BEHÎNAME

Faşistên tirk malpera rojnamevan Sîrwan H. Berko hack kir

Piştî ku hevpeyvînek li ser rewşa Kurdan da rojnameyek elmanî: Faşistên tirk malpera rojnamevan Sîrwan H. Berko hack kir
Hackerekî tirk bi navê ”Akıncılar” roja (04.11.2007), seet 23.03, malpera rojnamevanê kurd Sîrwan H. Berko hack kir.
Ev êrîşa li dijî malpera şexsî ya Sîrwan H. Berko (Siruan H. Hossein) pêk hat piştî ku rojnameya elmanî Frankfurter Rundschau di hejmara xwe ya dawiya hefteyê de hevpeyvînek bi Sîrwan H. Berko re weşandibû.
hevpeyvînê de Berko li ser pirsgirêka di navbera Tirkiyê û Kurdan de radiweste û dibêje ku tenê pejirandina gelê kurd wekî neteweyeke bi çand û zimanê cuda ji aliyê dewleta Tirkiyê ve dê aşitiyê bi xwe re bîne. Bi hevpeyvînê re wêneyekî Sîrwan H. Berko hatibû weşandin ku li jêra vî wêneyî navnîşana malpera wî (www.siruan.de) hatibû nivîsandin.

Wiha diyar e ku faşistên tirk ji hevpeyvînê ne razî ne û ji ber vê yekê êrîşî malperê kirine.

Malpera www.siruan.de malpereke şexsî ye bi zimanî elmanî. Di vê malperê de rojnamevan û berpirsê Malpera Amûdê Sîrwan H. Berko bi kurtî xwe û xebata xwe pêşkêş dike.

Hêjayî gotinê ye ku di dema dawî de êrîşên li ser malperên Kurdan ji aliyê faşistên Tirkan ve pir bûne. Êrîşên herî dawî li dijî malperên Kurdistanwebb.com (niha kurdwebb.com) û netkurd.com hatibûn kirin, ku herd jî weşana xwe ji wêdê dikin.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…