BERPIRSIYARÊN TEVKURD-Ê BINÇAV BÛN

Îbrahîm GUCLU
Sekreterê TEVKURDê
 
Endamê Meclîsa TEVKURê Zilkûf ÖZEL, endamên Unîteya (Yekîniya) TEVKURDê li Amedê parêzer Muzaffer TOY, M. Kemal OK, Nusret Laçin di 30. 10. 2007 de piştî seet 18.00-an ji aliyê polîs de hatin binçav kirin.

Ev berpirsiyarên TEVKURDê ji bo civîna çapemenî ya Meclîsa TEVKURDê (31. 10. 2007) bang/vexwandin di nav gel de û di kolonan de belav dikirin.
Wek ji reya giştî re jî diyar bûye, Meclîsa TEVKURDê dê di derbarê siyaseta dewleta tirk ya êrişker ya li dijî neteweya kurd û Herêma Federe ya Kurdistanê de bîr û reyên xwe bi riya çapemenî, bi reya giştî re parve bike: Bi tevayî ew êrişên nîjadperest yên rojên dawî li hemberî kurdan li metropolan û Kurdistanê hatine holê, bi taybetî siyaseta şerê giştî ya dewleta tirk li hemberî neteweya kurd protesto û rûreş bike.

Ev binçavkirina berpirsiyarên TEVKURDê destnîşan û parçeyek ji siyaseta êrişker ya dewletê ye.

Diyar e ku Tirkiyeyê her çiqas ji demokrasî û ji endametiya Yekîtiya Ewrupayê jî behs bike, ji standartên hevdemî, demokrasiyê û Yekîtiya Ewrupayê/Krîterên Kopenhagê gelek dûr e.

Tirkiye, ji maf/azadiyên mirov û gruban, ji azadiya xweîfadekirin û rêxistinî re rêz nagre. Di sedsala 21-an de ev yeka bi serê xwe him pirsgirêkeke mezin e û him jî rûreşiyek e.

Amed, 30. 10. 2007

Îbrahîm GUCLU

Sekreterê TEVKURDê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…