Jîna Digel Te

Saher Mîro Al_Baedrî
saher_miro_al_baedri@hotmail.de

dê borînim jînê digel te
ji te na dûr bim yara min
çimkî jîna digel te behişte
û ya ji te dûr jan û xemin

ew ya ji te dûr yarê
hema çu tam têda nînê
tuy rewş û ciwanya wê
ew xwe li dêmê te di alîne

heger hat û ji te dûr bûm
hingî çav dê nebes rondka
ew dê xwîna sor barînin
wek baranê li ser van ruka

piştî te ez dê ji jînê
xatiran xwazim şêrînê
jîn dê reş û tarî bit
ronahya te lê namînê

baxçê wê dê ji têhna mirit
gûl du gûlê dê çirmist
dilê reben dê bite derya
çend xemê dinyayê dê hilgirt

hindî saxim dê digel te jîm
çu kes nikare bêje ne
jîna digel te ye xemlandîye
bi rîhan û gûl û sosina

30.10.2007 Elmanya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…

Rêxistina Jîyostratîcîk ya Civaka Sivîl a Kurdî vê bangewaziya lezgîn ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Hikûmeta Şamê, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û mirovî, her weha ji raya giştî ya Sûriyê, herêmî û cîhanê re dike, li ser rewşa mirovî ya dijwar a hezaran welatiyên Kurd ên ku piştî salan ji koçberiya bi zorê vegeriyane bajar…