Kotî û Kemo Di Şaneşîna Hevpeyvînê de

  Mihemedê Seyid Husên

     Kotî: Bi bexşîne kekê Kemo ku mûkî bii te re di pirsên xwe de hişk û deqarû bim, ango rasterast û yekser tişta bi rûkî şûştî û bi navên wan şût û tazî ji te re bibêjim, bê gûman tûrikê min tijî ye, ji aş û bajar min pirs dane hev, hinek jê yên parsê ne û yên dîtirê ji çewkaya diziyê min dane serhev, û beşê mayî min ji xwendin û zanîna xwe paşax kirine.
Ca naxwe ku ez demdar nêçîra hevpeyvînan dikim, û tewera ku tu weke derfeteke keysen zêrîn hîna di nav lepê min de ye, û ez di hevpeyvînê de pispor û terxemî baş debixî me, vêca bi hêvîme ku sînga te firehtir be ta ku pirs li dûv pirsê ji heman tûrikî li ber te vala bikim, her wiha bi hîvî me ku tu bersivên xwe bi kurtî bide, çiku pirsên me bê jimarin.
     Kemo: Fermoke birayê Kotî ma îşê min li vê derê çi ye, ez bixwe minêkarim ku ti bi Têran, bi Çewalan pirsan li ber min raxîne, çi pêve ye û çi bi dûv min de he ye, hema ta ku ji te bê kela xwe hênik bike.
    Kotî: xwezka mamosta te xwe bi xwendevanê xoşewîst bida nasîn.
    Kemo: belê ezbenî ez di bê qidoşiya berbanga sersala serjimara 1962 an ya rûreş biyanî hatime rûyê jiyanê, li ber nihurîna zimanê dayika xwe bişîr vebû me, di himêza hilm û tîna bêhnvedana xaka Cezîrê de haş bû me, di 1974 an de pirojeyê kemera şofonîzmê ji ber sîng û berê saman û avdêrana xaka gundê bav û kalên xwe mişext bû me, biryar, zagon û yasyên ewarte avêtime ber şek û pekên jiyanê, weqatê ku navê zarokan diçûne ber sintaqa karbidestên ewlekarî, û nasnameyên navçe, gund û bajarokên kurdî dihatin guhertin, bûme xwîniyê navê xwe, hemî zinadanên welêt û qmçiyê zînatkarên îşkenceyê min nasdikin, qedexe ye ku dîroka xwe bixwînim, qedexe ye ku em birînên xwe derman bikin, qedexeye ku em bi zimanê xwe, çand û kultûra xwe bi xwînin û bi nîvisînin, qedxe ye ku em derî li ber ramanên xwe vekin, qedexe ye ku em bîranînên xwe rizgar berdin asoyên bê sînor, qedexe ye ku em serê xwe bi destên xwe bixurînin, qedexe ye ku em hînî zanistiya hemdemî bibin, qedexe ye ku em li saz û awazên gelepora xwe guhdarî bikin, ji ber zixt, zewr û çewisandina hovane, dema ku ji xweşxane, gund û samanên xwe mişext çû me bajarên mezin, li pênc parzemînê gerdûnê ketime sirgûn û penaberiyê, dema ku çand, ziman, kultûr û heyîna min talan dibe, û roj li dûv rojê pilanên regezperstî weke ya 12 ê avdara 2004 an bêtir dibin, diyardeyên pirojeyên avakirina bendegeyên Erebî zêdetir dibin, hinga min baştir nasnameya xwe ya netewî naskir, û ji nû ve min bi kargorî li dîroka xwe, nexşa xwe ya ciyogirafî bûme pirsyar û li afirandinê jî bûme xwedî, bi kurtî eve nasnameya mine. îcar ger ku çendî jî tûrikê te tijî be, jixwe ez weke hebana pifdayî  dagirtî me, ango mîna Niqriya danûkan ku li ser ardiwê êzingan pelqepelqa mine, dikelim hema dikim bifûrim di ser re bi qulipim, de bi pirse keko qeşema dilê min û xwe hêwa bike, her wekî pirs timî dibe kilîta axavtinê.
    Kotî: di bafîka vê hevpeyvîna me de kekê Kemo nûçe ji Kurdistana bakur gihan, ku romannivîsê kurd mamostayê hêja Mihemed Uzun giyanê pak di keftelefteke jandirêj de perwayî Xwedê kir. Ca tu çi kare di vê helkefta şingiran de bibêje.
    Kemo: belê ezbenî bi fermana yasa gerdûnî ew ji nava xizm, heval, hogir û civaka gelê kurdistanî çû dilovaniya xwe, lêbelê xwedê jê xweş di pêşgavên bihara temen de bi pênûsa xwe ya sozdar netewnameya kurdî di romanê de daxiste mirêka çanda gelên cîhanî, û ji navkutka civakê berhemên nirixdar pê pirtûkxaneya kurdistanî hate xemilandin, ta ku jê hat berevaniya çand û wêjeya gelê xwe di wî temenê nîvco de kir, ji salixên wî yên ku bi taybetî min ji devê rewşenbîran û rûpelên Enternêtê girtine. Ciwamê xelatên wêjeyî yên payebilind wergirtine, û li gora zêdeyî 7 romanên wî hene, û li Ewropa birêvebiriya dezgeyên çandî û rewşenbîriya kurdî jî kiri ne, lê mixabin bi sedema arîşe û nehêlanên ku li pêşiya weşana pirtûka kurdî ji gel rêjîmêm dagîrker rakirine, berhemên gorbihuştî gelekî kêm gihane her çar perçeyên kurdistanê, loma min romanên wî gelekî kêm xwendine, lê tiştê ku jê bawerim û bê paxav karim bibêjim, nemaze ku Mihemed Uzun di mirovaniyê de xweş mirovekî namedar bû, û di romanên xwe de hewl daye ku jiyaneke pêşverû û gulvedayî bo gelê kurd ber ve seqa azadiyê de bibe, nizanim binav bikim bê kê goti ye, dibe ku Eristo be. Lê dibêje ger ku tu bixwaze çanda gelekî nas bike berî her tiştî li mûzîk, saz û awzên wî guhdarî bike. Ca hema ez vajî wî Hoazî vê yekê jî bi ser vedikim, ku tu bxawze çand, şaristanî û dîroka miletekî nas bike tev di romanê de rûniştî ne, ango romanên heman gelî bixwîne, bi taybetî ku Uzun xwezti ye gel bi giştî rola lehengiyê di romanên wî de bi leyize, bi rastî ku mirov bixwaze li vî xweşmêrê xamesoz, welatparêz û niştemanperwer vekole, bê gûman pirtûk mafê wî têr nakin, mehderî û mehrevaniya xwedê li giyanê wî be. Ca tiştê ku bêtir egere piştî koça nemir di vê bafîkê de bête gotin, ewe ku nifşên nûhatî ji ezmûneya nemir Mihemed Uzun sûdeyê bigirin û şêpla wî ya bêrîn wenda nekin, lê çi bikim Kotî qyrban te bazara xwe kiri ye ku bersivê dirêj nekim.
