Eşqa Axê

Siyamed Sîpan Uğurlu
Gelo hûn dizanin bê jiyanê kînga şax berdaye nava rehên jiyanê daye?
Dema mirov destpê kiriye ji axê hez bike, wê demê jiyan ji nava axê şîn hatiye û derketiye ser rûyê gerdûnê.
Girêdayî wê hezkirina rastî hezkirina axê, eşqa rastî eşqa axê ye.
Yekem car tu bû mêvanê xewnên minî tevizî di biharek westiyayî de li ser welatekî bê ax. Min li pêy wê kirasê bedewiya te li bêjna hêviyên westiyayî dikir.
Min xwe davêt nav şeraba evîna te û heta hetayê min veduxwar.
Dema min destpê kiriyê ji te hezbikim, min ji xwe heznedikir.
Lê niha xerîbê xewnên xwe me.
Ji dûrve xewnan dibînim.
Biyanîbûyê eşqa xwe me.
Hevalno mirovên ku nikaribe dilê xwe ji axê re veke û bihêle ku ax dilê gemarî pakij bike ji xirabiyan û mirovekî ku nikaribe bêhna evîna axê bi gulpekê bikşîne hundirê xwe, ewê nikaribe têbigêje bê mirov çawa ji axê hatiye çêkirin. Wê nikaribe fahm bike bê xweza çawa berhem û cewhera axê derdixe holê. Ewê nikaribe bedewiya wêneyê xwezaya welatê çavrêyê azadiyê bi bêhnekê bikşîne dilê xwe.
Bingeha hemû evîn û hezkirinan eşqa axê ye. Dema mirov dilê xwe ji axê re vedike, hemû tişt wê demê destpê dike. Bêyî axê wê zaravayên destanên zozanên bêzarmayî nikarîbû rehên xwe bera nava hestên mirova bida.
Tu yê yan hezbike yan jî tu yê xwe di nava bêwatebûyînê de bi tevgerên xwe bifetisîne û li şûna xwe axek xemgîn û bêzar bihêle.
Tu yê yan bive evîndar yan jî dildar yan jî hestewar.
Ez rabim hemû bedewî û xweşikbûnên li ser rûyê cîhanê bidim ser hev û hewl bidim stranekê vebêjim ji bona axê wê rêzikên helbesta stranê ji hev bixeyidin.
Hemû xweşikbûn û rûkeniya li ser rûyê cîhanê bîne ji min re, ji bo ku karibim di van çend risteyan de „Eşqa Axê“ bidim jiyankirin, ji bo ku karibim destpêka jiyanê hezkirina axê bidim jiyankirin.
Bîne ji min re hemû bedewiyên ser rûyê vê dinyayê ji bo ku karibim xemlekê ji vê xwezaya, ku encama axa welatê agir û rojê ye, çêbikim.
Nivîsa minî îro wek awirekî bedewiya axê bizanibin…
Ez van rêzik û risteyan diyarî axa welatê çavrê azadiyê ye, welatê hesretiya rojê dikşîne, dikim. Dibê em wateya axê bilind bikin û dilê xwe ji axê re vekin, mîna hezkirina zimanê dayikê, mina hurmeta dayika. Ez evîndarê axê û zimanê kurdî me…hûn jî bê evîn û eşq nemînin hevalno.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…