BEHÎNAME

Girûpa Dêrikê ya Çanda Kurdî şevbêrka xwe ya heyvane li darxist

Bi berheviya jimarek ji berbijar û rewşenbîrên devera Dêrika Hemko,Girûpa Dêrikê ya Çanda Kurdî şevbêrka xwe ya heyvane li darxist.
Di şevbêrkê de, mamosta Hêmin Mendanî mijarek di bin navnîşana (Dîmoqrasî : pênasîn , dîrok û ravekirin) de ji beşdaran re pêşkêşkir.mijar bi zimanê kurdî yê ciwan û bilind hatibû nivîsandin û herweha bi zarekê xweş û şêrîn ji aliyê mamosta ve hate xwendin.
Mamosta Mendanî babeta xwe ji pênasîna Dîmoqrasiyetê wek têgehek siyasî û ramyarî ku çawe di dîrokê de ev rengê xwe yê dawî girtiye daxuyakirin, û herdîsanê hêman û bingehên serekî yên dîmoqrasiyetê di çend xalan de rahênerkir û pêve çû û derbasî nava kêmasî û lêgirtinên dîmoqrasiyê û herwisa başî û mifayên wê jî berçavkir  û bi ferehî li ser rawesta û ravekir.
Di dawiya de mamosta mijara xwe bi nerxkirin û hilsengandina dîmoqrasiyê bi dawî anî.
Pişt re gengeşe û danûstandin li ser naveroka mijarê bi germî di navbera beşdaran de pêket û babet bi nêrînên wan hate zengînkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Girûpa Dêrikê heyvane van rengê simînar û şevbêrkên rewşenbîrî û toreyî amadedikê û birek rewşenbîr, xemxwar û guhdêrên çanda kurdî di wan şevan de berhev dikê,ji ber armanca Girûpê ewe, ku bikaribê di bin dest û darê pêstûrî û zordestiya vê demê de pilatformên derbirînê avabikê û derfetê li pêşberî nêrîn û ramanên cuda û cor bi cor vekê,dawiya dawiyê mebest jî ku jîngeheka rewşenbîrî ya saxlem peydabibê û tevî nêrînan cihên xwe tê de begin,lihevbibanin û ji hevderbibin.

Dêrika Hemko: 8-11-2007 ê

Girûpa Dêrikê ya Çanda Kurdî

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…