    Kotî: mamosta bi çend peyvên derbirînkûr û watedar tu gavdana tevgera çandî û siyasî çawa di nirxîne.
    Kemo: mixabin herdû jî di yariya perçebûnê de hevdû kêm û lawaz dikin, yek ji ya dinê di dexise, vêca ta ku jê tê perçeyên xwe biçûktir dike, herdû jî di bin bandora eydiyolojiya totalîtarî ya rêjîma Ba,is de ta vegirtî bûne, pênûsên çalak û kadroyên wêrek û serheldêr hene, lê beşê dexsok û çavnebar nemaze yên ku hêj di arava zavê hozperestî yên paşverû de digevizin, û her li pêşiya  beşê çalak, pêşverû û serheldêr dibin pîj û kelem, loma tevger bi herdû milên xwe ve meşa Kwêsî dike, û bi rastî ku xwe neguherin û rêdemî qûnaxê nebin, vebirr bi wiha şêwe nema bi kêrî serdema gilopalîzmê û daxwazên wê tên.
    Kotî: gelo tu çawa kozkirina hemî çarçuveyên tevgera siyasî di lêvegerekê de ( merci,iye ) di nirxîne.
    Kemo: hêç ji serî de lêveger weke diruşm û navnîşan ne pesende ye, ji ber ku ev silogan li ezwerî û pêşbîniyên kurd ne yên siyasî û ne jî yên çandî û civakî naxwe, diruşma lêveger ji bin tingê olperestiya tundrewî û hişkbaweriya zavê hozîtiya paşverû hatiye, ji hevkujî, tevkujî û xwekujiya navxweyî ya. Îraqê hati ye, û partiyên me weke saziyên şarewerî nemaze ku rêbazên zanistî û rêxistinî destnîşan dikin, gereke di gelaxavtin û hevdîtinên xwe de heman şêwazên Sine, Şî,e, Henbelî, Malikî, Şafi,î, Henefî rêbaz nekin, em kurd îro bi du tiştan gelekî çakbînin. 1- ewe ku akam zavê Êlitiyê di civaka kurdisanî de baş kêm bûye tev ku rêjîm ta ku jê tê gurr dike û hinekî li qana serokpartiyên kurd jî tê. 2- bandora Ol di kar û barê siyasî de û barûdûxên civakî de baş derkenare û binax  bû ye. Vêca çima emê ne di çarçyveyeke, serokatî de, pêşewatî de xwe bidin ser hev, reha navnîşana lêveger weke pêşewatî li me kurdên rojava naxwe û ne jî pesende ye. Lêbelê ku weke çarçuve ( lêveger ) bête çesipandin jixwe têkadana pirsgirêkê ji kokêde ye.
    Kotî: gelo çi sedem û arîşe li pêşiya rêkeftineke wa hene.
    Kemo: di baweriya min de ne qaçaxe û zêdebare jî, û ne tiştekî xweza ye nemaze ku mirov bi dilbarî li nexşeya tevgera siyasî vekole, diyare ku bûgîn ne ewqasî aloz û tevxiliqi ye bi kurtî piştî 12 ê avdara xwîndar, ku em rast lixwe mikur bên tevgera kurdî kete kirêzeyeke pir aloz û tanî nuha têde dijî, û di du awir û helwesatên siyasî de eşkere bû ne, 1- ya pêşeng aştîxwaz û poşmane, xwe dane hêla xebata bêdengî, û bê ku rêjîmê zivêr bikin li ser piştê stêrkan di jimêrin, û xwe bi yek carî siparti ne hêzên qaşo dijberî û tevgera rizgarkirina netewî di welêt de. 2- partiyên derveyî Enî û Hevbendiyê xwedî helwesteke berevaj, tundrewî û zêdebarin, li kesî nabanin û zorî dane silogan û diruşmên zêdekar nemaze yên ne şûngir. Lê kula hew jê mezintir ewe ku herdû jî, bîra şêwra rewşenbîrên serbixwe nabin, lêbelê bi nîv çavî û di ser pozên xwe re li wan dinerin, û ya hîn kambaxtir ewe ku Enî û Hevbendî di daxuyaniya xwe de dibêjin partiyên derveyî me ji rêkeftinê û kongera giştî di revin. 1- jiber ku têkeliyên Enî û Hvbendiyê bi tevgera rizgarî ya netewî û hêzên dijberî di welat de çakbextin. 2- ji tirsa ku cemawir helwesta dupat û şermezarkirinê ji wan bigire, paşê ji bo heman lêvegera bêqidoş jî ji pêşî de weke hilbijartinên rêjîmê wê navristeka bin-sîkê ( qa,îmet el zil ) weke komîta Hevbend ya bilind dê ji lagirên xwe ji anuha ve emade bikin, îcar wê ji ezmûne û dîdevaniya 12 ê avdarê bi kûde bi revin, û weke kengî û kîjan ezmûneya dîrokî ku tevgera kurdî, weke partiya Ba,is ya fermandar cemawir kiri ye gengazî û lê pirsi ye, bê gûman mirov di rewşeke wa de kenogirî dibe, û kengî jî cemawir di roja qwamê giran de li wan rawestiya ye, bi rastî ji mêj de serokatiya tevgera siysî cemawir weke nirxekî siyasî û hêzdar jibîr kiri ye, lo lawo ne şerme ku qala cemawir dikin ew li kîjan newalê ne û cemawir li kîjan nehêlê avê vedixwe, Zeradeştê pêxember goti ye ( ew Serokê ku ji derveyî cemawir bi rame ew gewc û kergêle.)
    Kotî: dixu ye jiyanê rûyê xwe yê reş daye me û yê geş û xawer ji me giuherti ye. vêca Tu çawa vê yekê şîrove dike.
