koçika qamişlo simînarek ji Dilgeş Mereê re çêkir

Bi amadebûna gurûpek keç û xortên guhvedêr û rewşenbîr koçika qamişloya çandeyî di şeva 28 /10/ 2007 ê de  mêvandariya mamoste dilgeş mer,ê kir bi xwendina simînarekê dibin navê (kurd û pêmayên rewşenbîrî) di simînarêde mamoste dilgeş bal kişand ser hin xalên giring di pêşve birina karwanê çanda milletan û  taybetmendiya her qûnaxeke ku têre dibûrê.
Disimînarê de simînarbêj bi ferehî li ser  çerxên lipey hev ku di ser herêmêre bûrîn û pêvajoya wêjeya miletê kurd û têkiliyên wê bi şaristaniyên kevnare re û rola dîroknivîsandinê di mana van şaristaniyan de û pêwistiya vî erkê mirovatî.
Li dawiyê dergeh ji dan û sitandinê re bi mamoste yê simînar bêj re vebû û bersiva wan hate dan bi singeke fereh ya ku bû zengînî ji simînarê re û cihê kêfxweşiya amadeyan hemiyan bû Heta şeveke dîtir digel koçika qamişlo çave rêbin.

 KOÇIKA QAMIŞLO YA ÇANDEYÎ

   28/10/2007qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…