EbdulEzîzê Seyid Ehmed pêncî hezarên Sûrî pêşkêşkî miletê Filistînî kir…!!


 Girkê Legê / welateme.net

Roja sêşembê rêkeftî 9-5-2006 ê, li ser xwestin û daxwaza parêzgerê Hisîça Mihemed Nemor ALNemor û Emînê fireê partiya Beas li bajarê Hisîça, serokeşîr û axayên kurd û Ereban û herweha rîsipî û kesatiyên oldar ji ola misilman û xiristiyan û xwediyên dikan û banzînxanan, têr û zengînên devera Dêrikê bi amadebûna parêzger û emînê fireê Baes, li bajarokê Rimêlan (Girkê Legê ) kombonek ji bo alîkarî û piştgiriya miletê Filistînê hate pêkanîn.
Parêzgerê Hisîça û şandê pêre ji kesên amade xwestin ku her yekî gorî şiyanên xwe alîkarî, yarmetî û piştgiriya miletê Filistînê û Hikometa El Hemas ya ku nû hatî avakirin bikê.
EbdulEzîzê Seyîd Ehmed yê Xirab Reşkê ji Dêrikê ( 50.000 L.S)pêncî hezarên Sûrî wek alîkarî pêşkêş kir û keşê Dêrikê jî Keşe Şimun (40.000 L.S )çil hezar, muxtarê Dêrikê Sadonê Silêmanê Sadiq (25.000 L.S)bîst û pênc hezar,mala Meko (25.000 L.S)bîst û pênc hezar….. û herweha kesin dî yên berhev bûyîn û rûniştîn jî ji (1.000 L.S) ta ( 5.000 L.S ) hezaran dan .
Hêjayî gotinê ye ku ev yarmetî û alîkarî berdewamiye ji wê hilmet û biryara ku ji aliyê desthilatdariyê Sûriyê ve di heyva borî de hate standin, ku (1% ) yekî ji sedê ji moçeya  karmend û karkerên Sûriyê werê qutkirin û ji miletê Filistînê re wek alîkarî werê rêkirin, ev bizav û beryar berdewame,her di wê rojê de ji xwendevan, qutabî û şagirtên dibistanê jî li devera Dêrikê ev yarmetî û alîkarî hate xwestin, serê zarokê ji (10-25 L.S) wereqê Sûrî hate bêşkirin û standin .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…