BEHÎNAME

Sersaxî

       Bi navê kovar,nivîser û xwênerên wan,bi navê hemî rewşenbîrên Kurd li Binxetê,em sersaxî û serxweşiya malî,malbat,dost,heval,dezgehên rewşenbîrî û rewşenbîriya Kurd li welêt û dervî welêt,bi koçkirina dawî ya rewşenbîr û romannivîsê Kurd,nemir Mihemed Uzun,dikin.
      Ji ber ku nemir Mihemed Uzun kuldarê çareserkirina piesa gelê xwe bû, beşekî mezin ji jiyana xwe di ber gelê xwe û pirsa wî de terxan kir. Hewil da,ku gelê xwe serfiraz, di ristika gelên cîhanê de cihgirtî , bibîne.Loma,di gelefeka jiyanê de,nemir Mihemed Uzun, berê xwe da çand û hunera Kurdî,da wê mijara nasnameyî,ya ku di riya wê re dikare gelê xwe bi gelên cîhanê bide nasîn ,bike karê xwe yê sereke.Ew karê,ku roj bi roj şûna xwe, bi banbilindî ,di toteya navnetewî de digirt û dibû neynika dêrîniya gelê Kurd.

      Hêviya me ji xwedanê jorî ew e,ku nemir Mihemed Uzun bi dilovaniya xwe şa bike ,di buhuştê de bihêwirîne û kulên ku bi şûn xwe de hiştin bi cih bîne.


 Kovar û rewşenbîrên Kurd
Aso
Deng
Gelawêj
 Gulîstan
 Jîn
 Newroz
Perwan
 Pirs
Roj
Vîn
Ziman
Komîta çalakiyên Kurdewarî

  Qamişlo 11.10.2007

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…