FAL

   Hêmin Mendanî

Dest û telhên min
Guviştin
Xwîn di Penca min
Gerî
Vê ciwana falveker
Li herdû çavên min
Nerî
Xistime Gera gomana
Bendewarê paş
Derî
Dergihê Kûrhêl* min
Vekir
Di gel Oxîna
Zerî
Piştî çilî pir ceng û
Bend
Wê rastî te herwe
Werin
Çilê bûrî ku hildêrê

Tê Li Liqatê têb* 
Gerî
 Hêz û hêrsên lawîniya
Min
Pilpilîn Kel û hawar
Pakî û dilsoziya
Min
Rojiyên Rojên giran
Berdilka Zerdeştiya
Min
Ketne Taiyên germ û
Sar
Bawerî rewişt û tîtal
Şêrgeliya weha
Sal
Ji pinê xwe qet ne bûme
Çawe dê hê mînim
Kal ?
*  *  *
Fal û Teezîmê  ji mir
Got
Pir bi naz û rêz hin
Xal
Hizr û Cergê min
Keyandin
Dil li min kir wek
Kiwar
Ber Simên Pezkoviyê
Pir caran Ber di
Gindirin
Xifş û Xirnik pê diçin
Pir Hêlîn di bin
Qirdibin
Hin Xam bûn Tîr bo
Kedxweran
Bûn Kewrebat hidek
Melan
Bulbulê Rêbaza ciwan
Xemhilgirê me
Hemiyan
Piştî weha Sal Partitî
Tu hiştî bê Koz û
Semiyan
Bi keft û left û pir
Lebat
Tu hiştî nêv Lepê
Dêwan
*  *  *
Di mat û behtê
Hilweşîm
Rûniştim çarmêrgî
Veda
Desta Dor pêçkir
Erzenî
Pirsa Mejî kirî
Gede
Li Rastiya xwe di
Gerim
Rastiyê tu bi min
Neda
Nîno hem Gono
Gerdelûl
Wan birm û anîm nêv
Xwede
Ji Dara xewna werbûm
Ez
Bin Siya Gulê
Qefiyam
Bêhna Gulê Dil
Xweşkirî
Pêlên Qeseb Çav
Belkirî
Nû jîn mi naskir lê
Dereng
Nû Vînê da min nav û
Deng
Nû bûm Evîndar
Gulperî
Nû ketme Rêza Memê
 Al
*  *  *
Li min negir Seydaiyê
Min
Wan Şîretên tel min
Kirî
Wan Ders û Dewran Kon
Veda
Çil Salan Dil wan
Bendkirî
Miwên Sipî peykir
Serî
Sala Zend û Bend
Xavkirî
Piştî Çilî wê Çi hebî ?
Ji bilî Pelpela
Rijî
*  *  *
Tu jî li min qet ne gire
Ey Bulbulê dilsoz û
Pak
Sih Salin di xebat û
Kar
Tu Rêber , hem Qend û
Şemal
Hêjayî her Serwerê
Min
Mînim Mirîdê Bavê
Kal
*  *  *
Gulnaz û Raz û hem
Perî
Nû Rê ji Dilre
 Vekirî
Ciwan Hembêza
Heskirî
Can da û bir Hiş
Peykirî
Rêz û Rewaz hiştî
Li paş
Sed Pend û Yasa
Dîtin şaş
Vê Çav firoşa pir
Bedew
Di Çava bûm Tiyî
Tebax
Bê perwe çûme
Kaniyê
Di merdiyê bûme
Xilmaş
*  *  *
Yara ciwan Kurd –
Perwer
Hêvîdikim ji te
Dilber
Ji Refê min ne hêlê
Der
Zanist û Rêz Kurd_
Perwrî
Taca min xwestî bo
Serî
Na bê ji min tu
Bigerî
Mê pêkve kin her Kar
Û Bar
*  *  *
 Gumguma Aşê
 Jiyanê
Fereaşê wî di
 Gerî
Tehlî nerxnasê
Şêranî
Tariyê jî Dost
Divî
Fereaş ned Gewdê
Diranî
Herd û pêkve kuh
Dibin
Li min negir Xan û
Manê
Seydaiyê Qedir
Buha
Bubulê Vîn û
Viyanê
Baz ji te Dersa
Dibî
Bi Pinê xweve
Gihame
Ne meriqî ne
Kawî
Rastî ber min bû
Lêlan
Li dûvim her bi
Mêranî
Westiyê Hest û
Ramana
Şehîdê bê Sênc û
Kêl
Nîşana Tîr û kevana
Kujtar jêre dikin
Xêl
Derêa Hestê min
Mirîdî
Kewş û Mewş nakin
Qilêr
Mizgîn û Behiya min
Rastî
Her wê bê bi Xêr û
Bêr

/30/7/2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…