Girkê Legê / welateme.net
EbdulEzîzê Seyîd Ehmed yê Xirab Reşkê ji Dêrikê ( 50.000 L.S)pêncî hezarên Sûrî wek alîkarî pêşkêş kir û keşê Dêrikê jî Keşe Şimun (40.000 L.S )çil hezar, muxtarê Dêrikê Sadonê Silêmanê Sadiq (25.000 L.S)bîst û pênc hezar,mala Meko (25.000 L.S)bîst û pênc hezar….. û herweha kesin dî yên berhev bûyîn û rûniştîn jî ji (1.000 L.S) ta ( 5.000 L.S ) hezaran dan .
Hêjayî gotinê ye ku ev yarmetî û alîkarî berdewamiye ji wê hilmet û biryara ku ji aliyê desthilatdariyê Sûriyê ve di heyva borî de hate standin, ku (1% ) yekî ji sedê ji moçeya karmend û karkerên Sûriyê werê qutkirin û ji miletê Filistînê re wek alîkarî werê rêkirin, ev bizav û beryar berdewame,her di wê rojê de ji xwendevan, qutabî û şagirtên dibistanê jî li devera Dêrikê ev yarmetî û alîkarî hate xwestin, serê zarokê ji (10-25 L.S) wereqê Sûrî hate bêşkirin û standin .

Şîrove (0)