    Kemo: birayê Kotî cîhanî bi piranî rêz û rûmetê didin dewlemandan di  civakê de, û heman rêz û hurmetê jî didn cemserên hêzadar yên navdewletî, nemaze yên ku destelatdariya barûdûx û bûyeran dikin, lê pir daxe yê ku bûyer û berbat li ser serê wan digere, her ew di mînin ardiwê şewatê, ne kesî haj wan heye û ne jî kes li wan di pirse, loma gereke em demdar li tilam û sedemên xurtî û hêzdariyê bi gerin, hinek ji pêkarên fermandar hene ku li ser pişta kujtina azadiyê di civakê de xwe dikin lehengên aştîxwaz, lewra eydiyolojiya totalîtarî di rojhilata naverast de timî pirojeyekî bo şerê navxweyî rahênane û berjeng bo vê yekê ji hêwîrdorê bang dikin, û kesê lawaz birakê Kotî ji naçarî aştiyê di hilbijê re. Lê ku em pembo ji guhên xwe derxînin û çavên xwe mîna şeviraxan vekin, emê bi bînin û bibihêzin jî ku zemanekî şabext bi ser me de qulipi ye, û destekariyê bê sînor didê me, îcar ne her gav egere ku mirov bi reşbînî li bûgînan venere û bi çavên pilanê her tiştî brevaj rave bike.
    Kotî: di bêjin ( rok bi seradê nayê girtin ) û ( gulek jî zeviyekî nake buhar ). Ca tu diyardeyên şabextiyê û pêşmetodên ku azadiyê tê de gewde dikin çawa di nirxîne.
    Kemoyê fêris û pêşzan: Min zanî ev bû salek bêtir tu weke circir kêwêsî bi dûv min deye, ta ku cilik ji bin lingên min bikişîne, lê nexeme dîsa jî ezê bersiva te bidim, di serî de metod û hêmanên ku azadiya mirovan, civakan û gelan di rêjîmên dîmuqratîk de, nemaze ku mirov rûmetdar di parêzin li gora vexwendina min evin.
1- azadiya derbirînê, ramanê û bawermendiyê ye, rêdana partî, komele û rêxistinên serbixwe yên siyasî, civakî, çandî, karmendî, hunerî û mirovanî ne, rêbazên dadperwerdeyî di dibistan û zankoyan de, saziyên civaka şarewerî bi giştî ne û..t.d.
2- medya rizgar û rojnamegeriya serbest.
3- hilbijartin û helbijêrên azad di nava civakê de.
4- pişikdariya hemî çîn, tîre û derbirînên civakê di birêvebiriya welat de.
5- destûreke hemdemî nemaze ku hemî xalên pêşgotî di hemî hêlekarên jiyaneke azad de paraztî bin.
    Lê ku em bên rêjîmên totalîtar û yên dîmuqratîk raber bikin û tiştên ku karbidestên ewlekarî û dar û destekarên rêjîmên Erebî bi serê civakên xwe kirine, û bi rêjîmên dewletên Ewropa rojava hember bikin û cudahiya şariştanî nemaze ku wan bi sedên salan û bi pîvanên dirêj ji hev dûr dike ewe ku, herçî rêvebirên Erebî yên diktatorî çi yên pêmayên kişwerî û çi jî yên ku liser pişta tankê hatine, tev ji serî de hatine ku miletên xwe zincîr û merbend bikin, hatine ku xwe ji milet bi parêzin, neku berevaniya wî bikin, Aşin zikmarin mîna karikên mîio devê xwe weke Dirakola xistine qirika milet û yeksere xwîna wî di mijin, tenha ji bo ku welat tev milet bixun, goşt ji  hestiya bi kevêjin û tev wêran û talanan li bazarên navnetewî bifiroşin, weke nimûne rojnamegeriya sûriyê vebirr nikare stûyê xwe di bin nîrê rêjîmê de bi zîvirî ne, yaxud wê di zindanê de birize, û ku carekê bixwaze ango hewl bide ku nehêlanên metirsînê nikder bike, hinga teqez dê dibin îşkenceyê giyanê xwe giraw bide, û bi taybetî di vê warî de rêjîmên Erebî, hemî rêawayan çi eşkere û çi jî bi dizî destek di rêya wezaretên hidirû de didine hev, tenha ji bo ku xwe ji destêwerdana derve bi parêzin, ji ber ku seraqet zirt û fortên dijwar ji derve li wan dibin, û her gav gef li wan têne xwarin, di heman demê de roj li dûv rojê ji hindirû ve kurmî dibin, û ji binaxa xwe ve di herifin û ji zîlan jî dikevin, her wekî baran ji givalekên kilxaneyê nayêt barandin.
    Kotî: herêm di kele û şepêl tund di pêlin, dem, merc û tarawgehên seqa lewitî berbatê heldidê re, hilgavtin, helperîn û pêngavên bilind û dirêj di bendemanê de kevrûzî bûne, û li dûv herikîna xweztekên serdemê stêrkan di daweşînin, keys û helkeftên pêşiwar xweş bi dest ve nayên. Di vê gevezoka dîmarî û sawgirtî de min xewnek dît, ku dev girêdayî vedigeriyam pêvedana dîrokê, û ji navkutka dilê metirsînê digihame velerzîna çîrokê, û li ber dadgeha roja paşdawî ji bo naznavekî terskurd û tagirtî sintaq dibûm. Gelo ?  tê çawa vê xewnepirsê rave bike.
    Kemo: bi xwedê tu têra xwe heye tu weke singê Kurkê bi qasî xwe di bin Erdê deye, hema bi rastî mirov li te ewle nabe tu weke Singilkê Qapanê ye, ge tu yekî digihîne jora stêrkan, û ge jî tu wî dadixîne danga genavê, lê bi rastî çiku nan û xwê di nava me de heye. Ca ezê vegerim ser pirsa te ya zivronek û gincirî, kekê Kotî ku yek dîroka xwe nizani be teqez di mandê de wê ezyetê jê bibîne, te jî bihîzti ye ku beryê me ji mêj de gotine ( Rim di xurcikê de nayê veşartin ) bê gûman yê ku şevîna keriyê pez bike meger dê rojekê Gur bi bîne, çendî xwe di bin deng û rengan de veşêre ilim wê rojekê di wê tirsê  derkeve, çima weke Gayê bindorê teng di zîvire û tenha lixwe digerin, timî ji awazên navê xwe yê regeznameyê di revin, keda xwe ya navê resen berba dikin, çima navê xwe yê zikmakî nade xuyanî, qey tekoşyarên zindanan, karwanê pakrewanên 12 ê avdarê ne bi navê xwe yê zikmakî derbasbû ne dîrokê, qey çêdibe ku em naznavekî li kurdistanê bikin û di taristanê de tewş û di sergerdanê de bijîn, kêm hene xwedî naznav nemaze yên weke Cegerxwîn ku di 22 ê vê mehê de bîranîna koça wî ya 23 yane, xwedê jê xweş muhra lehengiyê bi heman navî di jiyana xwe ya kargorî de zindar hişt, lê xwedî zirnavên me yên îroj bi piranî gerdişî û bedkariyê di bergeya çandê de dikin.
