsa min ji Dojehê tune”.