BEHÎNAME

Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî heleqeyek lêkolînî li Hewlêrê saz dike

Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li dirêjahiya 4 rojan ji roja yekşembê(sibe)de heleqeyek lêkolînî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Îraqê a federe saz dike bi sernavê: “Parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û pirsgirêka ewlekariya neteweyî”. Heleqe tê lidarxistin bi beşdariya gellek siyasetmedar û rewşenbîr û ekadîmisyen ji tavilê şepolên siyasî û pêkhateyên neteweyî li Kurdistana Îraqê.
Bûyerên vê dawiyê yên li ser sînorê Îraqê-Herêma Kurdistanê û Tirkiyayê gellek pirsan dadixe holê ku bi hewceyî berisvên elîtên siyasî û rewşenbîrî û akadîmîk in, bi mebesta beşdarîkirinê di ronkirina gotarek yekgirtî ji aliyê xudanê biriyarê li Herêma Kurdistanê û parastina ezmûna demokratîk. Ji bo bi cîanîna vî erkî û bidestxistina encamên berçavkirî yên vê heleqeya lêkolînî, pêwîst e em ronahiyê bixin ser van xalan:
-Pewendiya di navbera parastina ezmûna demokratîk û ewlekariya neteweyî a Kurdistanê de.
-Giringiya serkeftina ezmûna federalizma Kurdistanê di warê bihêz kirina proseya siyasî li Îraqê û pêşeroja guherîna demokratîk di navçeyê de.
-Faktorên navxweyî di çespandina ezmûna Kurdistanê de.
-Bandora serkeftina rêgeçareya federe û aştiyane ya doza Kurdistana Îraqê li ser çareserkirina pirsa neteweyî di navçeyê de, di nav de pirsgirêka Kurdî.
-Li gor behaneya Tirkî a desttêwerdanê bi hinceta şopandina endamên(PKK)ê û topbarankirina Îranê bi hinceta (PJAK), Çawa em dê bikaribin van hincetan nehêlin?
-Kanê stratejiya Kurdistanî? Gelo peywendiyên neteweyî divê ku çawa bin ta ku bûyerên li ser sînor dubare nebin?
-Gelo bendeke destûrê federe li Herêma Kurdistanê heye ku rê li pêşiya danûsitendina bi tevgera siyasî li parçeyên dinê Kurdistanê re veke bi rengekî fire û eşkere û pitşgirtina pirsgirêkên wan yên demokratîk û mirovî weke dayina mafê penaberiya siyasî li gor yasayên nêvdewletî?
Heleqeya lêkolînî dê bi zimanê Kurdî be, û bi amadebûna alavên ragihandin û medyayê. Her roj, dê 3 sêmîner werin pêşkeşkirin. Li dirêjahiya rojên heleqeyê em dê hemû agahdariyên pêwîst pêşkêşî we birêzan bikin.

Komîteya Ragihandinê
Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî

27 – 10 – 2007    

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…