     Lê ji bo nîvê pirsa te ya bi stirîdirk û bumbekirî û li gora ku ez têgihiştime, di baweriya min de babelîska fincanê ye wê zû bi ferike, Beştê 12 werqe nemaze ku ji birayên xwe yên Ereb dest şûştî derketi ye, û ji civaka gelên navnetewî jî bê dost û lagir sêwî û li rastê ma ye, û ji hindurê pifdayî û ragirtî reviya ye, vêca bêhavil û bê wext û paxav bazda Enqera, nanê xwe avête nav Helawa turko ta ku li ber destê Kemaliyan, piştî ku Iyaleta Sikenderonê behremî wan kir toba xwe nû bike, û hevpeymaneke sê kuçik di pîlaneke nûtir de li ser serê kurdisataniyan bi taybetî kurdistana Federal bigerînin, kîmkîme hîna jî xwediyê eydiyolojiya cenga sarin û bi kîrê berê di mîzin, reş û sawêr ji hawêrdor ve li wan pir bûne, her wiha gelek şax û paxên din jî ji vê serdanê vedikevin lê me nuha pîş pê nîne, vêca çawa zaro xwe tev didin li nava xefk û dafikên guherînên gilopalîzmê di perpitin, bi kurtî şert û mercên cîhanî ew guvik kirine, wirr û tewş li pirsgirêkan di nerin, kezebê diavêjin ber Pisîkê û zirav dixun, devên wan tijî t.n.t ê ye dixwazin di mercên ku bo kurd lêhatî hatine bi teqînin, loma bê ewarte wê di encamê de di çirava bedkarên xwe de bi teqinin. Ca hema bihêle bira li radeyekê baweriya xwe bi xwedakî Erebislamî taybet guhertine, lewra xwedayê gerdûnî yê resen berê xwe ji wan guherti ye, Erebên ku ji ber dizî, felaket û çewsenkariya rêjîmên xwe reviyane Ewropa. Ca li wir jî weku li ser ravêj û reftarên rêjîmên xwe perwerde bûne, heman finas û genîtiyên xwe, derew û sixtekariyên ku ji çanda terorîzma Erebislamî girti ne dûr neçûne, û kula pir mezin ewe ku bi çavkanî û bîner jî dibêjin ku Ewropa ji şaristaniya Ola Îslamî  hînî zanistî, azadî û şaristaniyê bû nee, min bixwe qet ne bawere.
    Kotî: tu çi navî, hevalnavî bi min ve bi zeliqîne tu rizgare, lê hema ez bixwe bi xêr û xweşî de ji te bernadim. Ca naxwe ku tu di mijara Beştê 12 ê wereqe de diaxivî, gelo çima tu danegeriya ser semînara ku bi navê gotina sûndxwarinê di encûmena niwînerên gel de xwend. Bi kurtî  na nirxîne, rex û rêawayên ku hingavtine ji xwênerê xwe re eşkere jihev na vewejê re.
    Kemo: di şensê min de îro madê te li pirsên siyasî vebû ye, an tu dixawze min di çîzê re bibuhê re, ango ez jî naznavekî tirsonek weke hinekan jixwe re bi pejirînim, tu şaşe yê ku da nava Çem li bihur nema di pirse, ango yê ku  qîma xwe bi feleqê bîne daran najimê re, guh nedê li qana min jî hati ye, lê bi rastî ku yek weke ravegêr li pirsa te ji hemî hêlekara ve baştir vekole, teqez çend rûpelên berfireh jê re divên. Neyse ezê li gora pêkarîna xwe  bersivê di çend xalên  dabeşkirî de bidim.
    – Di gotina Serok ya 11 / 7 / 2007 an ew rûyê eydiyolojiya totalîtarî û pêşewatiya tekakesane eşkera da xuyanî, her tişt, mal, can erzan di bazara navnetewî de difiroşe, tenha ji bo ku êrîşên derve ji ser xwe dagerîne û çamêrkî di kursiyê destelatdariyê de bê xirecir rûnê.
    –  Di guhê Gê dene di bêdengiyeke cankuj de ji têkeliyên cîhanî bê par mane.
    –  Gelekî dirêj axovî û bi yek carî nêzî çareyan nebû, çavê xwe girtin û guhên xwe paçikxistinê û ji rasteqînê dûr reviya, hêmeniya diktator di ser karê û şêwra giştî re digirt, û ta ku jê hat bi hest, bîr û agadariyên civaka welêt veleyizt.
    –  Helwesta wî ji ser jimara 62 an ya rûreş zêde xwerû û avrêjim bû û ta ku jê hat bê pêwîsderî anî zimên, û weke ne cwamêran li daxuyaniya xwe ya 2004 an bi yek carî qilupî, û jixwe bin guhên wî jî xwêdan neda, negot hema 3 milyon kurd li Sûriyê hene, û bê şerm got kurmancên ku ji turkiya mişext hatine, lê ew qet tê ne ramiya ye ku kurd çendî mişext bû ne jî her ji nexşa kurdistanê derneketi ne û sînorê wê derbas nekirine, û jixwe jiberê ve nemaze ji hêla bazirganî û diravgehî ve, bi rêawayên bedrewiştî dûrî rêpîvanên hemwelatî û mirovanî, weke diz û çolaxên rêbirr ango desthilatiya Mafya rapêçayî ku her tiştî erzan dide giraw nemaze bo bi derengîxistina dadgeha navdetewî.
    –  Di serencama gotina serokomar de xweş hate zanîn ku hemî diramet û hatina welêt tenha ji bo destelatdariya rêjîmê hatine mizaxtin, çiku ji serî de hatine ku welat pûre û yexme bikin û xwe bi dar û destekarên ewlakarî bi parêzin, hinga ku cihê milet dojeha sor be jî hîç ji bo wan ne gengaze.
