Hey welat hey welat
Berxwedan û kêferat
Pê xebat û lebat
Can ji bo te bû xelat
Hey welatê şêrîn
Ezman şîn û ro zêrîn
Gulçîçek û nisrîn
Bo te bêjim çi bêja
Bo te çûm nimêja
Bihna bihiştê te hat
Hey welatê Kurdan
Pêşekê hemû derdan
Ne av û ne erdan
Dane wek te çax û kat
Ey welatê çiya
Zozan û şengebiya
Tev kulîlk û giya
Bêrîvan Fatê û Xat
Hey welatê cado
Ser te yekam nabê do
Evîna te îro
Xwe berdaye hîm û lat
Hey welatê aştî
Dil bû derya ti keştî
Ji tariyê riştî
Roka geş li te hilat
Hey welatê nemir
Bi êgir û bin kûmir
Ne bi tevr û bivir
Ne bin cengê bû mîrat
Hey welatê şoreş
Sorgul pey hev bûne geş
Keç û xortên keleş
Ser te bûne dîl û mat
Hey welatê çakan
Dil paqij û dil pakan
Comerd û çalakan
Mal hiştîne berebat
Hey welatê jaran
Bi feryad û hewaran
Nav diranê maran
Jehrê gelê te kir pat…
Hey welatê bin dest
(Bihrî) gêj û dil bi west
Perîşan û sermest
Bo evîna te welat.