Partiyên Kurdî û Kurdistanî: Nehelîn Dewleta Tirk Rewşa Rojhilata Navîn Aloztir Bike

Dewleta Tirk hinek çalakiyên PKK ji xwe ra kiriye bahane û xwe amade dike, ku operasyoneka serbazî di axa Kurdistana Başurê da çêke.
Partiya Dadî û Pêşveçunê (AKP) jî, ji bona vê armanca kirêt, ji Meclîsa Tirkiyê daxwaz dike, ku desthilatdarî bidine hikumetê, daku leşker bişêyne Kurdistana Başurê.

Ji bona bîrûrayê giştî eyan e, ku armanca dewleta Tirk, ne bingehên PKK li Kurdistana Başur e. Armanca serekî ya dewleta Tirk, pêşî lê girtina geşbûna Ezmuna Kurdistanê ye.
Generalên Tirk gelek caran ragihandine û gotine, ku “Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser asayişa netewî ya Tirkiyê xeter e.” Bi gor bîr û baweriya generalên Tirk û karbidestên dewleta Tirk, dema Kurdan carenusê xwe bi xwe diyar bikin, dibine xeterek li ser Tirkiyê!. Ku, mafê carenusî yek ji mafên serekî ya mirovan e û Hikumeta Herêma Kurdistanê jî daxwaz û îradeya Kurdên Başur e.
Hikumeta Herêma Kurdistanê ne tenê daxwaz û îradeye Kurdên Başur e, ew her usa di Iraqa Federal da zaminê aramî û aşitiyê ye. Hikumeta Herêma Kurdistanê tenê deskevta gelê Kurd nine, deskevta hemu hêzên aşitî û azadîxwazên navçeyê ye. Ji bone vê yekê her operasyona leşkerî û her desteverdana dewletên cîran, ne tenê lêdan û lawaz kirina Hikumeta Herêma Kurdistanê ye, her usa lêdana hêzên aşitixwaz û azadixwaza navçeyê ye.
Dewleta Tirkiyê di wan 25 salên dawiyê da, di axa Kurdistana Başurê da 24 caran operasyona leşkerî çêkiriye. Lê belê tu caran negihiştiye armanca xwe. Bê guman vê carê jî nageje. Operasyona leşkeriya Tirkiye rewşa siyasiya ya navçeyê aloztir dike, ku îro Navçeya Rojhilata Navîn hewcedarî aramî û asayiş e, ne alozî û tevlihevî.
Guman têda nine, ku bandora alozbûna rewşa siyasiya rojhilata Navin, li ser siyaseta cihanê heye. Ji bona vê yekê, em partiyên Kurd û Kurdistanî:
– Ji Koma Yekitiya Miletan, ji dewleta Yekbûyî ya Amerîka, ji Peymana NATO, ji Yekitiya Ewropa, ji dezge û saziyên mafên mirov yên navnetewî daxwaz dikin, ku pêşiya operasyona leşkeriya dewleta Tirk bigrin;
– Ji hêzên demokrat û aşitixwazên Tirk dixwazin, ku dengê xwe dijî şerxwaziya dewleta Tirk bilind bikin, bibine alîkar û piştgirê Hikumeta Herêma Kurdistanê;
– Ji PKK dixwazin, ku guhê xwe bide bangawaza Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî û kar û çalakiyên usa neke, ku bibite hencetek destê dagirkerên Kurdistanê.
Em partiyên Kurdî û Kurdistanî radigihinin, ku dijî her cure desttevardana dewletên dagirker in, di kar û barên navxweyiya Kurdistana Başurê da.
14.10.2007

Hizba Demokrata Kurdistana İranê (PDKÎ),
Partî Azadî Kurdistan-PAK,
Partî Azadî Kurd li Surî,
Partî Demokratê Kurd li Surî (El-Parti),
Partiya Demokrata Kurdistan-PDK (Bakur)
Partiya Pêşverûya Demokrata Kurd li Surî
Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK
Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistan-PWD
Partî Yêkitî Kurd li Surî,
Partî Yêkitî Demokratê kurd li Surî,
Rêkeftina Demokrata Kurd li Surî,

Sazumana Xebata Kurdistana Îranê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…