    –  Mîna mamostayekî perwerdeyî şîretên xwe li civakê parve dikirin, û careke din da nasîn ku paraztina fermandariyê di pêşiya her tiştî deye, loma hemî bûgîn û barûdûxên lezdiva nemaze yên dirûzkirina hindirû tev ji bo heman armancê hatine bi derengî xistin.
    –  Wê çawa aramî û tenahî li sûriya peyda bibe û dadgeheke serbixwe peyda têde peyda nabe. Wê çawa medya û rojnamegeriya Sûrî, rêbazên perwerdeyî û zanistî yên eydiyolojiya tekpartiya destelatdar, tanî bi yasa rêdana sazkirina partiyan jî, û hemî pirojeyên çandinî û avdêranê, berfirehkirina pişikdariya eniya netewî di birêvebiriya welat de, tev bi sedema zixta dadgeha navdetewî hatine bin pêkirin û bi derengî xistin.
    –  yekem seroke ku bervedêriya zimanê Erebî dike û mafê lêmikurhatina zimanê bilî xwe mîna kurd netewa diwemîn di welêt de dide mandelê, lewra hemî pêşinyarên dilbarî û erênî di gotina wî de, li hemberî wan fendekên keysebazî afirandin ta ku wan genî bike, Ca sedem û tilam dane xuyanî ku nikarin tiştekî sûdwer di welêt de bibin serî, ji ber ku dewletên mezin destelatdariya cîhanê dikin û Ewropa hîna jî pê kêm ewle ye loma zûbizû destek nadê.
    –  Serok xweş da nasîn ku rê nade saziyên civaka şarewerî, hilbijartina azad, rojnemrgeriya rizgar û afirandina wêjeyî û çand bi giştî xemsar kiri ye, mafê çapenî û weşanê binçav kri ye, tenha biryar di hemî hêlekarên jiyanê de ya rêjîma totalîtare, û sîstemeke dîmuuqratî xewneke di perensîpên wan de rave nabe.
    –  li ser baerxwedanê axivî bê ku piroseyên xwekujtinê û berxwedana netewî ji hev cuda şîrove bike, serjêkirin, bumbekirina jin û zarokên sifîl, agir berdidin mal û samanê xelkên bêguneh li cem wî berxwedane, û wa jî bi hêvi ye ku dê Emerîka di encamê de bi reve, û dê ew jî lehengiya Erebisatnê ji bo xwe destnîşan bike.
     –  Serok di gotina xwe ya sûndxwarinê de di rewş û pergala hindirû de baş gêre û pîkolî kir, û emaje pêda ku bi sedma zixt û zewrên derve anuha nikarin têde jî bi ramin, her wekî eşker lixwe mikur tê ku kursiya destelatdariyê ji her tiştî giringtire.
    –  Di hemî mijarên ku axivandin çarenûs bilêv nekirin, çend peyvên ku berjewendiyên rêjîma sûriyê di parêzin li ser Îraqê peyivî, û weke wan jî li ser Felestînê, mîna doktorê zankoyê bi dilbarî û stûbarî rahijte netewa Erebî, qaşo welatparêzî û oldarî hersê hêmanên ku keleha berxwedanê di ber kursiyê wî de asê dikin, di baweriya min evya tiliyan bi rex xwe de nîşan dike ku li rastê ma ye û qels û lawaz jî keti ye, yaxud çi kiri ye ku serokomar di gotina xwe ya sûndxwarinê de rahêje ziman û olê, di çaxê ku nizane destnimêj big re, bê gûman diyarî çavan dide xuyanî ku bê şêwra gel tiştekî nake, û gelekî bo yekgirtina gel geşbîne, lê di rasteqîna jîwarî de di bin re bi hêza tankê û devê tivingê, bi îşkence û zindanê, bi gepa nan û bin pê kirinê rêvebiriya yasa (zorzane) dike.
    Kotî: bi xwedê mamosta te dendik jê derxistin û te hinekî xêzkên sor jî şikandin, vêca dêmekî te daye nava qedxeyan naxwe ezê çend pirsên din jî ji te bikim, gelo têgeha welatparêziyê çi wateyê  bo te gewde dike. Helwesta  eniya netewî ya pêşverû ji tevgera siyasî ya kurdî di sûriya de. Û  Hevpeymana bi Îranê re çi delîveyan dide sûriyê.
    Kemo: me teva xwendi ye ku rêjîma komarîstî li ser pişta pêmayên rûxandina rêjîmên kişwerî hatine, lê piştî ku fermandarî qenc lixwe pêça û lingên wê baş cih digirin, vêca di bin diruşm û siloganên dijminatiya Impiryalîzmê û nerînên pîlangerî û êrîşan derve de, Ca bi hemî rêawayên karbidestên ewlekarî û yasyên ewarte yên serbazî, çêtir lingên xwe li ser stukra gel dantînin û hemî xêr û bêra welat radestî xwe dikin, îcar ji vir û pêde weku me bi çavên serê xwe dîtine, fermandarî ji bo xwe bikin mîrate wê law li şûna bav serokatiyê distîne, loma di bin giraniya mercên herîmî de û zixtên derve de, rêjîma sûriyê hewêdariya Dêriyan di 12 ê avdarê de dikirin, tenha ji ber ku  Dêrî bi karên xwekujtinê li Îraqê  bo xatirê çavên Sedamê faşist radibûn, û bi wiha reng li qana rêjîma Sûriyê jî dihat, û hêvî jî dida wê ku temenê wê dirêjtir bibe. Her wiha ji bo pirsên te yên mayî bersiva min eva jêrîne.
    Welat di zanîna min de berî her tiştî bi wateya dîrok, xewn û ciyografiya ye, li gel ziman, netew, gelepore û erkên egerseza ye, û di pey re pêwendariyên di navbera xakê û mirovan de ye, ango qada welat ayîstanê akinciyê ku ji mêj de lê zaye û niştecî bû ye, û di gûmana min de têgeha welatpaziyê ji encama sitemî, koledarî û diktatoriya îroyîn bêtir berz bû ye, nemaze ji destên eydiyolojiyên netewperestî yên Erebislamî nemaze ku welatan bi rêbazên eydiyolojiya totalîtarî bi kotekî qilixdar dikin.
    Careke din di xwendina min de weku me li jor emaje pê da ye, rêjîma Sûriyê piştî ku rex û rê li ber hatine girtin. Ca  ji neçarî weke hevpeymanekî par biçûk bi rêjîma Îranê re enî girti ye, lê mixabin koncala kûr ya ku bi serî ve têde werbû ewe, kujtina Herîrî û dadgeha navdewleti ye, nemze ku di tora rewaya konseya navnetewî de helawêsti ye, û nema kare ji lîztikê jî bê giraw bireve, bilî ku bi qumarê bi hewpeymanên xwe yên herêmî re Hizbela, Hemas, Îran û paşmayên tazîkên Ba,isiyên Îraqê bibinee serî, bi taybetî ku mirov di vê çeqûberiya Sûriyê û Îranêde bi rame, her wekî Ehmedî Necadî dibêje ezê Israîlê ji ser rûyê gogzemînê bi qelînim, û Sûriya hergav û di hemî helkeftên navdewletî de aştiyê bi Israîlê re dixwaze, her wekî Colanê Sûriyê hê jî ji gel Israîlê vegirti ye, û ya hew jê berevajtir ewe ku Sûriya alîkariyê ji talanbûyên lehiya Sûdanê re dişîne û ji tazî û birçiyên Darfor re naşîne, çekan  dide Hizbela û Hemas û şiveke terr ango fîşeke qelp nade Libnanî û Felestînê, hemî çekên destekariyê dide troristên Îraqê û pariyeke nanê hişk ji mişext û sirgûniyên Îraqê re naşîne, tewra Serok di gotina xwe ya sûndê de dibêje ez bê şêwra milet tu carî biryaran nadim, û ji ber ku mirovekî azadîheze wê hilbijartina serok û ya perlemento bi şêweyekî dîmuqratî û azadî bibin serî, di çaxê ku di hemî dewletên cîhanê de dema hilbijartinê rojeke, lê tenha li Sûriya şev û rojeke û xwedê tenê zane bê di wê şeva tarî de çi bi serê sindoqn dikin û çawa wan di heoişînin, Ca vaye em jixweber hatine ser rola eniya netewî ya ku bi rast û ronî paşverû ye.
    Gelo ? gel bi hemî çîn, tîre û derbirînên xwe yên olî û netewî ve çi dixwaze, bilî ku li ser hêmanên destûreke wekhevî, yekpare û dîmuqrasî nemaze ku li gora rêja xwe bibin pişikdarê birêvebiriya welat, lê mixabin eniya pêşverû ne li ser haman binaxê bûne hevkar bi rêjîmê re, lêbelê di bin siya destûreke totalîtarî de ku xala 8 an têde partiya Ba,is ya fermandar dike pêşewayê civvakê û dewletê herdiwaan, û di hemî sazî, dam û dezgeyên dewletê yên şarewerî serbazî raçengî xwe kirine, vêca partiyên dîtir di eniyê de mane rêncber, kole û dergevan, destên wan ji toran hatiye birrîn û cilikê dûv cercerê  di paş sîka Ba,is de di gindirin, bi yek carî ne li ber tiştekî ne, tenha hejmarekin, û rêjîm bi wan rûyê xwe sipî dike. Lê tiştê ku min tavilî û mat dihêle ewe ku engên partiyên Qomonistan helwesta wan ji kêşeya kurdistanî ya netewî ji ya turkan dijbertire, mixabin ku bi dest wan bihatina wê tîpa ( K ) ji elfebaya Erebî rakirina, weku turkan Armeyên Tirafîkê rengê keskesoê ji wan rakirine, vêca viyana wan ya serbixwe, gepa nanê gel, û dawaznameyên jar û perîşanan û bergiriya welat li kû avê vedixun zarok jî zanin, tevde û li gel xwe jî bi çend kurtêl û tirumpêleke modêrn de ji perensîpên xwe berdane û xwe erzan firotone, carekê telafiz ji wan çênebû û bervedêriya sezayên netewa kurdî li sûriyê bidilbarî nekirin, û ya pir dax ewe ku 95% ji endamên partiyên Qomonîstên Sûriyê kurdin.
    Kotî: ji vir û wiha de bi hêvî me ku tu bersiva pirsa min di çend hevokan de bide. Gelo kes hene ku guft û goyên bê dawî bikin û bi yek carî tengî çarenûsan nebin.
     Kemo: belê yekem nimûne Serokê Sûriyê ye, mixabin dirêj diaxive û reha nêzî çarenûsan nabe, û na rame ku Pirên gehîndarî di navbera xwe û gel de ava bike, ciwamêran ji mêj de gotine bela têçûyekî rast bim û ne drewînekî fîraz bim.
    Kotî: gelo dagîrker ango diktator ji çi metodan bêtir di pelikîne.
    Kemo: dagîrker demdar guşûmate û bi çavên pîlanê her tiştî rave dike, dikare her tiştî di welêt de dagîr bike, lê tu carî nikare çand, ziman, raman û dîrokê dagîr bike, û ezmûneya jiyanê  wiha daye nasî, çi gava ku li hemberî rêjîmên totalîtarî çand û raman gurr dibe, hinga bi lez dest tavêjin çek û topan û rêawayên çewsenkarî zûtir li bîra wan dijenin, loma tu carî ceger nakin ku çanda medya û ramanê reha û azad berdin.
    Kotî: çekdarî çi asoyên watedar bo te encam dike.
    Kemo: lawo tu çendî qurre û weke qula singî te kengî bihîzti ye ku Generalekî cengebazim û di cengên cîhanî de xelat wergirtine, bi kurtî çekdarî bi milyaran mal û mewdan bêhode diçin, û giyan û xweşxane di perçiqin. Xweziya dilê wî mirovî ku karibe birêvebiriya temenê xwe yê mayî aram û tenahî bike.
    Kotî: weke perensîp ji bo te. Gelo ? rola Êl û Olê di çand û siyasetê de çi encamê dide te.
    Kemo: li bal min zavê. Ol û Hozitî tevlî çi kêşeya netewî, siyasî û çandî bibe, naçare wê ji hemî hêlekaran ve genî bibe, gelacî û pilanên perçebûnê bixwe re tîne.
    Kotî: gelo tu di tenaya xwe de kîjan mêvan li gel te pesende û xoşewîste.
    Kemo: dixu ye tê Girarê li me bike kerafî, neyse ( mêvan mêvane çi şah be û çi jî geda be ) bi rastî dema ku hest dibim di sincê xwe de di azirim, ango yadiyên birîndar li min şiyar dibin, hinga dixwazim hunermendekî weke nemir Mihemed. Şêxo bibe mêvan, çiku huneriya wî bi deng, reng û bêjeyan ji bo min nasnameya min awaz dike.
    Kotî: li nik Ewropa û Emerîka, li rojhilatê û rojava, li başûr û bakur, deng, reng û vedngê Ereban tu di kû de di pelîne.
    Kemo: ji serî de min ji te re got tu têra xwe qubdikî, weke darkê Hewdelê ye timî tiştan tev didî. Ca  Qurana pîroz dibêje (ku tu mirovekî bê guneh bi kujî, weku tu mirovaniyê bi giştî di kujî) helbetî ez ne bi tevare yî wan tewan dikim lê di roja ku em îro têde beşdarin, ez reng, deng û vedengê wan bi giştî, tenha di bin Qelpaxa Bermîla Petrolê û Tirumpêla xwekujtinê de di pelînim.
    Kotî: tu çawa rexneyê di nirxîne.
    Kemo: bweriya mine ku rexne yek ji tebûtirîn stûn û hêmanên ku wêjenivîsî li ser ava dibe, û wêjeya bê rexne di ezmûne û xwendina min de, dê li ser lingekî kulek bi terpile, û li bal min tendirustiya wêjenivîsiyê di rexneyê bixwe de rûnişti ye, û sedmên lawaziya nivîser û heyber, sistî û xaviya wî vedigerînim ser ne heyîna rexneyê, û îşgirêdana hemî tayên toreyî bi hev re dîsanê rexne bi serê xwe wê çareser dike, û ji bomin rexne ku bi şêwerêbazkirineke zanava bête xebitandin herdem pesende ye, lê mixabin kesin hene xwe di kelha çanda Ol û Êlîtiyê de di parêzin, ewên ku bi çavên xwe dijberiya Dirêşê dikin, û bi çi rêawayî be ji çanda rexneyî di revin, û di panava rewşenbîriya kurdî de pesende nakin, di çaxê ku çanda kurdî dîroka wê destpêki ye, ji nû ve bi çarlepkê hino hino ronahiyê di pelîne û li deverna hewl dide ku li tena raweste, û tev ku çand, ziman û kultûra me tanî îroj di sê pişkan de qedexe ye, bi wateya ku em ji her demê bêtir hewcedarî rexneyê ne, û li ber dawî ez te rexne dikim birayê Kotî, ji ber ku çak dizanim xwendevan dê min û te hediwa rexne bikin, çiku te em di nava texlîtên rengan de rapêçane, ji tor û zor te tûrikê xwe dagirti ye û di nav tirşika rapirsînê de em werkiri ne.
    Kotî: Tu dikare çi li ser Evînê bibêje.
    Kemo: çendî cirra te ne xweşe, çawa tu doza kurtasiyê di bersivdanê de dike û pirsa evînê ji min dikî, di çxê ku kergêl jî zanin ku gerdûn, asîman, gerstêr, heyv û roj li ser hêmanên evînê hatine afirandin, evîn jiyane, kêferate, desthilanîne, berxwedane, ken û giri ye, hez û evîne..t.d. di gurra evînê de em hevdû himêz dikin, bi koçberiya perwerekî em şîna heman evînê dikişînin, xweşxane û xanedan li ser lengerên evînî qat li ser qatê radibin, evîn hest û handeran di berbatên de di kelîne, yê ku li ser serê xwe di meşe evînê dike, yê ku bi zikişkê  radipelike ew jî evînê dike, rola serpereştî û pêşewatiyê têde payeberze, welatparêzî û niştemanperwerî evîne, evîn rasti ye, çewti ye, talane, wêrane, dexsokê û çavnebarî, ezwerî û pelûkirin ji evînê zane, hişmendî û ferezanî, azadî û qilixdarî, giyan û jiyan, bîr û bawer ye, evîn destelatdariya tevan dikî, evîn ne tenha ya di navbera du mirovên mêza û nêrza de ye, evîn dan û standin û psendeya hevguhêze, evîn gule, baxe û buhareke sermedi ye, evîn jîne, jiyane, evraya jinê ye, xwenasî, xweparêzî û tenahezî di bin siya baskên evînê de hêwirî ne, evîn ji hezîna Dê û Bave, ji dana xakê û xweriştê hati ye, helbestvan, stiranbêj, afrêner hunermend bi giştî evîndarin, evîn mîna kaniya zêmdare tu carî na miçiqe, evîn hevgehîniyeke bê birrîne mîna zaroka bişîre her pêsîra Dê divayên jiyanê jêre destnîşan dikin, evîn di hemî tuxm û texlîtên zindewarn de hevpare, di mirovantiyê de, di hemî afrîdeyên bej û avî de, ji pêkîna dezgeyên zendegî zindare. Ca çima ji nû ve em bihev re  dendikê evînê di zeviyên hêwa û pîtdan de naçînin, belbî evîneke tendirustî di katên rêl û yekgirtî de, di bin tîrêja rokê de hevgerden liba nakin, û perçebûnê ji holê bi yek carî koçber nakin.
    Kotî: mamosta tê bi borîne ku pirseke nelirê û ji derveyî mijarên hevpeyvîna me, lê hema sîr wê hati ye, gelo çima Sîsîlya xwe ji serokê Firensizan Sakozî berda ye.
    Kemo: tu çi finasgeni ye mîna Golikê feq gandere, bi rastî pirsên te bûne weke çêra kûçikan. Ca (em li ku dixînin û deng ji kû ve tê). Neyse ji ber ku mercên berdewamiya evînê di navbera herdiwan de kêmpeyda bûn, azadî û serbetiya xwe neda bi jiyanek rêwefermî û çarçuvekirî, û dibe jî ku hingî tolaziya wê çav lider bû, vêca sêksa Sakozî ganderiya wê têr nedikir û pê jî nexweş dihat vêca ew berda… tiştekî te ma !
    Kotî: pirsa dawî mamosta. Gelo ? nerîna te di bidest ve hatina Enternêtê de û destjêberdana wê, nemaze weke amîrekî ragihandinê pêşketî çi ye.?
    Kemo: di serî de nîviskarên sixte û mîrî tevan êrîş berdane rûpelên Enternêtê, bi taybetî weke derfeteke keysenzêrên nemaze ku nivîserê kurd bê wext û paxav xwe di seqake azad de dît, û ji bin çavpêliya zêrevaniya karbidestên ewlekarî, zincîr û merbendên wan rizgar bûn, vêca ji nişka ve pencereyeke berfireh li ser cîhanê vebû, loma rewşenbîrên kurd pêre kete dan û standineke nûdemî û di sê hêlên erênî û neyî de pêbendî wê bû.
1-       Herçî nezan çi hate ber devê wan û di hemî hêlakêrên nîvisandinê de hevtêkelî wê bûn.
2-       Zanyarekî wêrek lawê pênûsê û kulxwerê tîpê, jixwe bawer, berperensîp û namedar ji bo xwe çaktirîn derfet dît, nemaze ku nameya xwe bigihîne xwêner di her pênc parzemînê gerdûnê de.
3-       Qaşo zanya re lê bizdonek newêrabû ramnên xwe bi navê xwe yê zikmakî bigihîne xwendevanê enternêtê, li ji dexsokiya xwe ya cankuj yek caran di bin naznavan de di nîvisane, û ji bêhavilî êrîş dianîn Enternêtê, weku dibêjin em miletekî paşdemayî ne lewra Enternêt ji me zêde ye, bi wateya ku gereke civaka kurdî, afrênerê kurd li benda ku zaroyên jorgotî rê bidin ta ku asteya xwe ragihînin pileya Enternêtê, her wekî ew ceger nakin ku bi nîvisînin û qîma wan jî nayê ku bilî wan erkên xwe di berevaniya wêjeya civaka xwe de, di ber kêşeya gelê xwe ya siyasî, civakî û çandî mafrewa û egerseza de bikin, neyse ku ji wan bê nahêlin çûk jî xewnan bi Enternêtê û 12 ê avdarê bibînin, vêca wê çawa jiyan rûyê geş bide çavnebarên ku meşa koran di taristanê de, bi gulvedana metodên zinist na guheron û pesende jî nakin.
4-       Malper jî mixabin çi mijar bigihê ber destên wan, çê be, xirab be pêşwaz dike û di weşîne, bi wateya ku malper bernameyeke wê taybet ne diyare, ango li heyberan venagere û naxwîne, gereke her malperke kurdî konseyeke wê berpirsyar hebe û mijarên pêşiwar û giring bi pajirîne û ji nû ve bi weşîne.
Min bixwe Enternêt tev hemî kêmaniyên wê mujde û mizgînî bo çanda kurdî wergirti ye, bê gûman kar û kêra ku Enternêtê bi saya rewşenbîrên kurd yên namedar û xamesoz di pîlana 12 ê avdarê de kirin, bê gûman tevgera kurdî bi 12 e partiyên xwe ve nekiri ne.
    Kotî: gelo perçebûn çi di bîr û boçûnên te de gewde dike.
    Kemo: perçebûn min pêlake dirêj vedigeîne heyamên 1514 an nemaze ku cara yekm nexşa kurdistanê di navbera du şahinşahiyann de veçirî û du perçe bû, lixêvên dîroka berbatê bîranînên min dixuricînin, û anuha kurdistaneke çar pişkî di nava penceyên çar Dêwên zirzop û kovî de, şoreşên li dûv hev têkçûyî, ziyana zavê Ol û Êlperestî nemaze ku di genava paşdemayînê de, bê xwehişyariya netewî û tekoşîna kargorî di ber kêşeya gelê xwe de xemsar mabûn.
    Perçebûn  rewşa û pergala tevgera siyasî û rewşenbîrî ya ku ji pêşgavên temenê xwe ez rêdemî wê bûme bêtirî 12 e partiyên jihev pijilî, pêşbîniyên mirov di mandê de kêmhêvî û tiral dikin, û mixabin bi heman pîvanê rewşenbîr jî di heman seqayê de tar û mar bûne, heman mentelêta paşverû û giyanê helperstî beşekî baş ji eydiyolojiyên partîperestan û yên ramehozan qaşo yên serbixwe hingavtine, û ta ku ji wan tê gewdê civakê di hemî çîn, tîre û derbirînên wê de bo delîveyên tekakesane perçe dikin, û di nexşa siyasî û rewşenbîrî de kirine zîvar, pîne û tixarîs, di encamê de em omîd û hêviyên xwe di helperîn û desthilanîna beşên mayî de fîraz gewde dikin.
    Kotî: gelo ? gotina te ya dawî bo xwendevanê xoşewîst di hevpeyvînan de çi ye, û hêviya mine jî ku tu soza civanekî taybet bo rola jina kurdî di siberojên pêş de bide min.
    Kemo: ez dibê xwedêyo hema bi xêr û xweşî ji nav lepê te xilas bibim. Ca tewer tu doza civanan li min dikî, bi rastî keko  mijara bo jinê pir giring di çesipînim, lê sozê nadim te, îcar ku em devjenkan ji vê navê hilînin, û bi dilbarî nerîna xwe di mijara hevpeyvînên de bidin ber şîrovekrinê, bi rastî yên weke te nemaze ku ji Aş û Bajar dide ser hev, çê û xirab jihev nade alîkî, zêde hevpeyvîn bê dûnde û erzan kirine. qey te kes ji min şarezatir peyda nekir, qey te kes ji min pêve nedît ku pêre hevpeyvînê bikî, qey te ne pirsî gelo çend pirtûkên min hene, çendî navenda min ya siyasî, çandî û ronakbîrî di civakê de berz û belû heye. Ca ku tu dilê xwe negire bira, ji layekî ve gereke berî her tiştî pirsyar hinkûfê hevpeyvînê be, û ji layê dîtir ve helbetî ne her kes xurdê hevpeyvînê ye, mirovê babet û pêşiwar ewe ku sêpleke wî, kedeke wî, pêmayên wî ji pirtûkan, dîrokeke wî, siyasî, wêjeyî, hunerî xuyanî hebe, ku tu ewqasî bi ser navdariyê de di kulije û xemxurê nav û dengê xwe ye, jixwe dabaş û babetên nîvisandinê pirin, tu kare xwe di hêleke terxemî de ji xwênerê xwe re çaktir û ferezantir xwe bide nasîn, dibe ku di serdma pêşî de xwendevanê berhemên te kêm bin, lê bi hêvî me ku di rojekê de dewleteke kurdistanî çêbibe, hinga teqez dê nifşên wê qûnqxê ji te re û ji me tevan re jî bixwînin, û her rexnezan dinase bê qelsiya daner di naveroka heyber de di kûde rexne dibe…..zor sipas.

Têbîn: Di helkefta bîranîna koça nemir seydayê Cegerxwîn ya 23 yan de, vê gotarê diyarî giyanê wî dikim.

Mihemedê Seyid Husên       Qamişlo   25- 10 – 2007
gorican@hotmail.com

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…